Berdevka Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê Cîhan Şêx Ehmed diyar kir, Raqa ku weke paytexta xîlafetê ya çeteyên DAIŞ’ê hat ragihandin, wê bi pêşengî û fermandariya jinan bê rizgarkirin. Cîhan Şêx Ehmed li ser Pêngava Xezeba Firatê ji ANF’ê re axivî.

Berdevka Odeya Çalakiyê da xuyakirin, ku di çarçoveya qonaxa duyemîn a pêngavê de heta niha gelek bajarokên mezin, bi dehan gund, bi sedan gundik û girên stratejîk ên li rojavayê Raqayê ji çeteyên DAIŞ’ê hatine paqijkirin.

Cîhan Şêx Ehmed  diyar kir, pêngava wan bi lez û serketî dewam dike, gav bi gav dorê li navenda Raqayê digirin û got, “Dikarim bêjim ku navenda bajarê Raqayê êdî di menzîla şervanên me de ye. Şervanên me, tevî şert û mercên giran ên zivistanê jî bi fedakariyeke mezin ber bi dilê çeteyên DAIŞ’ê Raqayê ve diçin.”

Jin bi ser tarîtiyê ve diçin

Berdevk ragihand, gelekî girîng e ku pêngava dîrokî ya li dijî sembola tarîtiyê û dilê çeteyên DAIŞ‘ê Raqayê, bi daxuyuaniya jinekê ve hat destpêkirin û got, “Ev yek peyameke gelekî watedar e. Jin bi gavên dîrokî bi ser tarîtiyê ve diçin.”

Cîhan Şêx Ehmed destnîşan kir, ku armanca bingehîn û dîrokî ya jinan û hêzên parastina jinê ye, ku bi vê pêngavê re ne tenê çeteyên DAIŞ’ê, zîhniyeta ku ji aliyê van çeteyan ve hatiye afirandin, di şexê Raqayê de bi erdê re bikin yek.

Pêngav bi fermandariya jinan tê meşandin

Cîhan Şêx Ehmed diyar kir, Pêngava Xezeba Firatê jî bi vê armancê dest pê kiriye, ji bo jinan pêngaveke dîrokî ye û ev nirxandin kir: “Jin, bi tiştên ji Şoreşa Rojava û pratîka şerê şoreşgerî hîn bûne, mîna li her pêngavê di vê pêvajoyê de jî bi rol û mîsyona pêşengiyê radibin. Aliyekî din ê gelekî girîng, watedar û divê bê destnîşankirin ew e, ji pêşengiyê wêdetir jin ji vê pêngavê re fermandariyê dikin.

Pêngava rizgarkirina Raqayê bi pêşengiya jinan didome Raqa ku weke paytexta xîlafetê ya çeteyên DAIŞ‘ê hate ragihandin, wê bi pêşengî û fermandariya hêzên me yên parastina jinê bê rizgarkirin. Em ê ji çeteyên DAIŞ‘ê û zîhniyeta wan a tarî, toleke dîrokî hilînin. Em ê tola hemû jinan bi taybetî jî tola jinên Êzidî hilînin.”

Navê din ê pêngavê: Hilanîna tola jinên cîhanê

Cîhan Şêx Ehmed destnîşan kir, ku navekî din ê Pêngava Xezeba Firatê, ‘Pêngava Hilanîna Tola Jinên Cîhanê’ ye û bal kişand ser êş û azara jinên Raqayê ji destê çeteyên DAIŞ’e dikişînin: “Jinên ciwan ên ji Raqayê yên tevlî hêzên me bûne dibêjin, ‘Me gelek tişt ji zilma DAIŞ’ê kişand. Em dixwazin tolê ji çeteyên DAIŞ’ê hilînin. Hê jî jinên di nava zilma çeteyên DAIŞ‘ê de ne, hene. Jinan em rizgar kirin. Em jî dixwazin jinên din rizgar bikin.

Jin bi rastî jî gelekî bi hêrs in. Di heman demê de bi hêvî ne. Ji ber ku hêzên parastna jinê hene. Rastiya jinan a şervaniyê heye. Jinên ku di her serdema dîrokê de ji nedîtî ve hatine, îro gihîştine asta pêşengî û fermandariyê.”

Pêngav serkeftî didome

Cîhan Şêx Ehmed anî ziman, ku wê heta niha cihê xwe di nava gelek pêngavan de girtiye û hestên xwe yên li ser Pêngava Xezeba Firatê bi vî rengî rave kir: “Li gundên em rizgar dikin, kêfxweşiya mirovan, dîtina kêliya azadiyê ya jinekê, mirov dixe nava hestên gelekî cuda. Ji ber ku gav bi gav bajarê xwe, axa xwe rizgar dikim, ez gelekî kêfxweş im.”

Berdevk Cîhan Şêx Ehmed herî dawî destnîşan kir, ku pêngava wan bi rengekî serketî dewam dike, ew bi erka xwe ya parastina gelê xwe radibin û got, “Ji bo me ewlekariya gelê me gelekî girîng e. Ji ber ku tiliya mirovekî jî xwîn bibe, wê ev yek me bêşîne. Lewma divê gelê me yê Raqayê xwe ji biryargeh û navendên DAIŞ’ê vegire. Berê xwe bide qadên azad.”

Ji bo avakirina Sûriyeya Federal a Demokratîk û qedandina şerê heyî bang li gelên Sûriyeyê kir, ku bi hev re tevbigerin.


MAHÎR YILMAZKAYA / ANF / RAQA