Hilbijartinên li welatên Ewropayê ji bo me kurdan jî gelek girîng in. Mirov dikane bi poltîkayeke kêrhatî vê biguherînê têkiliyên dîplomatîk û lobiyeke xurt. Di heman demê de bi politîkayeke şaş jî ew hilbijartin dikanin bibin ruxandina hemû têkiliyên dîplomatîk û kelemê li pêş lobiyê. Divê ev aliyên hilbijartinan bi hişmendiyeke têr û tijî were gengeşekirin. Mixabin ku pratîka me ya di vî warî de jî gelek şaş e û belovaciyê realîteyê ye.
Divê mirov wek saziyên kurd ti carî xwe bi partiyekê ve girênede. Di hilbijartinan de li hember çapemeniyê û di resmiyetê de navê partiyan nede. Navên partiyan dayîn rasterast li hemberê partiyên din rawestan û derê xwe ji partiyên din re girtine. Di dîplomasiyê de jî ev helwesteka gelek seqet e, û derî li avakirina lobiyan digire.
Rola hilbijartinên parlementoyên eyalet, giştî, Ewropa û yên herêmî ji hev cûdane. Li gor ve cudahiyê jî helwest û polîtîkayên rast divê. Mînak; ji bo hilbijartinên giştî; divê Saziyên kurd yên navendî yên ku hemû kurdan girêdide, di resmiyetê de tenê hevokên wek: „Em hêvî dikin ku kurd berendamên ku dikanin pireya dostaniyê di navbera gelê me û gelê welatê A.. de xurt bike hilbijêrin!“ bikarbînin. Navê tu partiyê nedin. Ango divê hewayeke wisa were afirandin ku her partî bi hêviya piştgiriyê li derê saziyên navendî bidin. Lê di rewşê wisa de jî divê tenê hevokên dîplomatîk werin bikaranîn.
Hilbijartinên herêmî ango meclîsên bajar û şaredariyan hê cûdatir e. Her bajêr, her navçe xwedanê taybetiyan e. Divê helwesta me jî li gor van taybetiyan rengê xwe bigire. Wekî mînak; hin bajarên li ser kembera kesk, yanê ji Wîldeshausenê digire li ser Vechta, Lohne re hetanê Munsterê dirêj dibe heremeke gelek konservatîv e. Heta Hîtler jî di divêtiya li gor rêbazên vê herêmê tevgerandinê de maye. Di bajarên vê kemberê de tu şansên partiyên piçûk û çepgir tune. Heta partiya Sosiyal Demokrat jî li vê herêmê tengasiyan dikişîne. Ji bo ku em li cihên wiha bikanin têkiliyên dostanî û dîplomatîk daynin, di gelek waran de ji rêvebiriyên herêmî sûd werbigirin, divê em bi partiyên konservatîv re jî têkilî daynin.
Xetayê me yek: Gelek caran dema kesekî welatparêz di partîyekê de berendametiya xwe datîne, yên din di cihê piştgiriya wî/wê kesê welatparêz girtinê de dij bangaşiyê dike, bi hemû hêza xwe ve hewl dide ku nehêle hilbijêrên nijadkurd wî/wê kesê welatparêz hilbijêre. Berê beşeke welatparêzan dide kes û partiyên ti têkiliya xwe bi me re tune, şansê wan ê hilbijartinê di binê sifrê de ne. Di ruyê vê şaşiyê de herdu alî jî wenda dikin. Mînak li Lohnê berendamekî welatparêz ji ber vê şaşiya nayê bexşandin bi çend reyan wenda kir.
Xetaya duyem jî ev e: Em kesên di nava parti û saziyên ragihandinê de yan zû deşîfre dikin, dikin hedefa êrişên gelek der û doran, yan jî em wan mirovên nijadkurd bi dijminahî teşhîr dikin, pal lêdidin, dixin nava refê dijberan. Ango ji xwe dûr dixin û nahêlin ku ew têkevin xizmeta gelê xwe. Navê vê jî polîtîka û dîplomasî datînin.
Dema em li gelên din dinêrîn, rewş bi tevahî cûda ye. Mînak: Cihû, faris, tirk, ereb di nava hemû partiyan, hemû saziyên ragihandinê de hene, hem jî wek kesayetiyên serbixwe xuya dikin, lê bi hemû hêza xwe ve xizmeta gel û welatê xwe dikin. Pirraniya wan jî vê pozîsyona xwe li dij me kurdan bikartînin. Ti gel jî navên partiyan nadin, yan jî xwe bi partiyekê ve girênadin, hewldidin ku xwe li gel hemû partiyan wekî dost nîşan bidin.
Bi hêviya di vî warî de gengeşiyeke têr were kirin û daku em bikanin di ronahiya wê gengeşiyê de polîtîkyayeke nûjen û kêrhatî daxînin qada jiyanê. Divê êdî têkiliyên meyên li Ewropê di sewyeya tekoşîna li welat de be. Êdî têkiliyên bi kom û komikên marjînal tenê zirarê dide.