Dewleta Tirk bi tevahiya sazî û dezgehên xwe tinekirina nasname, cihwar û zimanê Kurdî dixebite. Yek ji van gavan jî xerakirina fizîkî ya navçe û bajarên KUrdan in. Li Slopiyayê, Desteya Wezîran a dewleta Tirk biryara xerakirinê da, dadgeha wê jî biryara wê ya neqanûnî ûiştrast kir. Xelkê navçeyê dibêje, ew vê siyaseta dewletê dibînin û ew ê dev ji cih û warê xwe bernedin. 

Welatiyên Sîlopiyayê yên ku Desteya Wezîran a dewleta Tirk der barê wan de biryar da ku xaniyîn wan xera bike û Dadgeha Şêwra Dewleta Tirk jî biryara wê parast, nerazîbûnên xwe anîn ziman. Welatiyan diyar kir ku dewlet dixwaze wan parçe bike û li hev xerîb bike. Welatiyan destnîşan kir ku ew warên xwe bi cih nahêlin. 



Dewletê bi destê dewletê girt

Desteya Wezîran a dewleta Tirk, bêyî lêkolînê bike û raporan bigire, der barê 7 hezar û 618 malên li navçeya Şirnexê Sîlopiyayê de biryara xerakirinê dabû. Ev biryar ji bo 9 taxên li navçeyê, biryara xerakirinê bû. Malbatên li van taxan jî bi rêya parêzeran serî li 14’emîn Daîreya Şêwra Dewleta Tirk dabû û xwestibûn biryar bê betalkirin. Lê Daîreya Şêwra Dewletê miracaeta malbatan red kir. Desteya Wezîran taxên Barbaros, Başak, Cûdî, Karşiyaka, Şehîd Harun Boy, Nuh, Yenişehir û Yeşiltepe yên Sîlopiyayê, wekî “Qadên bi Rîsk” îlan kiribû û biryara xerakirina xanî û avahiyên wan dabû. Desteya Weziran a Tirk li gorî xala 2’emîn a Der Barê Qadên Rîska Felaketê li ser wan, xwest ev tax bên xerakirin. Li ser vê yekê ji malbatan Ahmet Ediz, Yusuf Deniz û Musa Çetin li ber biryarê rabûbûn û bi rêya parêzer Hulya Yildirim û Nuray Ozdogan ji bo biryara Desteya Wezîran bê rawestandin miracaetî 14’’emîn Daîreya Şêwra Dewletê kiribûn. Şêwra Dewleta Tirk jî miracaet red kir. Welatiyên xaniyên wan wê bên xerakirin, nerazîbûn nîşanî biryara dadgehê û desteya wezîran da û diyar kir ku dixwazin wan di TOKÎ’yan de bi cih bikin tora wan a civakî xera bikin. Welatiyan anîn ziman ku ew dê malê xwe neterikînin û naxazin bibin xerîbên hev. 



Dixwaze me bê war bihêle


Welatiyê ji Sîlopyayê, Azad Dolcek, anî ziman ku wî di muhasere û qedexeya derketina derve ya dewleta Tirk li ser Silopoyayê ferzkirî de di aliyê maddî û manevî de gelek zorî û zahmeti dît û wiha peyivî: “Ger xaniyê min bê xerakirin û min ji vir derxin, ez nikarim bijîm. Dewlet dixwaze me bê cih û war bihelê û têxe bin deynan. Dixwaze xaniyê me xera bike û me hewceyî TOKÎ’yan bike. Dixwazin mirovan ji jiyanê sar bikin. Dixwazin bi zilm û zordariyê mirovan koçber bikin û bikin penaber. Dixwazin me di TOKδyan de bi cih bikin û tora civakê bişkînin û me bikin xerîbên hev.” 



Em destûrê nadin xaniyên me xera bikin


Harun Oter, jî anî ziman ku mirovan bi ked û zahmetiyên mezin xaniyên xwe ava kirine û li vir çîrok û dîroka wan veşartî ye. Oter, anî ziman ku dixwazin mirovan ji hev parçe bikin û wan bikin xerîbên hev. Oter, anî ziman ku çanda jiyanê li tax û kolanan bi texe dibe û ew dixwazin vê çandê xera bikin û wan mahkûmî TOKδyan bikin û got: “Ger em biçin TOKδyan dê çand û kevneşopiyên me winda bibin. Em ne TOKÎ’yan dixwazin ne jî dixwazin xaniyên me û taxên me bên xerakirin.” 
Welatiyê Silopiyayê Îbrahim Bagdug jî nerazîbûn nîşanî biryarê da û anî ziman ku ew mala xwe û taxa xwe terk nake û wiha peyivî, “Em naxwazin xaniyên me bên xerakirin. “Min xaniyê xwe sala 2000’î bi destê xwe ava kir. Ez xaniyê xwe berdim ez dê biçim ku. Em destûrê nadin xaniyê me xera bikin. Em ji vir bi ti deran de koç nakin û naçin.” 



 ŞIRNEX