Luqman Cemîl Kiro di destpêka axaftina xwe de derbarê birêveçûna hilbijartinan de axivî û wiha got: “Hilbijartin û dengdayîn li seranserî bajarê Hesekê bi berfirehî pêk hat. 23 sindoqên hilbijartinan ji bo bajarê Hesekê kêm bûn, ji ber vê yekê welatiyên bajêr kom bi kom serdana navendên hilbijartinan kirin û yekem car dengê xwe bi awayekî zelal û demokratîk bikar anîn. Her wiha hemû pêkhateyên bajêr bi Kurd, Ereb û Suryanan beşdarî van hilbijartinan bûn û ev yek jî nîşana hevgirtin pêkhateyên herêmê û piştgiriya wan ji Rêveberiya Xweseriya Demokratîk re nîşan dide.”


Her reng xwe temsîl dike

Derbarê bernameya kar û xebatên Şaredariyê de Kiro diyar dike ku soz daye welatiyan ji bo pêşxîstîna bajêr.Hevseroka Şaredariya Gel Bêrîvan Kotî axivî û got ku pêkhateyên bajêr bi awayekî azad û demokratîk dengên xwe di hilbijartinan de bikar anîne û ew ê hewl bidin ku layiqî hêviyên welatiyan bin. Kotî di axaftina xwe de wiha anî ziman: “Em bi hêvî ne hemû endamên ku di hilbijatinan de bi ser ketine layiqî berxwedana gel bin û bi rihekî hevkar ji bo hêviyên welatiyan tevbigerin û bernameya xwe ya Şaredariyê bi rêk û pêk bi cih bînin.”


 ANHA/HESEKÊ