Nivîskar Dîlan Aydin bi çavê jinan li babeta ziman û asîmîlasyonê temaşe kir û anî ziman ka çawa zimanê Kurdî tê asîmîlekirin û bal kişand ser kêmbûna nivîskarên jin û “Ez hêvîdar im, jiyaneke weşangeriyê bi zimanê dayikê destpê bike û jin hemû bikaribin binivîsin.”

Dîlanê weha dewam kir: “Li her derê Tirkî serdest e. Ev bûye pirsgirêkeke mezin. Êdî dayikên me jî zimanê dayikê bi kar naynin. Li kolanê li her qadê em zimanekî din bi kar tînin. Ya rastî ev trajedî ye. Divê çapemeniya civakî, kolan û esnaf zimanê xwe bi kar bînin. Em hestên xwe bi zimanekî din dibêjin. Gelo ev hest wê çiqas rast bin. Ji bo em bi xwe bawer bin, ji bo rihê neteweyî divê em ji zimanê xwe dest pê bikin. Em zimanê xwe bi kar neynin wê berxwedan seqet bimîne. Haya me jê nîne, lê em bêhemdî xwe tine dikin.”

 

JINNEWS/AMED