Bertek û nerazîbûnên li dijî 15'ê Sibatê roja anîna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan her ku diçe zêde dibe. Çîroknivîsê Kurd Rauf Hesen diyar kir ku li Libnanê li gel Ocalan ma û wiha got: "Ez 20 sal berê çûbûm gel Ocalan. Gelek bîranînê min bi wî re hene û min demek dirêj li Başûrê Kurdistanê bi hevalan re kar kir. Lê roj ne roja ku mirov qala bîranîna bike. Ji ber vê yekê ez dixwazim 15’ê Sibatê û mafê Ocalan binirxînim.”
Hesen, diyar kir ku Abullah Ocakan Serokê şoreşekê ye û ji ber vê yekê dîlgirtina wî jî pêwîste li gor pîvanên navneteweyî bin û wiha axivî: “Di darbarê komploya navdewletî de bêgûman ez wek parezerekî yan jî wek kesekî parêzvanê mafê mirovan nikarin biaxifim. Lê ez dixwazim bi giştî nerînê xwe di vê mijarê de bînim ser ziman. Serok Apo di navbera dewletê Ewropa de dîl hat girtin. Ji ber vê yekê pêwîste mirov bêje, girtina wî wek girtina mirovekî di nav şer de wek heve. Di heman demê de Serok Apo serokê gelekî û şoreşa rizgariya gelê me ye. Ji ber vê yekê mirov nikare bêje Serok hatiye girtin mirov dikare bêje dîl ketiye dest. Ji ber vê yeke ew dîlê şer e.”
Di dirêjiya axaftina xwe de Hesen, nêzîkatiyê komara Tirkiye yê beramberî Ocalan rexne kir. Hesen axaftina xwe wiha berdewam kir: “Helwesta Tirkiyeyê ya li dijî Ocalan li dijî hiqûqê ye. Ji ber ku Serok Apo dîlekî şer e. Ji ber vê yekê pêwîste Tirkiey li gor peymanê navdeletî nêzî dîlê şer bibe û li gor wê bê dadgehkirin.”

‘Kurd êdî natirsin'

Hesen, destnîşan kir ku aqilmendiya Ocalan û wiha pêde çû: “Ez di sala 1982’an de ji bo şopandina doza Mazlum Doxan û hevalê wî çûm Bakûrê Kurdistanê. Wê demê min ji pîremêrekî re got tu Kurdî; newêrîbû ji min re bêje ez Kurdim. Wê demê rewşa Kurda wisa bû û her diçû xerabtir dibû. Serok Apo Kurd ji wê bindestiyê xelaskir û Kurd bi hemû cîhanê da naskirin. Serok Apo yek ji wan kesê ku di dîroka mirovahiyê de bi zanebûn û aqilmendiya xwe ve ji civaka xwe re bûne ronahî ye.”
 Hesan, di daxuya axaftina xwe de bang li gelê Kurd kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Em Kurd di hinek mijaran de pir lewazin. Carna tiştê ku ji me tê xwesti em pir lewazî dikin. Ji bo Serok Apo jî tiştê ku ji me tê xwestin em pir bilewazî dikin. Ez hêvîdarim ku gelê me bi taybet jî li Başûrê Kurdistanê xwedî li Serok Apo derkevin. Xwedî li Serok Apo derketin ji bo me hemûyan serfiraziyek mezine. Pêwîste em vê yekê wisa bizanibim û li gor wê em tevbigerin.”


ÊRIŞ QOSER - ANF/SILÊMANÎ