Me di nivîsa bihurî de behsa pêkhateyên cihêreng ên di nava QSD’ê de cîhê xwe digirin, kiribû. Di roja dawî ya pêngavê de ku roja em xwe gihandin Bendava Tişrîn,gundên li kêleka avê ji çeteyan yek bi yek dihate rizgarkirin. Tabûra şervanên Ereb hebûn ku mirov ji sekn û helwesta wan ya bi hurmet matmayî dima. Hinekî fêrî Kurdî jî bibûn û hewl didan gotinên xwe bi çend peyvan bînin ser ziman. Şervanê bi navê Bahoz ku bi eslê xwe ji Reqayê bû, digot ez bi armanca hemû netewên Rojhilata Navîn bi hevre bijîn û şer bi dawî bibe, tevlî bûme. Di kesayeta wan de mirov zêdetir bawer dikir ku wê Kurd û Ereb bikarin di Sûriyeyek demokratîk de bi hev re bijîn. Sê şervanên din ên biyanî ku herî zêde bala min kişandin.
Di pêvajoya rê û operasyonê de gelekî bêdeng bûn. Çendek ji wan fêrî Kurdî bibûn û car û bar çend gotin digotin lê bi giştî nedikarin hestên xwe bînin ser ziman. Karker ciwanek ji Almanya bû, ji nav hemiyan de yê ku herî zêde fêrî Kurdî bibû jî ew bû. Wer ku ji yên din re jî werger dikir. Şêrzad ji Kanadayê bû, ta ji wê serê din ê dinyayê hatibû vir, digot; tu kesî wek Kurdan li hember DAIŞ’ê li ber xwe nedaye, heta welatên me yên ku behsa azadî û demokrasiyê ji devê xwe kêm nakin.
Şêrzadê Kanadayî digot berê hemû cîhanê li Kurdan e û her kes bawer dike ku wê tenê Kurd bikarin pişta DAIŞ’ê li erdê bide. Bager ciwanê ji Amerîka ku zêde nedikarî xwe îfade bike û gotina ku digot ev bû; ‘Kurd baş in!’ gotinên wan kurt û sade bûn lê gelek wate di xwe de dihewandin. Hestên ku divê mirov yek û kolektîv be. Sê şervanên min behsa wan kir di yek yekîneyê de bûn û ji ber ku Karker Kurdî ji wan baştir dizanî ji wan re wergêrî dikir.
Mirov her ku ew didît digihişte wê baweriyê ku şoreşa Rojava ne tenê ji bo netewên li Sûriyeyê ji bo hemû netewan di nava kaosa heyî de alternatîfa herî bihêz a jiyana gelan e. Ger pîvanên hûrmet girtin ji her netewê re di wateya rast a şoreşa Rojava de were pêkanîn teqez hemû cîhan wê demê ne wek alîkarî wê şoreşa heyî ya xwe bibînin û wek van ciwanan tevlî bibin. Yan jî her kesê tinekirin û jinavbirina DAIŞ’ê ji xwe re bike derd û li kîjan devera cîhanê dibe bila bibe, were tevlî pêvajoya şoreşê bibe. Ez fikirîm ger îro mirovên ji netewên cur bi cur ta ji serê din ê cîhanê ber bi Rojava ve tên, wê demê gelo kesên xwecihî li hemû parçeyên Kurdistanê ewqasî hebûna DAIŞ’ê û hevkarên wê wek zêdehiyekî dibînin ku divê li hember tekoşînê bikin?
Ger ax, av û enerjiya me tê talankirin û em li kêleka van hemû tiştan bê helwest in, ne yek û ne kolektîv in, wê demê em çawa serê xwe daynin ser balgifê û xeva xwe dikin sibe. Xeva di bin dengê top, tank û teqînan de nîşaneya hebûna şerek dijwar a ku desthilatdar dixwazin bixin navbera gelan de ye. Li Bakurê Kurdistanê rojek nîne ku dengê çekan neyê lê gelo hemû xelkê me li Bakur û gelên li Tirkiyê hebûna şer li ber deriyê xwe his dikin, di rewşekê ku dengê guleyan nahêle ew heya sibê çavê xwe bidin ser hev. Di van şevên ku dayik di ber dengê guleyan de ji zarokên xwe re lorîkan dibêjin, çawan mirov dikare guhê xwe bigire û paşê behsa yekîtiya rih a di navbera gelan de bike? Jiyanek rast bi avakirina rihek kolektîv pêkan e bêguman!