AYSEL IŞIK/ŞÛJIN/ AMED
Protokola di navbera Weqfa Enser û Wezareta Perwerdeyê ya dewleta Tirk a dagirker de hatiye îmzekirin rê li ber nerazîbûnan vekir. Hevseroka Egîtîm Sen a Amedê ya Hejmar 1, Hatîce Efeyê der barê mijarê de got, “Pêşiya tacîz û îstîsmara di Weqfa Ensarê de vebû. Desthilatdarî dixwaze ferasetên cîhadî û faşîzan biafirîne. Em zarokên xwe emanetê van nekin.”
Li Tirkiyeyê di pergala perwerdehiyê de her roj guhertin û qaşo sererastkirinên nû tên kirin û dema ev guhertin tên kirin jî bandora psîkolojîk û sosyolojîk ya li ser zarokan li ber çavan nayê girtin. Wezareta Perwerdeyî ya dewleta Tirk a dagirker di rojên bihurî de dîsa îmze avêt bi peymaneke nû. Bi Weqfa Ensarê re ku bi destdirêjî û îstîsmara li dijî zarokan navdar e, peymanên 5-10 salan mohr kirin. Hevseroka Egîtîm Sen a Amedê ya Hejmar 1, Hatîce Efeyê der barê mijarê de nerazîbûn nîşan da û got, ew wek hîndekar ji ber vê rewşê bi fikar in.
Nifşê kîndar ê desthilatdariyê
Hatîce Efeyê got, protokola bi Ensarê re lingekî projeya ‘afirandina nifşê nû ye’ û wiha peyivî: “Civak li dijî vê berxwedêr e. Planên desthilatdariyê wê li dijî vê bin. AKP´ê bi civîneke berê sînyala vê protokolê daye. Tayyîp Erdogan beşdarê civîneke Ensarê bûbû û gotibû, ‘Ev çend sal in em desthilatdar in, lê em wek partî nebûn desthilatdariyeke çandî û civakî.’ Li gorî min ev talîmat bû.”
Hatîce Efeyê destnîşan kir ku li Tirkiyeyê di demên dawî de di bin navê dîn de her sererastkirina qaşo ya tê kirin, sîstematîk e û bi salan e wezareta perwerdeyê ya dewletê di mufredata xwe de dersên jiyana Hz. Muhammed û Quranê wek tercihkirî dide xwendin û hejmara lîseyên îmam Hatîbê zêde kirine. Hatîce Efeyê wiha domand: “Bi vê protokola dawî re peyman ne bi tenê bi Weqfa Ensarê re bi Weqfa Îlîm û Yekitiyê re jî daniye.”
Hatîce Efeyê da zanîn ku bi protokola hatiye îmzekirin re havînan wê semîner û kamp di bin destê Weqfa Ensarê de bin û got xwendekaran di bin navê kampê de dibin cihên din û got weqfa Ensarê berê bi bûyerên îstîsmara zarokan a cinsî hatibû rojevê.
‘Em ê têbikoşin’
Hatîce Efeyê destnîşan kir ku divê ew zarokên xwe teslîmê van nekin û divê malbat li dijî vê bisekinin û wiha peyivî: “Em ê jî ji bo pergala perwerdehiyeke zanistî û laîk têkoşînê dewam bikin. Meydanên me yên têkoşînê jî wê kolan bin.”