Welatiyên li zozanê Meydanbelekê nêzî herêmên Kanîspî, Kêlyaşîn û Orşê ye ev 3 roj in ji ber bombebarana balafirên şer ên artêşa tirk jiyana wan di xetereyê de ne. 

Zozanên Meydanbelekê 25 sal ji ber şer û pevçûnê vala mabû û ev 2 sal in welatî ji bo sewalkariyê diçin zozanê Meydanbelekê yê ku 15 kîlometre dûrî bajarokê ye. Bi demsala biharê re welatî diçin zozanan û heta payîzê li wir dimînin. Li zozanên Meydanbelekê 15 hezar pez û nêzî 2 hezar dewar li wir tên xwedîkirin. Zilam diçin ber pez û dewaran, jin diçin bêriyê û penêr, rûnê nivişk, mast, şîr û hwd. çêdikin ji bo firotinê dişînin bajar. Di van rojên dawî de bi bombebarana balafirên şer ên artêşa tirk jiyana welatiyên li zozanan di xetereyê de ne. Welatî bertek nîşanî bombebaranê da. Halîme Înce diyar kir ku di seatên êvarê de bi carekê balafirên şer dîtine û ev tişt anî ziman: „Çiqas balafirên şer tên bila bên, em dest ji zozanên xwe bernadin. Em ji wana natirsin. Ev der cihê jiyana me ye. Em sewalên xwe li vê derê digirin.“ 

Nafiye Toktamiş jî got ku ew cihê terk nakin û wiha axivî: „Em vterka van deran nakin. Em li vir rehet in. Wextê bombebaran pêk hat em ji jiyana şivanên xwe tirsiyan. Bila ev xwîn rawest e û hêvîdar im ku çareseriyek pêk were.“Fîramez Toktamiş anî ziman ku heke sewalên wan li gund bimîne wê nexweş bikevin û wiha domand: „Ev der ji bo sewalan bif êde ye û hênik e. Em li van deran debara xwe dikin. Bombebaran temamiya şevê berdewam kir. Ligel ku bombebaran bidome, me bikujin jî em ders ji van deran bernadin.“ Ferman Zere jî ev tişt anî ziman: „em li zozanan rehet in û ji ber vê yekê em dest ji zozanên xwe bernadin.“

Edîbe Înanç jî bi van hevokan hestên xwe anî ziman: „Jiyana me bi van deran re girêdayî ye. Em hêj nû hatine vir û ji vir naçin. Em aştiyeke mayînde dixwazin. Heke em vir terk bikin tu tiştek di destên me de namînin.“

  


 DÎHA/COLEMÊRG