SERDEM DİLOVAN Jî destnîşan kir ku ew bi tundî komploya 9'ê Çile şermezar dike û got, "Hevalan bi salan têkoşîneke bêhempa meşandin. Emê jî timî şopa şehîdên xwe bişopînin. Sîstema kapîtalîst jinê kole dike, azadiya wê jê distîne. Tevahiya jinên li Kurdistanê û hemû jinên azadiyê dixwazin, bi meşa di rêya têkoşîna her sê şoreşgerên hatin qetilkirin, dikarin bigihêjin armaca xwe." Gerîlayên din yên ku nêrîna xwe anîn ziman wiha gotin:
RONI SERHAT: Îro salvegera şehadeta hevala Sakîne ye. Vê komkujiyê bandoreke mezin li me kir. Hevala Sakîne yek ji lîderên jinê yên herî girîng ê sedsala 21'an e. Komkujiya Parîsê komployeke dîrokî ye. Komployek li dijî azadiyê, li dijî azadiya tevahiya mirovahiyê hatiye kirin. Weke milîtanên Rêber Apo divê em têkoşîna wan bigihêjînin serketinê.
DELILA AGIRI: Bilindkirina têkoşîna azadiyê ya jinê, dê bibe bersiva herî mezin a li dijî komployê; em ancax bi vî rengî dikarin ji şehîdan re bibin bersiv. Hedefgirtina hevala Sakîne di heman demê de êrîşek ji bo tinekirina pêvajoya çareseriyê bû. Di dîroka me ya têkoşînê de, li pêşberî rastiya şehîdan di her demê de timî bersivên mezin hatine dayîn. Dema hevala Sakîne tê gotin, hêza berxwedanê tê bîra me. Hevala Sakîne bi berxwedana xwe ya li zîndana Amedê re bûye sembol.
HÊVÎ WELAT: Weke jinekê, komkujiya Parîsê bandoreke kûr li min kir. Heyala min a herî mezin bû li van çiyayan rojekê wan bibînim. Şehadeta wan bi me gelekî giran bû. Ji bo têkoşîna azadiyê ya jinê kedeke mezin dabû, nirxên mezin afirandibû. Dema hevala Sakîne tê gotin, jiyan tê bîra min. Bi vîn û sekna xwe re beşdariya jinê li nava jiyanê gelekî girîng e. Emê timî di şopa hevala Sakîne de bimeşin û wê ti carî ji bîr nekin. Bi taybetî jî jinên ciwan, divê di xeta Sara, Rojbîn û Ronahî de bi hêzeke mezin beşdarî têkoşînê bibin.
VIYAN EFRÎN: Gelekî zehmet e ku ez hestên xwe yên derbarê vê komkujiyê de bînim ziman. Şehadeta hevalên Sara, Rojbîn û Ronahî li me gelekî giran e; emê di rêya wan de berxwedanê xurtir bikin. Emê di şopa Sara de bimeşin. Sekna hevala Sara ya ku her kêliya jiyanê bi berxwedanê derbas kir, xwedî bandoreke mezin e. Ji bo mezinkirina vê têkoşîna berxwedanê pêwîste gelê me beşdarî vê berxwedan, vê rastiya berxwedanê bibe.
BÊRIVAN CÛDI: Em îro hevalên xwe yên di komkujiya Parîsê de şehîd ketin bibîr tînin. Em careke din tînin ziman ku emê di şopa wan de bimeşin. Li van çiyan em ji bo azadiya gelê Kurdistanê û azadiya jinê şer dikin.
BÊRITAN LEVEND: Bi taybetî weke ciwanên Kurd em komploya ku îro li dijî hevalên Sara, Ronahî û Rojbîn hatye kirin şermezar dikin. Divê weke jin em xwe di xeta hevalên Sara, Ronahî û Rojbîn de hîn bêtir kûr bikin. Êrîşa li dijî rê û xeta wan a azadiyê wê ti carî bê bersiv nemîne. Emê xwedî li keda wan derkevin. Dema hevala Sara tê gotin jiyana azad tê bîra min. Hevala Sara jib o azadiya jinê û azadiya gelê Kurd jiyana xwe diyarî têkoşînê kir.
EVINDAR DENIZ: Em îro ji bo bîranîna hevalên Sara, Rojbîn û Ronahî kom bûne. Şehadeta wan li aliyekî ronahî ji bo pêşeroja me ye, li aliyê din jî êş û xemgîniyeke mezin dixe dilê me. Emê armancên wan bicih bînin. Ev têkoşîn wê bibe têkoşîna tevahiya jinên Kurdistan û Cîhanê. Hevala Sara ji bo me mîna xwedawendekê bû, di rêya azadiyê de xwedî ked û hewldanên mezin bû. Li zîndanên Amedê berxwedaneke mezin nîşan da. Zîhniyetê 12'ê Îlonê zîhniyetê ragirtina jinê di tarîtiyê de bû. Em komplokeran û yên komkujî kirine şermezar dikin. Divê têkoşîn li her qadê bê meşadin.
BEHDÎNAN