Endama Koordinasyona Partiya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) Ewîn Zîlan têkildarî pêşketinên li Rojhilata Navîn, Îranê û Rojhilatê Kurdistanê nerînên xwe parve kirin. Zîlan destnîşan kir ku israra polîtîkayên îdam û zextê yên li dij gelê Kurd ku di demên dawî de ji aliyê dewleta Îranê ve hatine zêde kirin ne li gor berjewendiyên gelan e. Endama Koordinasyona PJAK'ê diyarkir ku xeta 3'emîn a gelê Kurd pêşengiya wê dike hêzên dagirker û hêzên mudaxelekar ji bo xwe xeter dibînin lewma tevî nakokiyên wan ên mezin jî ji êrîşên li dij gelê Kurd re hemfikir in. Zîlan diyarkir ku ew wek PJAK ji aliyê rêxistinî, leşkerî û siyasî ve xwedî hêz û amadekarî ne û di her şert û mercî de ewê gelê Kurd û rûmeta wî biparêzin. Endama Koordînasyona PJAK'ê Ewîn Zîlan pirsên me yê têkildarî pêvajoyê bersivandin...


Tevî ku agirbest dewam dikir çima niha îdam kete rojevê?

Nêzî du sale di navbera me û Îranê de agirbestek heye. Dema ku ev agirbest di milê rejîma Îranê ve hate pêşniyarkirin me hin şert rêz kiribûn. Yek ji wan şertan jî  nêzîkatiya li dij girtiyan bû. Em di vê pêvajoyê de pir hestyar tevgeriyan û me siyaseteke bi pîvan meşand û em girêdayî vê agirbestê bûn. Lê rejîma Îranê di van demên davî de bi her awayî di hewildana bidawîkirina agirbestê de bû. Li pir qadên me yê leşkerî operasyon pêş xistin û êriş dikirin. Li  ser gel zext û zordarî zêdetir kir, jimarek pir zêde ji mirovan sivîl û siyasetmedar girtin.
Êrîş birin ser nirxên civakî, çandî yê gelê me. Li Mêrîvanê Yarsanî xistin bin zextê .  Ev siyaseta dihate meşandin kişandina gelê Kurd a nava şer bû. Darvekirina rêhevalên me li girtîgehan û siyaseta ku berî darvekirinê di van demên davî de di milê dewleta nû ya Îranê dihate meşandin girêdaneke xwe ya pir mezin bi rewşa davî li Rojhilata Navîn û  pêywendiyên Îranê yên bi Tirkiye û Emerîka re heye. Ji ber ku destwerdana hêzên derve heya niha li Rojhilata Navîn encam negirtiye, lewra Emerîka bi rêbazeke cûdatir hewl dide ku pilansaziya xwe ji bona Rojhilata Navîn bi ser bixîne. Aliyê Kurd li Rojhilata Navîn ji bo van hêzan weke astengiyekê tê dîtin.
Xeta 3'êmîn, siyaseta ku di vê demê de gelê Kurd meşand, di her milî de lîstik û pilanên wan ên anîna dijber hev a gelan valaderdixist. Her wiha destkeftiyên gelê Kurd li herêmê dibû sedema metirsiya van hêzan. Hem dewletên dagirker li Kurdistanê hem jî hêzên derve bi sedsalan bû ku pirsa Kurd weke konjektoreke siyasî  ji bo berjiwendiyên xwe bikar dianîn. Berxwedan û siyaseta ku Kurdan dimeşand bû modela berxwedana gelan a li dij van hêzan. Bû alternatîfek bi hêz ku hemû siyaseta kapîtalîzm û çanda netew-dewletê hildiweşand. Ev taybetmendî û aliyê Kurdan hêzên mijara gotinê ditirsîne.
Ji bo rola gelê Kurd li herêmê dilîze bişikînin Emerîka tevî hemû nakokiyên heyî jî kirinên li dij gelê Kurd ji nedîtî ve tê. Dîsa tê zanîn ku siyaseta li dij Îranê bi piranî di ser dewleta Tirk ve tê meşandin. Dema têkiliyên Tirkiyeyê û Îranê dibin mijara gotinê xala yekemîn ku li ser hilev dikin pirsgirêka Kurd û meşandina zextên hebeş ên li ser Kurda ne. Bi vê yekê hêzên derve hewl didin bi anîna dijhev a Kurdan û Îranê hem Îranê bêhêz bikin hem jî rola pêşengtiyê ya Kurdan bisînor bikin. Ji bo xistina dewreyê ya vê pîlanê jî îdama hevalên me hate rojevê û ji vê yekê re çav tê girtin. Li dij Îraneke ku di hûndir de serî li dij hate rakirin û şerê navxweşî derket mudaxeleya derve wê hêsantir bibe. Ji bo vê projeyê jî yên ji bo qurbankirinê di serî de tê bîra her kesî Kurd in. Dema ev tev li ber çavan werin girtin wê were dîtin ku tu feydeya polîtîkayên zextê ên Îran li dij Kurdan dimeşîne tune ye.  
Dîsa êrîşên bêhempa û darvekirina hevalên me ên zîndanê ji bo zelalbûna siyaseta Rêveberiya Ruhanî ya li dij Kurdan  û gelên din ên li Îranê dijîn jî girîng bû. Yanî derket holê ku li dij gelan rejîma Îranê wê siyaseta înkar, qirkirin û faşîzmê bidomîne.

 Li zindanan polîtîkayeke çawa tê meşandin û israra di darvekirinan de tê çi wateyê?

Dewleta Îranê zîndan kirine cihê bêîradekirin, şikandin û dîl girtinê. Siyasetmedar, rojnamewan û parêzwanên mafê mirovan bi her cûre îşkenceya li wan tê kirin, hewl dide ku kesayeta wan bişkîne. Ev siyaset  34 salin li ser gelên Îran’ê tê meşandin. Bi mehan işkence, li şûn û cihên nediyar bê parêzer di nava çend deqîqeyan de birîna cezayê herî giran tiştên ji rêzê ne. Di zîndanan de her roj îşkence, tecavûz û gefxarin li ser girtiyan didome. Di milekê de rojê bi dehan kes ji ber hikmê madeyên hişber tên darvekirin lê di milê din li girtîgehan û qadên qaşo di bin kontrola wan de ne madeyê hişber tên belavkirin. Bi vê siyasetê  kesên ku li girtîgehane bi van madeyan hewl tê dayîn ku hişmendiya civakê ya siyasî bikûje. Ji xwe şert û mercên jiyanî li van girtîgehan ji ber rewşên siyasî rojane tên gûhertin. Carnan hovîtî û zext li girtîgehan digehin asta herî jor. Ji xwe li gor dewleta Îranê ti girtiyê siyasî li girtîgehê nînin. Bi hezaran çalakvanên siyasî yên girtî, hemû bi hikmê dij rejîmê ku ew jî gor dewleta Îranê dijberiya Xwedê ye tê darizndin. Gor zagonên wan nerazîbûna dij rejîmê ango dijîtiya Xwedê hikmê wê yan darvekirin yan jî cezayê muebetê ye. Bi dehan kesên ku bi ti şêvazî dewletê nekariye derheqê wan delîlek bo darizandinê bi dest bixe jî, bi dermanên ku nexweşiyên kujer bi xwe re tine wan jehr dike.
Li girtîgehên Îranê qasî ku zanyariya me heye1500 girtiyên siyasî hene. Lê belê ji ber ku di milê rejîmê ve şêvazê girtinan veşartiye carnan bi salan kes li zîndanên lêne agahiya malbat, sazî û kesan ji wan nîne. Girtiyên ku heya niha bi fermî cezayê îdamê li wan hatiye birîn 25 Kurd, bi giştî 70 kesin. Lê bi sedan kes hene ji ber ku ti pêywendiyê wan bi derve tuneye lê bi heman hikmî hatine darizandin.

  Ji destpêka agirbestê ve daxwazên we  çiqas bi cîh hatin?

Pêvajoya agirbestê ji aliyê dewleta Îranê ve hatibû pêşniyarkirin. Şerê me yê parastinê li Qendîlê li hemberê Îranê di pêvajoya amadekariyên destwerdana Sûriyeyê dihatin kirin de bû. Ev şer jî bêgûman konsepteke navnetewî bû ku ji milê dewleta Tirk ve bi Îranê dane kirin. Di vê pêvajoyê weke Partiya Jiyana Azadê Kurdistan (PJAK) siyaseta ku li Rojhilata Navîn dihate meşandin di milê me de zelal bû me baş dizanî, ku konseptek navnetewî li hemberê hereketa me û gelê Kurd  heye. Wek tevger em di vê baweriyê de ne  ku bi rêya demokratîk kirina Îranê emê karin pirsgirêka Kurd li Îranê çareser bikin. Ji ber vê sedemê ji bona ku ev şer bêsekinandin me ev daxwaza dewleta Îranê pejirand. Herçiqas raste rast bi milê Îranê re hevdîtinek me nebû jî bi navbertiya hêzeke 3'emîn me jî pîvanên vê agirbestê di çend xalan de rêz kirin.
Ji bo ku bingehê diyalog û têkoşîna siyasî vebe me hin şertên xwe weke radestkirina termê şehîdên me, sekinandina darvekirinan, îşkence û siyaseta hemberê girtiyên siyasî yê li zîndanan, di heman demê de sekinandina êrîş û zex ser gelê me li Rojhilatê Kurdistanê û sekinandina operasyonan li hemberê yêkîneyên me li çiyayên Kurdistanê. Her çiqas di pêvajoyên destpêkê dewleta Îranê hin ji van xalan bi awayeke şeklî pêkanîbe jî lê di milê din de bi şerê spî û reşkirina hereketa me tevdigeriya. Ji ber ku di derve di milê aborî û siyasi de hatibû dorpêçkirin vekirî bi me re şer nedikir.

 Bi PJAKê re li Rojhelatê Kurdistanê çi guhertin çêbû?

Li Rojhilatê Kurdistanê gelê Kurd hemberî rejîma dagirker ya niha û berî vê rejîmê bi dehan salan di nava berxwdanê de ye. Bi dehan serhildan pêk hatin. Qehremantiyên pir mezin hatin jiyîn. Lê belê bi darvekirin, êrîşên herî hovane yê qirkirinê ev serhildan hatin fetisandin. Gelê me li Rojhilatê Kurdistanê ji ber van zextê dijmin bi hestên bilind yê welatparêzî di nava bêdengiyekê de bû.
Sala 1999’an bi komploya navnetewî ya li dijî Rêbertiya Gelê Kurd pêk hat, li Rojhilatê Kurdistanê hastên netewî bi raperîneke pir mezin ku cihan matmayî hişt careke din jîndar bû. Gelê me bi xwedîderketina li Rêbertiya xwe du peyamên pir girîng dane cihan û dewletên dagirker. Yek ev bû ku êdî gelê Kurd li ku dera cihanê be wê li hemberî siyaseta komploger a cîhanê li hemberî Rêber û hereketên Kurd bêdeng nemîne. Ya din gelê Kurd li Rojhilatê Kurdistanê wê bi felsefe û bîrdoziya Apo’yî  dê ji bona azadiya xwe têbikoşe. Pariya Jiyana Azad a Kurdistanê (PJAK) sala 2004 vejînek ji van hêvî û daxwazê gelê me li Rojhilatê Kurdistanê bû. Bi avabûna hereketa me li Rojhilatê Kurdistanê gelê me ku demeke dirêj bû ji mafê xwe yê parastina rewa û siyaseteke serbixwe  hatibû bêparkirin careke din li hemberî siyaset û êrîşên dijmin yên înkar û qirkirinê dibû xwedî hêzeke siyasî ya serbixwe.
Ji pêvajoya damezirandina tevgera me heya niha hem di milê siyasî hem jî civakî, çandî de destkeftiyên xwe yê pir mezin hebûn. Rejîma Îranê bi zext çavtirsandin, girtin û darvekirinan hewl dabû ku gelên li Îranê bi taybetî jî gelê Kurd ji doza mafê xwe xwestine dûr bixin û bi vi şêvazî pêşî li berxwedan û serî rakirina gel li hemberê hemû cûre qirêjiyên xwe bigre. Lê belê tekoşîn û berxwedana ku kadroyên leheng bi sekneke fedayî li girtîgehan û çiyayên Kurdistanê nîşan da ev siyaseta dijmin şikand.
Di dilê gelê Kurd de hêviyên hê bilintir û girêdaneke hê mezintir avakir. Ji ber ku zîndan li Îranê bubûn cihê dîlgirtin û hilweşandina hereketên azadîxwaz. Hereketa me bi ezmûna ku ji çarenûsa dozên Kurd li Rojhilatê Kurdistanê û bi xwedî derketina li nirx û mîrasê ku pêşiyên me bi kedeke mezin avakiribûn, bi felsefeya Rêber Apo xwe avakiribû. Ji ber vê yekê li Rojhilatê Kurdistanê hereketa me di demeke pir kin de li hemû bajarên Kurdistanê gehişte asteke rêxistinî. Ne tenê li Rojhilatê Kurdistanê di nava gelên din yê Îranî jî PJAK weke tevgereke rizgariyê tê dîtin. Îro di nav refên hereketa me de bi dehan şervanên ji gelên cuda yê ji Îranê hene. Ji bo demokratîk kirina Îranê hereketa me bi avayekî ku hemû gelan û daxwazên wan digire nav xwe, rista tevgereke sîwan girtiye ser milê xwe.

  Ev îdamên dawî û dikare vê agirbestê têk bibe?

Hereketa me di vê pêvajoya agirbestê de tevî hemû siyaseta rejîmê ya înkarê pir hestyar nêz bû. Li gor pîvanên agirbestê tevgeriya. Tevî ku Îran di rewşa herî aloz re jî derbas dibû me ev hestyariya xwe parast. Lê belê rêveberiya Ruhanî ev hestyariya hereket û gelê Kurd di vê demê negirte berçav û bi avayeke herî hovane rêhevalên me darvekirin. Weke ku koordînasyona hereketa me da xuyakirin ev kiryarên rejîmê yê di milê gel û hereketa me bê bersiv nemîne. Di qada siyasî, dîplomasî, civakî û parastina rewa de emê têkoşîna xwe bilintir bikin.
 
 Di polîtîkaya Îranê de li gor berê û niha guhertin heye?

Bi hatina Ruhanî re damezirandina hikûmeta nû, di siyaseta Îranê de hin gûhertin hene. Gor xuya dike yek ji hedefên rejîma Îranê ya hilbijartin û derxistina Hesen Rohanî ew bû ku bikare zextên derve hemberê dewleta Îranê lewaz bike. Hem ambargo hem jî siyaseta tecrît kirinê piştî hilbijartina Ruhanî bi avayeke veşartî ji holê radibin. Têkiliyên bi rêya telefonê bi rayedarên Emerîkî re, peyama ku ji bo çekên nukleerî û lihevhatina derbarê Sûriyeyê de diyar dike ku li derve siyaseteke nermtir tê meşandin.Piştî damezirandina Komara Îslamî cara yekê ye bi rayedarên Emerîka re bi avayekî vekirî têkilî tê danîn. Gor xuya dike dewleta nû bi tavîz dayîna derve û zêdekirina zext bêdadî li ser gelên li Îranê, yê siyaseta xwe ya vê demê bimeşîne. Darvekirina ciwanên Kurd û Belûç jî encama vê siyasetê ye.

 Hun ji bo Rohilatê Kurdîstanê projeyek çawa pêşniyar dikin?

Ji pêvajoya damezirandina hereketa me heya niha ji bona çareseriya pirsa Kurd li Îranê di çarçoveya demokrtîzekirina Îranê de em bi israr bûn. Encax di Îraneke demokratîk de gelên Îranê wê bikarin di nava aştî, azadî û wekheviyê de bijîn. Ji bo  avakirina Îraneke demokratîk û xweseriya demokratîk li Kurdistanê me bi salan li Îranê têkoşîna azdiyê daye û vir û şûnde jî di hemû qadên têkoşîna xwe bi heman perspektîfê emê bidomînin. 

Xebatên parastina rewa di kîjan astê de ne?

Yek ji qadên me yê têkoşînê, qada parastina rewa ye. Ji bo gelê ku bi înkar û qirkirinê re rû bi rû ye parastina rewa yek ji şertên hebûnê ye. Ji damezirandina tevgera me heya niha me hewl da ku em hêzên xwe yên parastina rewa hem di milê ezmûna arteşbûnê hem di milê jimar de zêde bikin. Îro em dikarin bêjin ji Mako bigre heya Kirmanşah me hêzê xwe li hemu çiyayên Kurdistanê bicih kiriye. Hêzên me yên leşkerî li gor pêvîstiyên demê her tim amedekariya xwe mezinkirin, xwe û gelê xwe parastin. Hêzên me yê parstina rewa di hemû demên têkoşîna azadiyê de ji bona parastin, nirx û hebûna gelê me yê hertim di nava sekneke parastinê de bûn ji niha û pêde jî wê bi heman şêwazî tevbigerin.  Heya ku çarenûsa gelê Kurd diyar nebe û gelê me li Rojhilatê Kurdistanê bi azadî nejî, hêzên me yê parastina rewa yê bi rihê Şîrîn, Çalak, Simko û Bahozan bijî û tevbigere.

NAVENDA NÛÇEYAN