Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) û Partiya Komunîst a Afrîkaya Başûr ANC piştgiriyê dide têkoşîna edalet, aştî û mafên siyasî yên gelê Kurd li Rojhilata Navîn û bang dike ku lîderê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî werin berdan.
Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê (ANC) û Partiya Komunîst a Afrîkaya Başûr konferansên cuda li dar xistin û li ser pirsgirêka Kurd biryar girtin. Kongreya Neteweyî ya Afrîkayê, biryara xwe ya li ser mijarê di konferansa navbera 30’ê Hezîranê-5’ê Tîrmehê de girt. Ji bo bibe biryara dawî jî wê pêşkêşî konferansa hilbijartinê ya meha Kanûnê were kirin. Di biryarê de wiha tê gotin:
ʺANC piştgiriyê dide têkoşîna edalet, aştî û mafên siyasî yên gelê Kurd li Rojhilata Navîn û bi israr bang li hemû aktoran dike ku tevlî pêvajoya çareseriya siyasî ya şer bibin. ANC her wiha bang dike ku lîderê Kurd Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî werin berdan.”
Dema ku ANC’ê ev biryar stand, Partiya Komunîst a Afrîka Başûr jî 14. Kongreya xwe ya Neteweyî li dar dixist.
Hewldanên Essa Moosa bûn alîkar
Di kongreyê de, têkildarî berdana Ocalan û çareseriya pirsgirêka Kurd biryarek hate standin. Têkoşîna Kurdan ev demeke dirêj e li Afrîkaya Başûr tê destekkirin. Ji bo parastina mafên Kurdan, sala 1997’an “Koma Tevgera Mafên Mirovan ê Kurdan” hate avakirin. Vê komê ji bo azadiya Ocalan kampanya îmzeyan bi rê ve bir. Serokê komê, dostê Kurdan dadger Essa Moosa, îsal jiyana xwe ji dest da. Moosa, ji bo ANC û tifaqên wê li ser pirsgirêka Kurd biryaran bistîne, bi salan hewl dida, kampanya bi rê ve dibir. Ev hewldan û têkoşîn, di konferansên ANC û Partiya Komunîst de bi ser ketin. Sekreterê koma mafên mirovan Mahmûd Patel anî ziman, ku demeke dirêj e ew li benda van biryaran bûn û ev yek encama têkoşîna bi salan e.
NAVENDA NÛÇEYAN