Dayika Mekîn Kar Xewla Kar, da zanîn ku kurê wê 6 mehan li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ma û serbest hate berdan û di sala 2008'an de dîsa bi heman hincetê hate girtin. Kar, daxuyand ku kurê wê di girtîgehê de fêrî tembûrê bû û her tim li strana Seyda Perinçek a "Çû çû nema tê" û sitrana Comert a "Ez şehîdim" guhdar dikir. Kar, bilêv kir ku kurê wê li gel girtî bû jî her tim rû bi ken bû û wiha got: "Kurê min û endamê HPG'ê Mazlum Erenci (Yilmaz Piling) ku li Dêrsimê jiyana xwe ji dest da bi hevre girtî bûn. Mazlum û Mekin pir ji hev hez dikirin û têkiliyên wan gelek baş bû. Dewletê herdu jî rehet berneda."
'Min dilê dewletê rehet nekir û negiriyam'
Dayika Kar, da zanîn ku kurê di 18 saliya xwe de hate girtin û di sala 2010'an de serbest hate berdan û wiha berdewam kir: "Lê piştî serbest hate berdan jî polîsn ew rehet berneda. Her tim gef lê xwar û ew bêzar kir. Kurê min 2 salan di girtîgehê de ma. Ji min digot 'Dayê qet li ber dijmin xwe xemgîn neke û hêsiran nebarîne' Min jî di got ez qet dijmin kêfxweş nakim. Hemû zarokên girtî zarokên min in. Lê piştî ku hate berdan polisan bi şev û roj ew dişopandin." Dayika Kar Xewla Kar, destnîşan kir ku kurê wê piştî hate berdan ji wê re digot 'Dayê li her derê li pişt min in. Bi şev û roj min dişopînin. Êdî Amed li min bûye wekî zindanê. Dê şevekê min bikujin. Ez dê biçim êdî li vir wisa nabe. Min biryara xwe daye. Soz dibe min dayê ku dema te mirina min bihîst divê tu negirî. Dema tu hat ser cenazeyê min 3 caran min maçî bike û şîrê xwe li min helal bike.' Min ji soz da wî ku ez negirîm. Min soza xwe bi cih anî û ez negiriyam."
Kar, bilêv kir ku hemû ciwanên ku li çiyê tên kuştin zarokên wê ne û heta ku ew sax be dê têkoşîna zarokên xwe bedewam bike u wiha dawi li axaftina xwe anî: "Ez bi zarokên xwe serbilind im. Bila Erdogan baş zanibe ku em dê heta dawî rêça zarokên xwe bişopînin. Kezeba min şewitî bila keseba Erdogan jî bişewite. Ez dê tu carî negirîm û ez serbilind im. "
DÎHA/AMED