
Xweserî nez e
Li salona civînê pankarta bi nivîsa "Ji bajarê rojê, bi tîna rojê û coşa kongreyê Şoreşa Rojava silav dikin" hat daliqandin. Celalettîn Erkmen di destpêka civînê de axivî û got, "HDK'ê dewlemendiya vî gelî nîşan da, cihêrengî û nîjadên cuda anî cem hev." Li dû Ermekn Namzeta Hevserokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Rihayê Leyla Akça peyivî û kantonên li Rojava hatine îlankirin silav kir. Akça got, "Wê xweseriyê emê rojekê li vir jî bicih bînin."
Siyaseta xizmetdariyê
Namzetê Hevserokatiya Şaredariyê Baydemîr jî di axaftina xwe de got, "Aliyên rojhilat û rojavayê Tirkiyeyê, Anatolî-Mezopotamya, gelên Kurdistan û Tirkiyeyê wê rojekê werin gel hev, nasnameyên hev nas bikin û pêşerojeke ronahî biafirînin. Hemû tifaqên xwe dispêrin berjewendiyan wê rojekê bi berjewendiyan re têkeve nava nakokiyan û pevçûna wan destpê bike.
Di têkoşîna me de rant û berjewendî nîne. Ev têkoşîn gomlekekî ji agir e. Her çend ev gomlek me bişewitîne jî ji bo xwişk û biratiya gelan, cihê rûmetdariyê ye ku em vî gomlekî li xwe bikin. Ev têkoşîn têkoşîna Mazlûman, Denîzan e. Xwedîderketina li vê têkoşînê ji bo me deynê rûmetê ye."
Dê ruhê Îbrahîmî bijî
Baydemî bal kişand ser rola jinê ya li nava civakê û axaftina xwe wiha dewam kir: "Eger di nava civakekê de jin ne azad be, ew civak nikare jiyaneke rastî ya azadiyê bijî. Civakek zilmê li jinê bike, nikare xwe ji zilm û zordariyê rizgar bike. Ji bo min deyneke ku li vî bajarî li dijî cihêkarî, tundî û neheqiya li jinê tê kirin derkevim." Baydemîr da xuyakirin ku ewê li dijî qetilkirina jinan di bin navê namûsê de têbikoşe û got, "Têkoşîna li dijî zewaca zarokan, bila ji bo min deynekî rûmetê be. Li vê cografyayê wê êdî ruhê Brahîmî bijî û emê li dijî Nemrûdan têbikoşin. Emê li vî bajarî jiyaneke nû ava bikin. Emê li dijî feraseta ku heta roja îro ev bajar bi mejiyekî teng birêve biriye têbikoşin û ew zîhniyet wê biçe. Her rejîmeke zalim û dîktator dê rojekê têk biçe."
Amed bû mînak
Baydemîr destnîşankir ku di sibeha 31'ê Adarê de wê ronahî li ser bajarê Xelîl Brahîm hilê û got, "Feraseta; ez Serokê Şaredariyê dizanim, ezê bikim wê ji holê bê rakirin. Min Serokatiya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê kir û bi tena serê xwe min biryarek bi tenê jî negirt. Bi gelê xwe re, bi rêxistinên civakî yên sivîl re, bi komîsyonên taxan re, bi mûxtaran re ji bo berjewendiyên bajêr emê bi mejiyekî hevpar biryarên xwe bigirin. Emê ezmûna xwe ya di warê ragihandin, avadanî, binesazî, polîtîkayên civakî û trafîkê de, pêşkêşî Rihayê bikin. Ez Rihayî me, dil nizm im, ji tevahiya dengan razî me."
Wê bibe mizgîniya rojê
Baydemîr xweseriya li Rojava jî nirxand û got, "Kurdistanek bê Rojava nabe. Em ji heft heta heftê salî deyndarên Rojava ne. Rojava ji bo me her tişt e. Riha jî cîran, çav û dilê Rojava ye. Ji ber vê yekê di warê stratejîk de cihekî gelekî girîng e. Azadiya rojava temînata azadiya me ye."
RIHA