Di 3’ê Tebaxê de piştî ku DAIŞ’ê Şengal dagir kir, Yekîneyên Berxwedana Şengalê hat avakirin û ev hêz bû hêviya civaka Kurdên Êzîdî. Ji fermandariya YBŞ’ê Dilşêr Herekol da zanîn ku YBŞ navê ji dîrokê ders derxistinê ye. Herekol der barê YBŞ’ê, serketin û girîngiya wê de wiha got: “Li Kurdistanê ji ber ku gelê Şengalê bêyî parastin bû avabûna YBŞ’ê ferz kir. Heta niha dewletek, an jî hêzeke statukoyê ew neparastine. Dema dikevin zorê van gelan terk dikin. Hêzên dewletê ji bo vê berdêlê nadin. Bi giştî li gorî berjewendiyên xwe tevdigerin û ji bilî jî piranî nirx û berjewendiyên gel piştguh dikin. Li ser Rojhilata Navîn gelek hesab tên kirin. Her tim dixwazin ji nû ve dîzayn dikin. Ji ber vê jî şer her tim heye. Di hawireke wisa de hêzek ku parastina wê ya xweser tunebe her tim bi tehdîda komkujiyê re rû bi rû ye. Bi taybet jî li herêma ku gelê me yê Êzîdî heye her tim ev xetere heye. Li dijî vê em neçar man vê parastina xweser ava bikin. Di esas de beriya vê komkujiya dawî xebatek me hebû. Me xetereya li dijî Şengalê didît, lê ji ber hin helwestan ev xebat pêk nehat.”

´YBŞ hêza Êzîdiyan e´

Herekol derbarê nêzîkbûna civaka Êzîdî ya vê hêza parastinê jî wiha got: “Êzîdî di dîrokê de gelek caran hêviyê wan hatine şikestin. Baweriya wan nemaye. Ew jî di nava YBŞ’ê de hene, zarokên wan jî têde hene. Dema tehdîdek hebe ev bernadin û narevin. Ji ber ku di hundir de, xwişk û bavê wan hene, mewziyên xwe bernadin û naçin. Beriya komkujiyê hêzên hatibûn vir îdîa dikirin ku wê vir biparêzin. Lê piştî çeteyên DAIŞ’ê hatin wan Şengal berda û reviyan. Piştî komkujiyê derket holê ku tu hêzên derve Êzîdiyan naparêzin. Baweriya ku dan hêzên statukoyê yên Şengalê careke din têk çû. Roja komkujiyê ev zelaltir bû. Derket holê ku partiyên desthilatdarî û dewletê Êzîdiyan naparêzin. Bi avabûna YBŞ’ê re ji bo gelê Êzîdî hêvî çêbû. Ev hêzek ji wan e. Hêzeke ku xwedî li rûmeta xwe derdikeve ye.”

´Şengal wê tim ya Êzîdiyan be´

Fermandarê YBŞ’ê Dilşêr Herekol da zanîn ku bi Êzîdiyan re hêviyek mezin hatiye afirandin û di vê mijarê de jî wiha pêde çû: “YBŞ’ê navê ku divê ji dîrokê ders bê derxistin e. Komkujiya pêk hat tirsek mezin afirand. Bi berxwedana YBŞ’ê ev tirs hat parçekirin. DAIŞ ji derve ve pir hatibû mezinkirin û hêzên ku piştgirî didan DAIŞ’ê tiştekî wisa belav dikin. Dema li vir şer pêş ket û darbe li çeteyan hat xistin, her kesî dît ku DAIŞ gurekî ji kaxizê ye. Bi berxwedana YBŞ’ê hêvî çêbû û tevlibûn her diçin zêde dibin. Êrîşên çeteyan li ser esasê komkujiya ku di Tebaxê de nîvco maye temam bikin. Ev berdewama komkujiyê ye. Hesabên DAIŞ’ê negirt. DAIŞ’ê dixwest ala xwe li çiyayê Şengalê biçiqîne lê li dijî berxwedanê hesabê wan xera bû. Ji ber vê jî êrîşên ku niha pêk tên jî berdewama van êrîşan e.”

´Heta serkeftinê berxwedan´

Herekol derbarê rizgarkirina Şengalê de jî wiha got: “Li her çar aliyê Şengalê şerê dijwar dewam dike. Çeteyan darbeyên giran xwarin. Bila dost û dijmin vê baş bizane ku DAIŞ wê nikaribe ala xwe li çiyayê Şengalê biçikîne. YBŞ hêzeku ku nû hatiye avakirin. Tevî vê gelekî pêş ketiye. Emê heta dawiyê gelê xwe yê Şengalê biparêzin. Ji bo rizgarkirina Şengalê bi hêzên din re, bi HPG û kesên din ên dixwazin tevlî têkoşînê bibin re em ê pêngav bi pêngav Şengalê azad bikin. Armanca me azadkirina Şengalê ye. Ji ber vê jî wê têkoşîn û berxwedan pêş bikeve. Ez eşkere vê bêjim wê hewesa hinekan di dilê wan de bimîne. Emê ji bo axa Şengalê heta dawiyê têbikoşin.”


DILŞÊR ERNESTO/ÇIYAYÊ ŞENGALÊ