Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Berxwedana Şengalê (YBŞ) Mezlûm Şengalî derbarê çûyina leşkerên Tirk a Başîka de axivî û got, ev hewldan di bin nasnameyeke cudatir de wê hebûna DAIŞ’ê li herêmê dirêj bike, û ev hewildanên ji bo wê yekê ne ku Şengal careke din were dagirkirin.

Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mezlum Şengalî hatina leşkerên dewleta Tirk a ser axa Herêma Kurdistanê ji RojNews re nirxand û got: “Li herêma Başîka pirr neteweyên cuda dijîn. Dewleta Tirk, ji ber ku bi DAIŞ’ê re xwedî heman ferasetê ye, li dijî pirrengîbûnê û baweriyê ye, ev jî metirsiya li ser gelê vir zêdetir dike.”


‘Xwedî ferasetek nîjadperest e’

 Şengalî ragihand ku gel jî hebûna leşkerên Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê û li ser axa Iraqê qebûl nake, û wiha pê de çû: “Jixwe gelê li vir hatina wan a vê deverê qebûl nake. Li dijî vê nerazî ne. Gelê vir xwe bi rêxistin kiriye. Gelê vir êdî pêwîstî bi dewletên weke yên Tirk nîne. Îro hatina wan, maneya wê parastina çeteyên DAIŞ’ê ye. Di rastiyê de ev planên ku berê dewleta Tirk bi çeteyên DAIŞ’ê re kiriye, wan dixwest sînorên Osmaniyan careke din bixin destê xwe, dixwazin vê pêk  bînin.”

Şengalî diyar kir ku dewleta Tirk xwedî feraseteke nijatperest e û got tenê nîjadperestî û olperestiyeke Sunî dide pêş. Şengalî bi bîr xist ku li ser van axan gelek bawerî û pêkhateyên çînên cuda bi hevre dijîn û got: “Dewleta tirk dixwaze li ser şidetê xwe bi rêxistin bike. Lê ev jî tunebûna gelên vê herêmê ye.”

 

Dewleta Tirk hişyar kir

Fermandarê Giştî yê YBŞ’ê Mezlûm Şengal di dewama axaftina xwe de bang li hemû hêzên herêmê kir da ku li hemberî vê dagirkeriyê rabin û wiha peyîvî: “Em bang li hemû hêz û gelê herêmê dikin li hemberî vê dagirkeriyê xwe rêxistin bikin. Xwe li hemberî vê dagirkeriyê bi rêxisitn bikin û rê nedin ku di aliyê siyasî û leşkerî de axa wan bê dagirkirin û di aliyê parastina cewherî de parastina xwe bikin. Dîsan em bang li dewleta Tirk dikin leşkerên xwe ji ser axa Iraq û Kurdistanê vekişîne. Ger wiha dewam bike, em ê helwesta xwe ya herî tund nîşan bidin. Li hemberî hemû êrîşên derve wê parastina me ya rewa bê kirin.

 

‘Ji bo dagirkirina Şengalê ye’

Mezlûm Şengalî diyar kir ku hatina leşkerên Tirk li Başîkayê, li ser gelê Êzîdî tehlûkeyê dide çêkirin û wiha peyivî: “Hatina dewleta Tirk a Başîka careke din ji bo dagirkirina Şengalê ye. Em qebûl nakin ti hêzeke din bê ser vê axê. Ev tê wateya şer. Niha çawan berê DAIŞ bû, niha jî dewleta Tirk e. Ji ber heman zêhiniyet e û nêzikatî yek e. Ger ev bikevin ser axa Şengalê wê helwesta me jî çêbe. Em ê li hemberî hemû hêzan parastina xwe ya rewa bikin.”


‘Bila yekîtiya gelê Kurd lawaz neke’

Mazlûm Şengalî bang li PDK’ê kir da ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk nerazîbûnê nîşan bide û wiha axivî: “Bangewaziya me ya ji bo PDK’ê jî ew e ku pêşengtiyê neke ji karên ji bo lawazkirina yekîtiya gelê Kurd re. Divê dewleta dagirker a Tirk li ser vê axê bicih neke. Ji berjewendiyên hizbî zêdetir li berjewendiyên neteweyî û gelê Kurd bihizire û bide pêş û wan ji ser vê axê derbixe.” 


 ROJNEWS/ŞENGAL