Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik ji rojnameya Ronahî ya li Rojavayê Kurdistanê re axivî û da zanîn ku agirbestek di navbera Rûsya û Emerîkayê de heye û got: “Ev komên ku li Şêx Maqsûd şer dikin, girêdayî Emerîka û Tirkiyê ne. Çawa agirbest dewam dike û ev jî êrişî Şêx Meqsûdê dikin? Ev dide xuyakirin ku êrişên li dijî Şêx Meqsûdê bi daxwaziya Emerîka û Tirkiyê ne.”

Cemîl Bayik bal kişand ser êrişên komên çete yên Koalîsyona Sûriyeyê bi ser taxa Şêx Meqsûdê û got: “ENKS li gel komên êrişî Şêx Meqsûd dikin, cih digire, di koalisyona wan de ye. ENKS bi roleke xirab radibe. Di xizmeta dijmin de êrişî Kurdan dike, li gelek cihan ev derketibû holê. Ger ENKS li dijî wê êrişê be, dikare vê diyar bike, dikare ji wê koalisyonê dûr bikeve. Lê mirov dîqet bike, ENKS li dijî wan dernakeve, ji wê koalîsyonê jî dernakeve, yanî wan êrişan rast dibîne, ji ber ku ew bixwe jî têde ye.”


‘ENKS daxwazên PDK’ê pêk tîne’

Hevserokê KCK’ê Bayik bi bîr xist ku berê, gelek partiyan di nava ENKS’ê de cih digirtin û  got: “Îro gelek partî ji ENKS derketine. Yanî ENKS bi nav maye. Bi rastî ENKS nemaye. Yên mayî jî PDK´ê temsîl dikin. PDK ji bo wan çi dibêje wê esas digirin. Ew li Başûr bi îmkanên PDK´ê dijîn. Ji bo wê jî daxwazên PDK´ê pêk tînin. Yê ku ew di nava koalisyona Sûriyê de jî bi cih kirine, PDK ye. Yê ku di qada navneteweyî de ji bo wan têkîliyan çêdike, PDK ye. PDK wan bi rêxistin û perwerde dike, hemû derfetan dide wan.”


‘Zerarê dide bercewendiyên gelê Kurd’

Cemîl Bayik diyar kir ku siyaseta PDK´ê ku li Rojava, Bakur, Başûr û Rojhilatê Kurdistanê dimeşîne xizmeta berjewendiyên gelê Kurd nake û got: “Siyaseta PDK’ê berevajî, zirarên mezin dide Kurdan û xizmeta dewletên dagirker, taybet jî Tirkiyeya faşîst û DAIŞ´ê dike. Mirov binêre li ser Rojava, DAIŞ, Tirkiye û PDK  ji bo ku zirarên mezin bigihînin gel; bi hev re ambargo û dorpêçê didin meşandin. Tirkiyê ambargo dike, PDK dike, DAIŞ dike. Tirkiyê hêzên xwe dixwaze têxiyê, PDK dixwaze hêzên xwe têxiyê û ji xwe DAIŞ her tim êriş dike. Yanî dixwazin Rojava tasfiye bikin, vê şoreşê û îradeya Kurd ji holê rakin.”


‘Xwe nêzîkî TEV-DEM û PYD dikin’

Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik destnîşan kir ku PDK dixwaze Rojava bi temamî têxe xizmeta xwe û weha pê de çû: “PDK li ser Rojava ambargo û mudaxeleyê dimeşîne. Nahêle tiştek biçe wir. Bi Tirkiyê û DAIŞ´ê re dixwazin Rojava bê nefes bihêlin, teslîm bigirin. Ji bo wê, vê dijminahiyê dikin. Li aliyê din her ku diçe rastiya wan derdikeve holê û bandora wan jî namîne. Dawî li Şêx Meqsûd ên ku êrişan dikin, kuştin û xirabiyan dikin, koalisyona Sûriyê ye ku ew jî di nav de ne. Milet vê dibînin. Yên ku berê di ENKS´ê de cih digirtin jî vê dibînin. Heta yên ku niha tê de cih digirin jî, yên ku li gel PDK´ê cih digirin jî xelkê wan vê rastiyê dibîne, her ku diçe xelk ji wan dûr dikeve. Xwe nêzîkî TEV-DEM, PYD û kantonan dikin. Li nirxên vê şoreşê xwedî derdikevin.”


‘Divê gelê Kurd rastiya ENKS bibînin’

Cemîl Bayik got, divê her însanekî Kurd, xwedî şeref û namûs, ê ku netewetiyê esas digire, pêwîst e rastiya ENKS’ê bibîne û weha axivî: “Pêwîst e li dijî vê bisekinin, pêwîst e ku li gel ENKS´ê cih negirin, li gel gelê xwe, mirovatî û tekoşîna xwe cih bigirin. Ji bo wê jî, gelê Rojava pêwîst e dijminahiya PDK, DAIŞ û Tirkiyê bibîne. Dijminahiya koaslîsyonê bibîne. Wê demê çiqas êriş dibin bila bibin ser, çiqas ambargo hebe bila hebe, çiqas komplo dibin bila bibin, dikarin hemûyan xira bikin, bi hêza Kurdan dikarin Kurdan bi ser bixin. Ji bo hemû Kurdan jî li ser vî esasî ez serkeftinê dixwazim.”


‘Li Bakur jî PDK di xizmeta AKP’ê de ye’

Hevserokê KCK’ê Bayik di dewama axaftinên xwe de got, PDK li Bakurê Kurdistanê jî siyaseteke di xizmeta AKP’ê de dimeşîne û axaftinên xwe weha domandin: “Niha Erdogan ji PDK´ê re dibêje; ‘tu li gel me, li dijî PKK bisekine, bi PKK´ê re şer bike, tiştên ku em li dijî Kurdan dikin, qebûl bike, dengê xwe neke, piştgiriya me bike, wê demê em ê piştgiriya we bikin ku hûn jî dewleta kurdî çêkin. Em ê alîkariya we bikin ku hûn li Rojava, Bakur xwe birêxistin bikin. Em ê we bixin şûna PKK´ê, em ê we bixin alternatîf. Yanî li ser tasfiyekirina PKK´ê û şoreşên Bakur û Rojava em ê wê bi pêş bixin.’  Ew jî ji vê bawer dikin, li ser vî esasî, li gorî daxwaza wan kar dikin, pêngavan diavêjin.”

Hevserokê KCK’ê Cemîl Bayik da zanîn ku ev siyaseta Erdogan xizmeta PDK’ê jî nake û got: “Ji bo wê, ev siyaset her ku diçe di nav hemû beşên Kurdistanê de PDK´ê tengav dike. Her ku diçe lawaz dibe. Kî xizmeta siyaseta Erdogan bike, ew têk diçe. Pêwîst e PDK jî vê bibîne û hemû Kurd jî vê bibinin.” 


 NAVENDA NÛÇEYAN