Emerîkayê hêzên xwe ji nuqteyên sînor ê li bajarê Serêkaniyê û Girê Spî  kişand.QSD´ê jî got:”Em kêliyekê ji bo parastina xwe ranawestin.Û bang li gelên herêmê kir ku xwe bikin yek. “

Ji destpêka şoreşa Rojava ve gefên dewlete Tirk li dijî rojava û Rojhilatê Sûrî dewam dikin. Ev demek bû xebatên ji bo pêkanîna mekanîzmeya ewlehiya sînor di rojevê de bûn. Piştî lihevkirinên aliyan diviya bû ku gefên dewleta Tirk bi dawî bibûna û berfirehkirina diyalogên Sûrî û prosesa siyasî biketa dewrê. Piştî ku Serokkomarê Tirk Recep Tayyîp Erdogan bi Serokê DYE’yê Donald Trump re bi rêya telefonê axivî, doh serê sibê Emerîkayê hêzên xwe ji nuqteyên sînor ê li bajarê Serêkaniyê yê Kantona Hesekê û Girê Spî yê Herêma Firatê dest kişand. Qesra Spî li ser mijarê daxuyaniyek da û ragihand ku Tirkiye ‘wê di demeke nêz de’ operasyonekê bike û diyar kir, ew ji sînor vekişiyane û ji niha û pê ve wê Tirkiye ji DAÎŞ‘iyên girtî berpirsyar be. Di daxuyaniyê de hate gotin, “Hêzên Emerîkî wê piştgiriyê nedin operasyonê, wê tevlî operasyonê nebin û hêzên Emerîkî yên DAÎŞ têk birin wê êdî ne li qadeke nêz bin.”

Diyariyeke ji bo Rûsya, Îran û DAIŞ`ê ye

Nûnerê Emerîkayê yê berê yê Koalîsyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ`ê Brett McGurk li ser Twitterê nerehetiya xwe der barê daxuyaniya Koşka Spî de anî ziman û got biryara DYE’yê ji Rûsya, Îran û DAIŞ’ê re wekî diyariyekê ye û got:  “Di cewherê hemû aliyan û siyasetên derve yên DYE`yê de şaşiyên wiha hene. Îro jî heman şaşiyê kambaxtir dubare dike û ji wê demê ve rayedarên Emerîkayê QSD îqna dikir ku em ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bimînin. Li ser vî esasî rayedarên Emerîkayê bi QSD`ê re li ser plana “mekanîzmaya ewlehiyê” li hev kir û li ser sînorê Sûriye-Tirkiyê hemû bendên parastinê rakirin da ku Tirkiye xaka Sûriyê binpê neke.”

QSD: Em amade ne

Fermandariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) jî têkildarî vekişandina hêzên Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) û gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand. Daxuyaniya QSD’ê wiha ye:“Ji bo bi Tirkiyê re şer çênebe em gelekî nerm tevgeriyan da ku mekanîzmaya ewlehiya sînor pêk were. Berpirsiyariya xwe me pêk anî, lê hêzên Emerîkayê erkên xwe pêk neanîn û hêzên xwe ji herêmên sînor ê bi Tirkiyê re vekişandin. Niha jî Tirkiye amadekariya operasyona dagirkirina Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike. Ev operasyona leşkerî ya dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê wê bandoreke neyînî ya mezin li şerê bi çeteyên DAIŞ`ê re bike, her wiha wê xebata salên çûyî ji bo îstiqrarê jî têk bibe. Em wek Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) kêliyekê ji bo parastina xwe ranawestin. Em bang li gelê xwe bi hemû pêkhateyên wê yên Ereb, Kurd, Suryan û Aşûr dikin ku xwe bikin yek û li kêleka hêzên xwe yên rewa bisekinin da ku parastina welatê xwe ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker bikin.”

Gefên xwe zêdekirin

Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) jî der barê gefên dagirkeriyê yên dewleta Tirk daxuyaniyeke nivîskî weşand û got; “Gefên dewleta Tirk yên pêkanîna êrişan li ser herêmên sînor ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê zêde bûne û gihiştiye lûtkeyê. Ji bo  pêkanîna mekanîzmeya ewlehiyê hêzên Sûriyeya Demokratîk bi erkên xwe rabûn. Diviya bû dewleta Tirk jî ya diket ser wê pêk baniya, lê berovajî tevgeriya û gefên xwe dewam kir. Em eşkere dibêjin, gefên Tirkiyê yên domdar hişt ku DAIŞ endamên xwe li çolistana Sûriyê ji nû ve bixe nava tevgerê û şaneyên xwe yên veşartî carek din çalak bike. Ev gef wê bihêlin ku aliyên herêmî yên din ji bo daxwazên xwe careke din qertên xwe di ber çavan re derbas bikin û xwe amade bikin ji bo her valahiyeke Hêzên Sûriye Demokratîk dagirin.

 

NAVENDA NÛÇEYAN