DYE’yê li dijî êriş û gefên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê helwêst nîşan da û got, ‘’DYE wê nehêle gavên yekalî li derveyî sînor bavêje’’.

Wezîrê Berevaniyê yê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) Mark Esper dema serdana Tokyoyê daxuyanî da. Esper got, êrişeke Tirkiyeyê ya li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê ‘’wê neyê qebûlkirin’’ û wiha dewam kir: “Tişta ku em (DYE) ê bikin ew e ku em ê gavên yekalî yên li derveyî sînor asteng bikin; lewma ev ê zirarê bike li berjewendiyên hemû aliyan ango DYE, Tirkiye û QSD´ê li Sûriyê.”

Esper wekî din got ti “niyeta” DYE´yê nîne ku dev ji QSD´ê berde weke hevgirê di şerê li dijî DAIŞ´ê de, lê ti garantiyên parastinê li dijî dagirkeriya Tirkiyeyê jî bi lêv nekirin. Wezîr Esper her wiha got, ew hêvî dike li Enqerê di encama danûstandinan de lihevkirinek çêbe.

 

TOKYO