
Li navçeya Mêrdînê Mîdyadê, li pêşiya Midûriyeta Polîsan ya li ser rêya Nisêbînê, teqînekê rû da. Rayedarê dewletê her çiqasî agahiyên; “2 polîs, 2 sivîl 4 kesan jiyana xwe ji dest da 30 kes jî birîndar bûn” belav kirin jî çavkaniyên herêmî ragihandin ku herî kêm 20 polîs mirin û zêdeyî 100 birîndarî jî heye.
Li navçeya Midyadê ya Mêrdînê di çalakiya li hemberî Midûriyeta Polîsan a Midyadê de hate hinbûn ku herî kêm 20 polîs mirine. Di nûçeya ANF’ê ya agahiyên ji rayedarekî nexweşxaneyê girtiye de hejmara miriyan ji 20 zêdetir e. Çavkaniyên herêmî jî agahiyên ku îdia piştrast dikin dan.
Li aliyê din hate îdîa kirin ku 2 kesên sivîl ên rayedarê dewletê dibêjin di teqînê de mirine ji aliyê polîsan ve hatine kuştin.
Hikûmeta AKP’ê ji bo agahiyan ji raya giştî veşêrîn mîna çalakî û bûyerên din li ser teqîna Midyadê jî qedexeya weşanê danî.
Rojnameger rastî êrîşê hatin
Rojnamegerên ku xwestin teqîna li dijî midûriyeta polîsan a Midyatê bişopîne çûn Midyatê rastî êrîşê hatin. Rojnameger Sertaç Kayar, Hatice Kamer û Mahmut Bozarslan dema nûçe dişopandin rastî êrîşê hatin. Rojnameger Sertaç Kayar diyar kir ku dema dîmen dikişandin komekê êrîşî wan kir û destûr nedan ku ew dîmen û wêneyan bikişînin. Sertaç, anî ziman ku ew 3 kes birîndar bûne û Hatice Kamer ji serê xwe birîndar bûye û Hatice û Mahmut rakirin nexweşxaneyê.
MÊRDÎN