Peyva „empatî“ tê wateya; ji nêrîn, hîs, awa, teşe, taybetiya kesayetî, cudahiye nijadî, reng û zayenda kesan re rêz girtinê, yan jî hewldana xwe di kesayetiya van cudahiyan de rabîhîstin (hîskirin) e. Empathî peyveke girêkî ye û têkiliya wê  bi raya lêkera girêkî „pathî“ re heye. Formeke vê peyvê di kurdî de jî dijî; „Pate dayîn“ Ango ji bo nirx û têgihîştinên kesên din pate dayîn e.

 Empatî di xwezaya mirovan de heye, lê divê mirov fêrê empatiyê yan jî patedayînê (Patedêrî) bibe. Bi gotineke kurt û kurmancî empatî mijareyeke perwerdê ye. Endamên civakên di perwerdeya wan de empatî û ji cudahiyan re rêzgirtin hebe, di wan kesan de şiyana empatiyê jî bi pêş dikeve. 

Perwerde bi kurtî ji bo jiyaneke serkeftî mirovan amadekirin e. Perwerde ne tenê mijara amadeyî, zanyariya di nava malbat û dibistanan de werdigire, têgîhîştineke giştî dixwaze. Ango li kolanê, li bazarê, li ofîs û saziyan, li her cihê ku jiyan lê heye, divê perwerde hebe, bê navber bidome û xwe nû ke. Divê xwe biguhezîne çandeke jiyanî. Li welatên her tişt pêşketî empatî di sewiyeyeke gelek bilin de ye. Ev jî rê li pêşiya jiyaneke birêkxistinî, zanistî û empathî dagirtî re vedike.


Hin mînakên balkêş

Li bajare Almanyayê HB dibistanekê projeyeke „empatiyê“ wek ders hildibijêr e. Pola şeşan  zaroke yeksalî bi tevê dayika wê wek piroje hefteyek anî dibistanê. Bi têkiliya zarokan û pitikê xebitîn ku mijara empathiyê bi xwendekarê xwe bidin hiskirin. Pola heştan jî mijara parsekan hilbijart û ji bo ku bikanin parsekan têbigihîjin, komeke xwendekar du roj ji bo parskirinê çend saet li navenda çarşiyê derxistin parskirinê. Pola nehan jî komek şand kampa pênaberan da ku li ser reng, rewş û dijwariyên wan lêkolînan bikin, li pey jî li ser mijareyan nîqaş hat kirin, da ku zarok bikanin fêrî empathiyê bibin.

Dema em li welatên Rojhilata Navîn dinêrin, dibînin ku di malbatê de bav xweda ye, diktator e, bixwaze dikuje û difiroşe, empatiyeke ji bo zarokan hima bigire tune. Di dibistanan de naveroka dersan li ser dogmayan rûniştiye, destûra mijareyên dersê di pirsiyariyên rexneyî re derbaskirinê tune. Mamost dewlet e, diferme, zor û kotekê bikartîne. General û polîs ne tenê li êşkencexane, qereqol û li kuçeyan, dikanin biçin di nav malbat û dibistanan de jî li zarokan bidin. Komên nijadperest û bi paşverûtiya dogmayên dîn dagirtî, di bin parastina polîsan de êrişê xwendekarên xwedî dîtinên cuda dikin. Hemû kêmar, neteweyên bindest û ciran tenê wek objeyên xirabî, bêbextî, xayîn û gorî tên dîtin û fêrkirin. Bilêvkirinên wek, „ezê te bikujim, serjê bikim, bidim kuştin, xayîn, paşmayîyên ji ber devê şûr mayî, qetla van kafiran helal e û û“ rojane, heta her kêlî tên bikaranîn û wek mijareyên dersê tên fêrkirin. Li gel wan diruşmên hovane navên gelan wek çêran tên bikaranîn. Mîna „Ulan durzî, ermenî, kurd, çîngene, dolê yunan û hwd.“ li kolanan, li cihê kar di saziyan de bi rojane tên bikaranîn. Bi gotineke kurt û kurmancî çand û perwerdeya kotekê li her qada jiyanê serdest e û hê di ser derdan re van kirinên cinawirî wek fermana „Allah“ didin pejirandin. Di civakên di bin perwerdeyeke wiha cinawiran diafirîn de, ne cihê empatiyê, ne jî cihê wîjdan û merhemetê dimîne. Tenê giyana xwînrijandin, zulm û zordestiyê pêş dikeve. Serkariyên tirk ereb û farisan tev de bi vê sadîstiyê hatine perwerdekirin. Kêliya berjewendî û tirsên kesayetî jî lê zêdebûn êdî dibin tîranên cinawir.

Dema em tenê li serkariya Tirkiyê dinêrin, têdigêjin ku tev de çandeke wiha hovane di giyana xwe de dane çandine û li seranserê Tirkiyê li cihê perwerdeyeke li ser bingehê zanyarî û mirovbûnê çanda perwerdeyeke sadîstî dane rûniştin. Her tişt li ser bingehê dogmayan û perwerdeyek mafyayî dimeşe. Lema li dij kêmar, têgihîştinên cûda, zayend û kesayetiyan tenê helwesteke hovane û cinawirî heye. Bi gotineke kurd ji serokkomar RTE bigire ta mirovên ji rêzê tev de bi awayekî hestê mirovxwirî li mirovan dinêrin. Hetanî tev de di terapiyeke demdirêj re neyên derbaskirin, mejiyên wan bi nû ve neyên programkirin, hêviya evana rojekê bikanin bi empatî li mirovan binêrin tişteke vala ye. Lewre tev de şîzofirenên kronîk in.