Îsmet Şerîf Wanlî gava ku 9´ê Mijdara 2011´an li Lozanê wefat kir, li pey xwe emrekî bi temamî ji bo Kurdistanê kirî diyarî hişt, ji tevgera xwendekarên Kurd li Ewrûpayê heta bi serokatiya KNK´ê.
Prof. Îsmet Şerîf Wanlî ku ji bilî zanyariya xwe bi cihê xwe yê di nava siyaseta Tevgera Azadiya Kurdistanê de navdar e, beriya niha bi 7 salan li bajarê Swîsreyê Lozanê 8´ê Mijdarê wefat kiribû. Ew ê bi angajmana xwe ya di nava Parlamenta Kurdistanê ya li Derveyî Welat û KNK de û beriya wê di bizava rizgariya Kurdistanê ya li her çar parçeyên Kurdistanê bê bibîranîn.
Prof. Îsmet Şerîf Wanlî, 21´ê Mijdara 1924´an li taxa Kurd a Şamê tê dinyayê. Bavê wî Muhemed Şerîf Wanlî berê ji herêma Wanê koçberî Şamê bûye, gelekî beriya Împeretoriya Osmanî ji hev de bikeve. Dayika wî Xayriya Abdulla Alarraşî bi xwe, bi eslê xwe ji Diyarbekirê bû ku tevî malbata xwe koçberî Şamê bûbû.
Ismet Şerîf Wanlî piştî ku xwendina xwe ya destpêkê li Şamê qedand, ji bo dewamkirina xwendina xwe çû Beyrûdê. Wî Muhendisiya Avahîsaziyê sal û nîvê xwend û pê hisiya ku dilê wî hin beş û dersên din dixwaze. Wanlî li ser vê berê xwe da bajarê Swîsreyê Lozanê ber bi dawiya sala 1948´an. Wî li wir zanyarê Kurd ê navdar Nuredîn Zaza nas kir li Zanîngeha Lozanê.
Axir Wanlî serketî li vir lîsansa xwe di beşa hiqûqê de bir serî û bû parêzer. Wî xwendina xwe li Cenevreyê dewam kir û di dîrokê de mastira xwe û di beşa zanistên siyasî de jî doktoraya xwe kir. Teza wî ya doktorayê li ser mafê gelê Kurd ê diyarkirina çarenûsa xwe bû. Wî li vir avakirina welatekî ku xwe bisipêre mafê mirovan û hiqûqa navneteweyî dida ber analîza xwe.
Damezrênerê KSSE´yê
Tevî xwendekarên din ên Kurd li Dîasporayê ew yek ji wan kesan bû yekemîn rêxistina xwendekarên Kurd li derveyî welêt wê damezrandana sala 1956´an bi navê Kurdish Student Society in Europe (KSSE). Ev gaveke mezin bû, ji ber ku gelek rêxistinên xwendekaran ên ji Iraq, Tirkiye û Sûriyê, îdîa dikir ku rêxistineke xwendekarên Kurd ne lazim e, ji ber ku ew bi bernameyên xwe xwedî li berjewendiyên xwendekarên Kurd jî derdikevin.
Axirî, Îsmet Şerîf Wanlî hê hingê bi biryar bû ku li Ewrûpayê bibe dengê gelê Kurd. Ew li seranserê Ewrûpa li konferansên KSSE´yê geriya û sala1958´an weke nûner hat hilbijartin ji bo beşdariya Konferansa Navneteweyî ya li Londonê ya ku lê gelek netewe dihatin temsîlkirin. Ew di heman demê de nûnerê KSSE´yê bû li konferansa salane ya Sendîkaya Navneteweyî ya Xwendekaran.
Iraqeke federal û demokratîk
Ew destpêka sala 1959´an çû Parîsê ku li ber destê Kamuran Bedirxan li kursiya Kurdolojiyê bixwîne. Ew ji sala 1962 heta 1966´an berdevkê Mele Mistefa Barzanî bû li Ewrûpayê. Paşê di navbera 1975 û 1976´an de bi heman erkê wê rabûya. Wî ji bo Mistefa Barzanî digot: “Wî digot, tu ji otonomiya Kurdan bawer nakî. Min gelek caran pêşniyaz kir ku ew divê fikra xwe ji ser otonomiya Kurdan veguherîne ser Iraqeke federal û demokratîk ku Kurd jî tê de bibin xwediyê dewleta xwe ya federal.”*
Wanli piştî Aşbetalê êdî bawer dikir ku tevgerên Kurd piştî sala 1945´an baweriya xwe ji dest dane beramberî welatekî serbixwe û azad ji bo miletê Kurd.
Di dewamê de Wanlî wê bi karê xwe yê zanistî daketa û gelekî jî serketî bûya.
Piştî ku PKK li Bakurê Kurdistanê di asta serhildanên gel de dikarî tevgera Kurdistanê li beşê welêt ku hêvî jê hatibûn birrîn, zindî bike, hestên vejîna neteweyî li cem Îsmet Şerîf Wanlî jî peyde bûn. Sala 1995’an bû Serokê Înstîtûta Kurdî ji bo Lêkolîn û Zanistê li Berlînê. Heman salê bû endamê Parlamantê Kurdistanê li Derveyî Welat (PKDW). Ew sala 1999’an bû serokê Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK). Wanlî 9´ê Mijdara 2011´an li bajarê Swîsreyê Lozanê piştî nexweşiyeke demdirêj wefat kir.
* Ji pirtûka “The Struggle of Iraqi Kurdistan” (1969) hat wergritin.