Ji 18 filmên ku ji bo peykervantiya zêrîn, ketin pêşbaziyê, ji vana filma bi navê “Divê Sezar Bimire” yê Îtaliyan ê çîroka hin mehkûmên ku dixwazin di girtîgehê de lîstoka Sezar a ji aliyê Shakespeare ve hatiye nivîsandin, beleyîzin vedibêje, xelatê wergirt. 8 sal in, Alman hewl didin xwe bigihînin peykera zêrîn, lê filma Barbara ya ku favûriya Almanan e, tenê karî peykereke zîvîn bi dest bixe.
Her du derhênerên bira yên Îtalî, Paolo Taviani 80, Vittorio Taviani jî 82 salî ne. Tam 50 sal in, dixwazin tişteke nû bînin ser perdeya spî. Şêwaza wan nedişibe, sîmena, ne şano, ne belgewarî û ne jî vegotinê. Piraniya berhemên wan tevlîhev in. Gelek caran dibin weke pêkhateyeke ji peyaman tije.
Her du bira ji Roberto Rossellini bandor bûne û sala 1962 çûne pişt kamerayê; Carna çîrokên û vegotinên Tolstoy û Goethe yekser vegotin û caran jî ew bi xwe ketin nava çîrokê û bi sînemayê vegotin. Ya ku wana navdar kir filma “Bavê min û Hostayê Min” a ku di sala 1977’ê de kişandin bû.
Ev film çîroka Gavino Ledda yê ku heta temenê xwe yê 20 saliyê nedizanî binivîsîne û bixwîne, lê piştre bû pisporê ziman, vedibêje. Ev film pêşî xeleta Palmiyeya Zêrîn û paşê jî Xelata Rexnegerên Navneteweyî wergirt. Di sala 1982’ê de dest bi xebateke nû kirin û çîrokên şerê sala 1944’ê vegotin.
Filma "Cesare deve morire" (Divê Sezar Bimire) di 62’emîn mihrîcana filman a Berlînê de hate nîşandan. Ev film çîroka hin mehkûmên ku dixwazin di girtîgehê de lîstoka Sezar a ji aliyê Shakespeare ve hatiye nivîsandin, beleyîzin vedibêje, xelatê wergirt.
Paolo Taviani û birayê xwe bi hev re peykerê hirça zêrîn rakirin û got; “Me heta niha gelek xelat wergirt. Lê ev ji bo me ya herî girîng eç. Ji ber ku Berlînale sembola azadî û dadê ye, mirov serbilind dibe ku dema mirov ji cihek wiha xelatê werbigire.”
8 sal in, Alman hewl didin xwe bigihînin peykera zêrîn, lê filma Barbara ya ku favûriya Almanan e, tenê karî peykereke zîvîn bi dest bixe. Filmên din ên ku xelatên girîng bi dest xistin ev in:
- Hirça Zîvîn/ Xelata Mezin a Jûriyê:
"Just The Wind" (Maceristan/Almanya/Fransa) von. Bence Fliegauf derhêneriya wê dike û kêmara Roman a li Macerîstanê vedibêje
- Ji "Baştirîn lîstikvan" re Hirça Zîvîn: Nikolaj Arcel, "Mikkel Boe Fölsgaard" "Qralîçe û hekîmê wê" (Danimarka/ Çek/Almanya/Swêd)
- Ji "baştirîn senoryoyê" re Hirça Zîvîn: Nikolaj Arcel û Rasmus Heisterberg, "Mikkel Boe Fölsgaard" "Qralîçe û Hekîmê wê" (Danimarka/ Çek/Almanya/Swêd)
- Xelata ji bo damezrênerê mihrîcanê Alfred Bauer hate dayîn: Miguel Gomes, "Tabû" (Portekiz/ Almanya/ Brezilya/ Franse)
ANF/BERLÎN