Li Başûrê Kurdistanê hê jî encama hilbijartinê nehatiye eşkerekirin. Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Başûr diyar kir ku ji ber îtîrazan hê encam bi temamî nehatiye ragihandin û dibe ku encam biguherin.
Li Başûrê Kurdistanê di 30’ê Îlonê de hilbijartin hatibû kirin û divê heta 72 saetan encama fermî bihata eşkerekirin, lê hê jî encama fermî nehatiye eşkerekirin. Heta niha hin encamên ne fermî hatine eşkerekirin, li hemberî van encamên ne fermî Tevgera Gorran, Îslamî Yekgirtû, Komeley Îslamî îtîraz kirin. YNK’ê jî diyar kir ku li Duhok û Hewlêrê di hilbijartinan de fen û fût hatine kirin.
Dibe ku encam biguherin
Li ser navê Desteya Hilbijartinê ya Bilind a Başûrê Kurdistanê, Şerwan Zirar doh têkildarî îtîraz û nerazîbûnên partiyan daxuyanî da. Zirar diyar kir ku ji ber îtîraz û gilîkirinan dibe ku encamên hilbijartinê biguherin. Zirar diyar kir ku bi giştî hezar û 45 îtîraz û gilî hatine kirin û got, “228 sindoqên ku ji derve mudaxeleyî wan hatiye kirin, bi bena sor hatine pêçan.”
Hate zanîn ku ew ê îro di bin çavdêriya nûnerê Neteweyên Yekbûyî de li ser îtîraz û giliyan were sekinandin û ew ê biryara dawîn were dayîn.
HEWLÊR