Li rojavayê Kurdistanê bi pêşketina şoreşê re li gelek deveran ji aliyê xort û jinên ciwan ve xebat hatin meşandin. Di encama van xebatan de jî gelek sazî û akademî hatin vekirin û bi awayeke çalak niha jî gelek sazî û akademiyên ku hatine vekirin xebatên xwe dimeşînin. Yek ji van akademiyan jî Akademiya Ramanê ya Yekitiya Star a li Dêrikê ye.  Li Akademiya Ramanê gelek jin tên perwerdekirin. Akademiya ku di sibata 2013’an de ava bû, heta niha 600 jin perwerde dîtine.


Hewldan didomin
Berdevka Demî ya Amadekariyê Dorşîn Baqî der barê perwerdeya li akademiyê de axivî. Baqî da xuyakirin ku dewreyên ji 40-50 kesî hatine avakirin û heta niha 15 dewre hatine temamkirin. Baqî ragihand ku daxwazek mezin ji bo perwerdeya li akademiyê heye û ji bo bersivê bidin vê daxwazê jî ew di nava hewldaneke berfireh de ne.
Berdevka Demî ya Akademiya Ramanê ya Yekitiya Star Dorşîn Baqî jî bibîr xist ku li Rojava û Sûriyeyê pêvajoyeke şoreşê tê jiyîn. Baqî ragihand ku ew di pergala perwerdeyê de hewl didin alternatîfê biafirînin û wiha got: “Di warê giştî de di pergala perwerdeyê ya dewletê de cihê jinê nîn e. Ev rastî ji bo dewleta Sûriyeyê jî derbasdar e. Di çarçoveya armanca xwe de pergaleke me ya perwerdeyê heye.”
Baqî di pergala perwerdeyê ya dewletê de nedîtina jinê jî nirxand û wiha got: “Jin ne dikarin bi zimanê xwe û ne jî dikarin bi çanda xwe perwerdeyê bibînin. Di pergala perwerdeyê ya li dibistanên dewletê de nave jinê tineye. Di pergala perwerdeyê ya dewletê de ev rastî heye. Di pergala xwe de em ji destpêka dîrokê heta niha şêweya jiyanê ya jinê dinirxînin.”
Baqî diyar kir ku ew hewl didin pergaleke perwerdeyê ya civakbûna dîrokê û dîrokbûyîna civakê esas bigirin û wiha pêde çû: “Di nivîsandin û xwendina dîroka nêrza de cihê jinê di dîrokê de nîn e. Lê me pirsên ‘Di têkiliyên civakî yên dîrokî de rola jinê çi ye? bi guhertinên dîrok û civakê re di statuya jinê de kîjan guhertin hatin jiyîn, ev guhertin çine?’ esas digirin.”

Dersên li Akademiyê
Der barê dersên li akademiyê de jî Baqî axivî û ragihand ku hin dersên li akademiyê bingehîn in, hin ders jî li gorî pêkhateyan tên guhertin û wv tişt got: “Mînak herî dawî ji bo xebatkarên jin ên li şaredariyên Kantona Cizîrê dewreyeke hebû. Di vê dewreyê de dersên şaredarvanî û rêveberiya herêmî, ekolojî bi awayekî xweser hatin nirxandin.”
Baqî diyar kir ku di nav dersên wan ên bingehîn de mijarên; Heqîqet û pirsgirêka rêveberiyê, têgihînên civakî, civaka xwezayî û dîroka kapîtalîzmê, rûdana pirsgirêkên civakî, bandora olan li ser civak û jinê, dîroka jinê, tevgerên jinê yên cîhanê, jineolojî, dîroka Kurdistanê, rastiya Rêbertiyê, avakirina neteweya demokratîk û aliyên neteweya demokratîk cih digirin.
Baqî herî dawî destnîşan kir ku temamiya jinên di Amademiya Ramanê ya Yekitiya Star de perwerde dîtine di Şoreşa Rojava de wezîfeyeke şênber wergirtine ser milê xwe.

Çavkaniya perwerdeyê Ocalan e
Berdevka Demî ya Amadekariyê Dorşîn Baqî der barê perwerdeya li Akademiya Ramanê ya Yekitiya Star a li Dêrikê de axivî û diyar kir ku pêwîste perwerde bi tenê bi akademiyan re sînordar nemîne û wiha got: “Ji bo her kes li mala xwe perwerdeyê dewam bikin, em hewl didin materyalan amade bikin.” Baqî da xuyakirin ku çavkaniya bingehîn a perwerdeyê jî parêznameyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Der barê şertên li akademiyê de jî Baqî axivî û wiha pêde çû: “Yên ku werin akademiyê şert e ku beriya ku werin parêznameyên birêz Ocalan xwendibin û di xeta azadiya jinê de xwedî kûrbûneke bin.”



NERGÎZ BOTAN/ANF/DÊRIK