Dema ku mirov rojeva çapemeniya cîhanê û nexasim ya herêmî di vê demê de dişopîne, rojên destpêkê yên aloziya Sûriyeyê ango beriya 10 salan tê bîra mirovî.
Beriya 10 salan, çûyîna serokê rejîma Sûriye Beşar El-Esed bûbû manşêta dezgehên ragihandinê. Di wê demê de Sûriye ji bo şerekî navxweyî yê wekaletê ku niha bûye şerê sîng bi sîng ê dewletên herêmî û navneteweyî, dihat dîzaynkirin.
Amerîka, Rûsya, Îran û Tirkiye ku bi awayekî yekser destwerdana aloziya Sûriyeyê kir, her dewletekê dixwest li ser bingehê berjwendiyên xwe cihê xwe di vê aloziyê de bigire. Lê xala hevpar a van dewletan tevan jî mirov dikare bibêje li ser mayîna Beşar El-Esed li ser desthilata Sûriyeyê bû, li ser vê xalê li hev kirin û Rûsya û Îran bûn alavên di destê Amerîka-Îsraîlê di vê aloziyê de.
Niha her kes pirs dike çima hêzên navneteweyî û nexasim Rûsya ya ku herî zêde di aloziya Sûriyeyê de destek da rejîma Sûriyeyê, çûyîna Beşar El-Esed xistiye rojeva xwe? Ji bo ku em bersiva vê pirsê bidin hewce ye ku mirov li piştperdeya vê mijarê vegere.
Di Hezîrana sala 2019`an de, yekemîn car di aloziya Sûriyeyê de şêwirmendên ewlehiyê yên Rûsya-Amerîka-Îsraîl, li Qudsê li ser yek maseyê rûniştin. Dewleta Tirk hewl da beşdarî civînê bibe ango ew jî bibe lingekî vê civînê, lê nikaribû beşdarî lîstoka hêzên mezin bibe.
Encamên civîna sêalî mirov dikare bi guhartinên destpêkê yên di Rojhilata Navîn de û nexasim rewşa Sûriyeyê, xwepêşandanên li Lubnan û Iraqê û jinûveavakirina hikumetên her du welatan, bi nav bike. 4 encamên civîna sêalî ku bandoreke mezin li aloziya Sûriyeyê kirin, derketin holê. Em ê yek bi yek bînin bîra xwe;
1- Piştî civîna sêalî, Îsraîlê bi yekbûna Rûsya û Amerîkayê êrişên xwe li dijî hêzên Îranê û Hizbullah û komên şîe yên li Sûriyeyê zêde kirin û derketina Îranê bû rojeveke sereke. Ev yek nameya destpêkê ya Rûsyayê ji Îranê re bû ku êdî wê rola wê di Sûriyeyê de were kêmkirin, bi gotineke din rola wê bi sînor bimîne.
2- Êrişên 9`ê Cotmeha sala 2019`an ên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û dagirkirina Serêkaniyê-Girê Spî û herêma di navbera wan de. Di heman demê de jî derbasbûna Rûsya û rejîma Sûriyeyê ji herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re. Amerîkayê bi vê yekê xwest tiştên ku wê nekarîbû li rojhilatê çemê Firat bike, bi destê Rûsyayê bide kirin û nexasim sekinandina li hemberî dewleta Tirkiyeyê.
3- Bi kuştina endezyarê siyaseta derve ya îranê Qasim Suleymanî di destpêka sala 2020`an li Iraqê, bandoreke mezin li moralên hêzên girêdayî Îranê kir. Mirov dikare bibêje ku piştî kuştina Suleymanî, êdî Îran li herêmê qels bû. Nexasim, di van rojên dawî de, Desteya Parastinê ya Îsraîlê gelek caran ragihand ku gelek komên girêdayî Îranê ji Sûriyeyê vekişiyan.
4- Çûyîna Beşar El-Esed niha mijareke sereke ya cîhanê ye û nexasim rojeva çapemeniya Rûsyayê ye. Pirsgirêka di navbera kurê xalê El-Esed Ramî El-Mexlûf ku xêr û bêrên Sûriyeyê hemû ji bo malbata xwe dibirin, mirov dikare di çarçoveya lihevkirineke li gel Rûsyayê de bi nav bike. Lê Îsraîl, rakirina Beşar El-Esed bi hebûna Îranê ve girê dide ango li hemberî rakirina El-Esed divê Îran jî di Sûriyeyê de bê rol bimîne.
Encamên 3 û 4 ên civîna sêalî ku niha kar li ser tên kirin, wê aloziya Sûriyê heta demeke din bi rê ve bibe, lê ne rengê dawî yê çareserkirina aloziya Sûriyê ye. Lê mijar bi çûyîna Beşar El-Esed sînordar namîne, hêzên navneteweyî û nexasim Îsraîl-Amerîka-Rûsya li ser alternatîfa Beşar El-Esed û desthilata wî kar dikin. Me berê jî ragihandibû ku Beşar El-Esed li hemberî serkeftinên siyasî yên Rûsyayê li Sûriyeyê bûye kelem, lewre Rûsya dixwaze alternatîfa wê hebe. Ji bo vê yekê jî Rûsya neçar e careke din li Amerîka û Îsraîlê vegere.
Gelo piştî Beşar El-Esed wê kî Sûriyeyê bi rê ve bibe û girêdayî kîjan hêzê be? Gelo êdî sîstema navendî dikare Sûriyeyê bi rê ve bibe yan sîstema nenavendî nexasim projeya Rêveberiya Xweser wê ji bo Sûriyeyê bikeve dewrê ku heta niha tekane projeya serkeftî ye ku şerê navxweyî tê de çênebûye û hemû pêkhate bi hev re rêveberiyê dikin?
Ji bo ku berisv ji bo van pirsan werin dayîn, pêdivî bi cîvîneke din a sêalî ya Rûsya-Amerîka-Îsraîlê heye û çûyîna wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompeo ji bo Îsraîlê di rojên pêşiya me de, mirov dikare di vê çarçoveyê de binirxîne.