Encamên hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyeyê di derbarê krîza siyasî de tu çareserî bi xwe re neanî. Krîza beriya hilbijartinê niha jî berdewam e. Gotin û helwestên nûnerên partiyan, bi taybetî jî yên Serokwezîrê Tirk Erdogan û partiya wî neguherî.

Gotin û pratîk nîşan dide ku Recep Tayyîp Erdogan wê di polîtîkayên zordestiyê û şer de israr bike. Heta hilbijartinên serokkomariyê ya vê havînê û hilbijartinên parlamentoyê yên sala têyî wê polîtîkayên xwe li ser bingeha kûrkirina kaosê û bilindkirina tansiyona siyasî bide rûniştandin. Recep Tayyîp Erdogan ji îro şûnde nikane tu gavên demokratîk biavêje. Ji ber ku di atmosfereke demokratîk de ew ê mecbûr bimîne ku hesabê rişwetê û yê pratîkên neqanûnî yên ku ew û derdora wî tevlî bûye, bide. Pratîkên di kasetên hatin weşandin de aşkere bûn di demên hatinê de jî nikanin werin paşguhkirin. Wekî rojnameya Îngîlîz Financial Times nivîsiye; “Erdogan di pevçûnekê de bi ser ket; lê şer hên jî berdewam e!..”
Di derbarê pirsgirêka Kurd de jî feraset û pratîka Recep Tayyîp Erdogan û hikûmeta wî tu hêviyê nade. Eger mirov him li pêşketinên hundirîn û him jî li yên derveyî welat mêzeke, dikane vê analîzê bike; Erdogan wê hewlbide ku bi pratîk û gavên hên bêtir tijî zordestiyê, ber bi rejîmeke otorîter ve here. Xeynî bilindkirina tansiyona siyasî tu argûmantên Erdogan ê ku xelkê mobîlîze bike û pê rayên xwe biparêze, tune ye.
Piştî hejmarên pêşîn ê hilbijartinê hatin aşkere kirin, hikûmeta AKP’ê bi hêza dewletê kete nav hewldana berovajîkirina encaman û bidestxistina şaredariyên ku BDP lê bi serketî bû. Bi taybetî jî li Agirî û navçeyên Riha Serêkaniyê û Wêranşarê dewletê bi hemû hêza xwe hewlda ku şaredariyan ji destê BDP’ê bigire. Li Serêkaniyê bi serket jî. Şaredarî ji destê Kurdan girtin û dan kesekî ku têkîliya xwe bi çeteyên El-Qaîdeyê re heyî. Wek tê zanîn namzetê AKP’ê yê ku bona şaredariya Rihayê hat hilbijartin jî kesekî xwedî heman taybetmendiyê ye. Ew jî kesekî bi şaîbe ye û di şerê qilêr ê li Kurdistanê hat meşandin de tevlî pratîkên tarî bûye. Herwiha bi darê zorê an jî bi dek û dolaban heman lîstik li Agiriyê hat lîstin. Ji van hewldanên dewletê mirov dikane vê rastiyê derêxe holê ku dewlet û hikûmeta Tirk naxwaze bandor û kontrola xwe li ser herêmên li ser sînorên ku Kurdan û Kurdistanê parçe dike, wenda bike û destketiyên li Rojava hilweşîne.
Gorî encamên hilbijartinê; di hêlekê de Kurd li hemberî lîstikên dewletê li berxwe bidin û serkeftiyên xwe biparêzin jî, di hêla din de jî kêmasî an jî bêxemiya siyaseta Kurd jî divê were dîtin. Yanî em derziyê bi xelkê, lê şûjinê bi xwe de bikin!..
Bêrî hilbijartinê pirr caran hate ziman ku bidestxistina şaredariya Rihayê bona piştgiriya bi Rojavayê Kurdistanê re wê bibe serkeftineke stratejîk. Lê di encamê de derket holê ku dewleta Tirk ji siyaseta Kurd zêdetir serê xwe bi vê yekê re êşandiyê û sewa bidestxistina şaredariyên li sînora Rojava hên zêdetir xwe amade kiriye. Helbet dewlet bi vê yekê re dixwaze sînora nava Kurdan hên saxlemtir bike û bona hilweşandina destkeftiyên Kurdan ên li Rojava destê xwe bihêztir bike. Heman lîstik li Agirî û Îdirê jî hat lîstin.
Herwiha wendakirina şaredariyên çend navçeyên mîna Tetwan û Patnosê, bi serneketina li Çewlîk û Mûşê û kêmbûna rayan a li Colemêrg û Amedê jî watedar e. Helbet li hinda van kemasiyan, serkeftina li Bilîs, Dêrsim, Wan, Mêrdîn û ya li 4 navçeyên Erziromê pirr pîroz e û divê xebata şaredarên li tevahiya Bakurê Kurdistanê di jiyana xelkê de bi xweseriya demokratîk bandoreke mayînde bike.  
Encamên hilbijartinê bi zelalî nîşan dide ku siyaset bona Kurdan ne tenê xebateke çend mehî ya bona hilbijartinekê ye; berovajî bona avakirina jiyaneke xweser a bi nirxên Kurdewar e!..Hilbijartinek derbas bû, lê jiyan her berdewam e. Bona vê yekê jî divê xebatên bona jiyaneke azad bênavber werin dewamkirin...