Pêncemîn konferansa zimanê kurdî ji aliyê Tevgera Ziman û Perwerdeya Kurdî (TZP-Kurdî) hat lidarxistin û li Navenda Çand û Hûnerê ya Cegerxwîn a li Amedê pêk hat. Konferansa ku bi tevlîbûna gelek mêvanên zimanzan, berpirsyarên saziyên perwerdê yên kantonên Cizîr, Koban û Efrînê, siyasetmendarên Kurd pêk hatî, doh bi dawî bû. Di konferansê de pirsgirêk û rêbazên pêşxistina zimanê Kurdî hat nîqaşkirin. Di heman demê nîqaşên ji nûve rêxistinkirina TZP-Kurdî jî hatin kirin. Biryarên di encama nîqaşan de derketin holê, bi encamnameya 5´emîn Konferansa TZP Kurdî hatin aşkerekirin. 


´tecrîdê bi dawî bikin´

Di danezanê de êrîşên li Pirsûsê û şerê topyekûn ê li dijî Kurdan hat şermezar kirin û bang li dewleta Tirk kir ku pirsgirêk li esasên 10 xalîn Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û mitabeqata Dolmabahçeyê were çareserkirin. Delegasyona konferansê wekî din tecrîdkirina Ocalan jî şermezar kir û xwest tavilê dawî li vê tecrîdê were anîn.


´Pêdivî bi polîtikaya zimên heye´

Di danezanê de sebaret bi bişaftin û zext û qedexeyan de jî rêze pêşniyar hatin kirin. Di danezanê de ew tesbît tê kirin ku xebatên zimên gelekî berfereh in û êdî bi xebatên TZP Kurdî û saziyên bi ser wê nikare bersivê bide pêdivî û daxwazên gel. TZP Kurdî wê tesbîtî dike ku pêdivî bi polîtîkaya zimên û perwerdehiyê ya giştî heye da ku pirsgirêkên ziman û perwerdehiyê werin çareserkirin. Ji bo diyarkirina vê polîtîkayê jî pêşniyaz tê kirin ku komcivîneke berfireh bi beşdariya tevahiya aliyên pêwendîdar ji siyasetê, perwerdehiyê û xebatên ziman bihewîne, were lidarxistin.


Erka rêveberiyên herêmî

TZP dixwaze ku ji bo misogeriya siberoja ziman û perwerdehiyê rêveberiyên herêmî demildest dest bi xebatên karê perwerdehiyê bikin. Biryar û pêşniyazên mayî weha hatine rêzkirin:

 Ji bo Xebatên binesaziya zimên û perwerdehiyê pêdivî bi çavkaniyeke aborî ya kifşkirî heye. 

Di xebatên ziman perwerdehî û amadekirina materyalan de bakûr, Qampa Şehit Rustem û Kantonên Rojava divê cerabeyên xwe bi hev re parvebikin û ji hev sûdê werbigirin. 

Di jiyana gelan de ziman û perwerdehî xebatên bingehîn in. Divê di her şert û mercî de ev xebat bidomin, neyên rawestandin. 

Delegasyona konferansê ji bo pêşxistina zimanê kurdî, ji pêşdibistanê heta zanîngehê damezirandina pergala perwerdehiyê wekî rêya tekane dibîne. 

Ji bo pergala perwerdehiyê ya siberojê pêdivî bi gihandina mamosteyên têgihîştî heye. Ji bo vê divê bernameyeke navendî ya gihandina mamosteyan bê lidarxistin.

Ji ber ku ziman wekî zimanê dayikê tê binavkirin di kar û xebatên ziman de divê, jin pêşengiyê bikin û bi awayekî xurt tevlî xebatên ziman û perwerdehiyê bibin.  

Delegasyona konferansê, di derbarê zaravayan de ji bo zaravaya kirmançkî di her sazî û dezgehên me de cudahiya pozîtîf wekî xaleke jêneger dibîne. Her wiha ji bo formelkirina zaravaya kirmançkî li Dêrsimê lidarxistina komxebateke kirmançkî pêwîst dibîne. 

Ji bo Kurdên ku li Metropolan û Anatoliya navîn dijîn, divê xebatên ziman werin birêxistinkirin. 


 AMED