
Daxuyanî ji aliyê Silvan Viyan hate dayîn û di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “ Ev Hilbijartin weke ezmûneke yekemîn e li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê. Bi vê pêngava hilbijartinê birêxistinbûna gelê Kurd li Rojavayê Kurdistanê derketiye holê. Sazkirina vê meclîsê tê wateya ku gel wê bi xwe, xwe bi rêve bibe. Pêngava sazkirina meclîsa gel yek ji hîmên bingehîn ya sazkirina Xweseriya Demoratîk e”.
Der barê heman mijarê de Endamê Meclîsa Sûriyeyê yê Berê Mehmed Seid ku weke çavdêrekî hilbijartinê Rojavayê Kurdistanê dişopandin axivî û got: “ Em gelê gelê Kurd pîroz dikin. Em weke gelê Kurd ji hemû gelan zêdetir, pêwîstiya me bi demokrasiyê heye. Demokrasî jî hin bend û şertên wê hene. Weke mînak îro wê tenê 25 kes di vê hilbijartinê de bi ser bikevin. Ev nîşana vîna gel bi xwe ye.”
Seid ji bo îdîayên li dijî pêvejoya hilbijartinê de derketine holê bersiv da û wiha rave kir: “ Em bi xwe û bi gelê xwe, hilbijartinê bi rê ve dibin. Gel li derdora tevgera azadiyê civiyaye. Gelê Kurd, bi hêza xwe ya cewherîn vîna xwe datîne holê, ev Xweseriya Demokratîk bi xwe ye. Kesên îdîa û propagandayên wiha dane destpêkirin, ne hezê gelê Kurd in û dijminê doza Kurdistanê ne”.
Komîteya Rêvebirina Hilbijartinê ya Helebê ev agahî bi gel re parve kir; “Li bajarê helebê 50 kesî xwe weke namzetên meclîsa gel nîşan dabû û li ser 25 kursiyan di nava pêşbaziyekê de bû. Li 28 sandiq, li 21 navendan hatibûn danîn. Li van navendan dengdan pêk hat û li gor dengdayînê.
Endamên meclîsê
Kesên dengên zêde anîne û weke endamê Meclîsa Gel hatine hilbijartin wiha ne: Nazîra Xerfan, Cihan Mehmed, Xerîb Hiso, Hêvî Silêman, Henîfe Hibo, Fatmê Rehmeno, Nûrî Şêxo, Fatmê Horo Horîk, Tolîn Şêxzade, Heval İbrahîm, Bêrîvan Hesen, Mirhî Cimo Şehbo, Abdullah Qasim Kalo, Mehmed Osman Cemo, Farês Hesen Elî, Mizgîn Şêxo, Remadan Şêx Xidir, Hec İsa Mehmed İsa, Mehmed Şêxo, Rohan Ebdelo, Fadîla Hesen Omer, Mehmed Golîn, Esmehan Ehmed, Hayder Reşîd, Azad Mustafa Bekir.
ADNAN MUSTAFA - ANF-HELEB