
Encamnameya civînê
Civîn di demekî wisa da pêk hat ku li ser Kurdistanê êrişkariya dewletên dagîrker di dereceya herî bilind da berdewam bû. Bi taybetî dewleta Tirk ji hemû eniyan êriş û operasyonên xwe bi xurtî domandin û hêj jî didomîne. Îranê her wisa ji despotîzma xwe tiştek kêm nekiriye. Li Suriyeyê jî rejîm ji ber tengaviya xwe ya navxweyî û navneteweyî li ser pirsa Kurd di nav keysperestiyê de ye û ji pozisyona çareserkirina pirsa Kurdî dûr e. Kombûn di nav van şertan da û bi hewcehiyeke bilind ya Şêwra navxweyî bi rojeveke tijî pêkhat û bi daxwazên çareseriya pirs û pirsgirêkên navxweyî û bi giştî doza Kurd û Kurdistanê encam da.
Di van du rojan da 21 rêxistinên polîtîk, 18 rêxistinên sivîl û demokratîk û digel gelek kesayetên serbixwe yên polîtîk û ronakbîr 150 kes beşdar bûn. Di kombûnê da li ser xal û navxalên rojevê bi berfirehî dîtin û nêrînên bihadar hatin pêşkêş kirin, rexne û pêşniyarên giring û faydedar hatin kirin. Di encama kombûnê da em vê daxuyaniyê bi giringiyeke mezin pêşkêşî bîr û rehiya Kurdistanê û cîhanê dikin.
1. Pirsa Kurd û Kurdistanê li Rojhilatanavîn û cîhanê pirseke sereke ya etnîk, erdnîgarî û mirovî ye û bi vê perspektîvê divê bê dîtin û bi dadyarî bê çareserkirin.
2. Di çareseriya pirsa Kurd û Kurdistanê de, avabûna xweser ya li nav tixûbên Iraqa Federal wekî Kurdistana Federal destkevteke bihadar ya neteweyî tê dîtin û qebûlkirin.
3. Sê parçeyên Kurdistanê, Bakur, Rojhilat û Rojava hêj jî di bin dagîriya Tirkiye, Îran û Sûriyeyê de ne û divê li van parçeyan jî daxwazên Kurd û Kurdistaniyan di çarçoveya mafên xwezayî da bêne dîtin û qebûlkirin.
4. Mafê çarenivîsa neteweyê Kurd bêyî şert û merc divê bê qebûlkirin ku Kurd tercîhên xwe yên li ser statuya polîtîk û îdarî bi serbestî bi cih bînin ku eve dikare serxwebûn be, konfederal be, federal be an jî otonomî be.
5. Dewletên serdest ên Kurdistanê; divêt berpirsiyarên polîtîk yên Kurdistanê wekî temsîlkarên Kurd û Kurdistanê qebûl bikin û bi wan ra di nav têkiliyê da bin ku çareserî bi hev re bê avakirin.
6. Li Tirkiye, Îran û Sûriyeyê bi rêya diyaloga digel berpirsiyarên Kurd û Kurdistaniyan makqanûnên nû û demokratîk divê bêne çêkirin û hemû mafên Kurd û Kurdistaniyan di çarçoveya huqûqî da bêne garantîkirin.
7. Daku Kurd û Kurdistanî bigihin xwezî û daxwazên xwe yên rewa di serî da divêt yêkitiyeke kamil di nav xwe da pêkbînin ku bikarin desthilatên dagîrker mecbûrî çareseriyê bikin. Ji bo vê yêkê:
a. Rêxistinên sosyopolîtîk û sosyo-kulturel û sosyoekonomîk ên Kurd û Kurdistanî û herweha şexsiyetên serbixwe yên polîtîk û ronakbîrî li ser bingehê yekitiya welatî ya Kurdistanê hêzên xwe di çarçoveya temsîliyeta demokratîk da bikin yek.
b. Hêz û kesên Kurd û Kurdistanî li her parçeyî di serî de di nav xwe de yekitiyê çêbikin û herwisa jî digel hêzên xelkên cîran jî yekitiyeke demokratîk pêk bînin.
c. Ji bo koordînekirin û birêvebirina daxwazên Kurd û Kurdistaniyan û gihiştina armancên polîtîk, KNK û hemû Kurd û Kurdistanî divê bi terkîba herî fireh ya neteweyî û welatî ya demokratîk bi hev re kar û xebatan bikin.
d. Şêwra Neteweyî xebata komkirina konferansa yêkitiya neteweyî giring dibîne û di vê çarçoveyê de piştevaniya hewildanên Serokê Herêma Kurdistanê“ birêz Mesut Barzanî dike û daxwaz dike ku konferans di demekî nêzîk da bê pêkînan.
e. Kurd û Kurdistanî têkiliyên xwe yên dîplomatîk divê bi koordîne bikin û bi seferberiyeke bilind çeperê dîplomasiyê bi hev ra xurt bikin.
f. Asûrî-Suryanî-Kildanî û gelên dî yên Kurdistanî wek Ermenî, Tirkmen, Ereb, Tirk, Cihû, Azerî, Faris, Qereç [Roman] ku li Kurdistanê xwedî hebûneke dîrokî ne û xwe Kurdistanî dihejmêrin, mafên wan bêne garantîkirin.
8. Şêwra Neteweyî bangî cîhana humanîter dike ku rola xwe ya çêker bileyizin û hevkarî û piştevaniya Kurd û Kurdistaniyan bikin û fişara xwe ji ser dewletên dagîrkerên Kurdistanê kêm nekin.
9. Şêwra Neteweyî bangî Neteweyên Yekbûyî dikin ku cih bide temsîla Kurd û Kurdistaniyan û bi aktîvî li ser pirsa Kurd û Kurdistanê rola xwe ya pozîtîv bileyize. Herweha ji NY daxwaz tê kirin ku li navçeyên bi arêşê yên Tirkiye-Kurdistan, Îran-Kurdistan û Sûriye-Kurdistanê da hêzên xwe yên aştiyê bi cih bike. Şêwra Neteweyî amade ye ku rê li ber gaveke bi vî rengî ya NY xweş bikin.
10. Şêwra Neteweyî bangî dewletên Tirkiye, Îran, Sûriye û herweha NY’ê, Yêkitiya Ewrûpayê û DYE’yê dikin ku di pirsa çareserkirina Kurd û Kurdistanê da amade ne ku li navbeyna pêşengiya polîtîk ya Kurdistanê û dewletên alî de rola xwe ya navbeynkariyê bi aktîvî bînin cih.
11. Şêwra Neteweyî gelek zelal û bi aşkerayî bangî Dewletên Yekbûyî ya Amerîkayê û Yêkitiya Ewrûpayê dikin ku demokratîzasyona Rojhilatanavîn bêyî çareskirina pirsa Kurd û Kurdistanê ne mumkun e. Amerîka û Yêkitiya Ewrûpayê divê li normên xwe yên demokratîk xwedî derkevin û di serî da alyansa xwe ya demokratîk digel Kurd û Kurdistaniyan bikin û eve jî bi rêya têkiliyên digel berpirsiyarên polîtîk dibe.
12. Şêwra Neteweyî gelek aşkera beyan dike ku bizava provakatîv ya Tirkiyeyê ku di guhorîneke muhtemel ya rejima Sûriyeyê da opozisyona Kurdî derveyî cepheyê fireh yê Sûriyeyê bihêle ku Kurd nebine xwudan statû, nayê qebûl kirin.
13. Şêwra Neteweyî bangî Tirkiye, Îran û Sûriyeyê dike ku di serî da serokê PKKê Abdullah Ocalan û hemû girtiyên polîtîk û aktîvîstên mafên mirov serbest bikin û ji dewletên cîhanê jî daxwaz tête kirin ku hevkarên vê prosesê bin.
14. Şêwra neteweyî daxwazê ji dewleta Tirk dike ku dawiyê li hemû operasyonên li ser Kurd û Kurdistaniyan bîne û rê li ber diyaloga digel temsîlkarên Kurdistanê veke ku pirsa Kurd û Kurdistanê bi rê û metodên demokratîk û aştiyane bê çareserkirin.
15. Şêwra Neteweyî digel ku berxwedan, têkoşîn û parastina xelkê Kurd ya bi her rengî rewa dibîne, lê herwisa daxwaz dike ku rê û rêbazên sivîl, demokratîk û aştiyane herdaîm bêne bikaranîn.
16. Rêxistinên polîtîk û sivîl û demokratîk li welat û derveyî welat di rojên neteweyî û taybetî da çalakiyên hevrayî pêkbînin.
17. Şêwra Neteweyî daxwaz dike ku edetên kevneperestî yên ku jiyanê li jinê teng dikin bêne rakirin û jin di nav hemû baskên jiyanê da cihê xwe di zemînê wekheviya cinsiyetî da bigire.
18. Şêwra Neteweyî fişara êrîşkar ya li ser Kurdistana Federal ya ji aliyê dewletên cîran, bi taybetî Tirkiye û Îranê ve tê kirin şermizar dike.
19. Şêwra Neteweyî xwazyar e ku rêxistinên polîtîk yên Kurd û Kurdistanî di medyaya xwe da beramberî hev zimanekî neteweyî û çêker bi kar bînin.
20. Şêwra Neteweyî daxwazê ji hemû rêxistinên polîtîk, çandî û civakî dike ku di organîzekirin û bicihaanîna xwezî û daxwazên Kurdên dîasporayê da bi hizir û bîreke neteweyî û bi aktîvî bi hev re xebatê bikin.
21. Kombûna Şewira Neteweyî daxwazê ji hemû Kurd û Kurdistaniyan dike ku beramberî hemû dîn, dînza û baweriyên cuda xweşbîniyeke mezin nîşan bidin û normên laîk û sekuler, demokratîk û azad bijîn.
22. Kombûna Şêwra Neteweyî xwazyar e ku ev kombûna şêwirê salane bê kirin û hewil bêe dan ku rêxistin û kesên beşdar nebûyî jî bêne gazîkirin.
ANF/BRÛKSEL