Di encamnameyê de hate gotin; “Ji bo ku ciwanên Kurd xebata xwe bi hêztir bikin divê federasyona ciwanan bê damezrandin.” Her wiha hate xwestin ku tevî Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hemû girtiyên Kurd ên siyasî azad bibin û Kongreya Neteweyî ya Kurdan di demek zû de pêk bê.
Li ser navê 16 tevgêren ciwanên Bakûr, Başûr, Rojava û Rojhilatê Kurdistanê ji Komalên Ciwan Şîmal Guneş daxuyanî derbarê xala 18’ê de daxuyanî da û diyar kir ku ne li dijî “ala Herêma Federal a Kurdistanê” ne rezê jêre digirin. Guneş anî ziman ku ji ala Herêma Federal a Kurdistanê re rêzê digirin û wiha got: "Ev helwesta ku berambêre me hate kirin em qebûl nakin. Ev biryar li gor pîvanên demokrasîye şaş e. Divê ev xal di Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê ku bi beşdarîya hemû hêz û alîyen Kurdan amade bû, de bê nîqaşkirin. Em wek 16 tevgrên ciwanan yên her çar parçêye Kurdistan 17 xalên ku di encamnamêye de ne bi tevahî qebûl dikin. Tenê ev xala 18'an divê ji bo Kongreya Neteweyî bê hiştin.” Piştre der barê mijarê de Beripirsê Yekitîya Ciwanên Kurdistanê yê PDK’ê Umît Xoşnav jî diyar kir ku ev ji tevlî daxuyaniya 16 tevgerên ciwanên her çar parçêya Kurdistanê dibin û da zanîn ku ev wek daxwazê xwe wê xalê weke pêşnîyar ji Konferansa Netewî ya Kurdistanê re bihêlin.

Xalên encamnameyê 


Di encamnameyê de 17 xalên derketin pêş wiha ne:
- Ciwanên Kurd li hember êrîşen dijî gelê Kurd ya her çar parçeya Kurdistanê têdikoşin.
- Li dijî asimlasyonan xwedî li zimanê xwe derdikevin û polîtîkaya asîmîlasyona dijî zimanê Kurdî şermezar dikin.
- Divê bi beşdarîya hemû alîyen sîyasî ya Kurdan kongreya yekitîya neteweuî ya Kurdan were pekanîn.
- Her çar parçeya Kurdistanê ji bo çareserkirina pirsgereka Kurd, pewîst e rêyek aştîyane û demokratîk were karanîn.
- Ji bo ku ciwanên Kurd xebata xwe bi hêztir bikin divê federasyona ciwanan be damezrandin.
- Em dixwazin hemû zindanîyen sîyasî yên di girtîgehên Sûrîye, Tirkîye û Îran ji ber tekoşîna azadîya neteweya Kurd hatine girtin tevî Rêberê PKK Abdulla Ocalan û hevalên wî bên azadkirin.
- Pewîst e her sal Konferansa Ciwanên Kurd ya Neteweyî bê lidarxistin. Ku pêwîst be derfet hebe konferans li Rojavayê Kurdistanê were lidarxistin.
- Pewîst e bi tu awayî şerê birakujî neyê dûbarêkirin, hemû alî şerê birakûjî şermezar bikin.
- Neteweya Kurd wek netewên din xwedî mafê çarenûsê xwe ne.
- Divê ezmûna Herêma Kurdistan a Federal bê pêşxistin û divê her çar parçêyên Kurdistan pîştgirî bidin û destkeftîyên wê wek destkeftîyen neteweyî bizanibin.
- Pewîst e gelê Kurd dijî qirkirina sîyasî, aborî, çandî û hûnerî xebat bikin û ev qirkirinên ku berê rû dabûn şermezar û protesto bikin.
- Pêwîst e di warê , rewşenbîrî, hûnerî, û çandî zimanê Kurdî bê pêşxistin hemû kar û xebat bi zimanê Kurdî bên kirin.
- Pêwîst e li hemberî asîmîlasyona zimanê Kurdî hemû Kurd bi zaravayên xwe biaxivin û hewl bidin ku zimanêk yegirtî Kurdî pêk bînin.
- Li hemberî qirkirin, îşkence û kuştina dijî hemû jinan tê kirin, dîsa recm, fihûş darvekirin têbikoşin û bo azadîya jî li ber xwe bidin.
- Banga me ji bo hemû hezên navnetewî ye em dixwazin ku kîmyabaran û enfal wek rojên qirkirinê di cîhanê werin naskirin û jenosîda Helepçeyê şermezar bikin û weke roja qirkiran neteweyî bê naskirin.
- Konferans piştgirîya xwe bo ciwanên û Kurdên Rojavayê nîşan dide û, kar û kirinên rejîma Esed şermezar dike.
- Konferas topbarana Îran, Tirkîye li ser Herêma Federal a Kurdistan protesto dikin. n ANF/HEWLÊR