Di danezana encamê ya konferansê de ku Komîteya Rojhilatê Kurdistanê ya KNK’ê jî destek dayê, rewşa otokratîk a rejîma Îranê û qedexeyên li ser polîtîka û ramana azad hat destnîşankirin. Di danezana encamê de hat gotin, “Zext, îşkence, kuştin û asîmîlasyon, parçeyek ji polîtîkaya birêkûpêk a rejîma Îranê ya li hemberî komên olî û etnîkî ye. Rejîm li dijî her şêwe xebat û hewldanên demokratîk derdikeve. Konferansa me tespît kiriye ku polîtîkayên bi vî rengî li dijî mafên bingehîn ên mirovan e û antî demokratîk in.”
Înfazan dike amûrê tolhildanê
Di danezana encamê de hat gotin, “Rejîma Îranê, înfazan weke amûreke tolhildanê bi kar tîne û desthilatdarî ji bo her kesê mixalif bêdeng bike, serî li terorê dide” û bal hat kişandinî ser rewşa girtiyên siyasî. Hat xwestin ku dawî li polîtîkayên zextê yên li dijî girtiyan bê anîn û hemû girtiyên siyasî serbest werin berdan.
Di danezanê de her wiha bal hat kişandinî ser girîngiya qebûlkirina mafên bingehîn ên Kurd, Azerî, Ereb, Belûcî û Tirkmenan û hat xwestin ku mafên olên hindikahî yên weke Sûnî, Yaresanî, Zerduştî, Mandaniyî û Bahaiyî, bi destûra bingehîn werin ewlekirin.
Konferansê diyar kir ku girîng e li Îranê pêvajoyeke nîqaşê der heqê mafên jinê de were destpêkirin û hat destnîşankirin ku pêwîst e ku dawî li şîdet û zexta li hemberî jinê were anîn.
Banga yekitiyê
Di danezana encamê de ji partiyên li Rojhilatê Kurdistanê hat xwestin ku di nava yekîtiya neteweyî de bixebitin û hat ragihandin ku yekîtiya Kurdan wê di diyaloga komên olî û etnîkî yên li Îranê de bi roleke girîng rabe.
Di danezana encamê de bang li akademîsyen û nivîskarên ji Rojhilatê Kurdistanê û Îranê hat kirin û hat ragihandin ku akademîsyen di jiyana polîtîk, çandî û sivîl a Kurdan û gelên Îranê de dikarin bandoreke mezin bikin. Her wiha bal hat kişandin ser girîngiya avakirina medyayeke serbixwe û azad.
Di danezana encamê de hat destnîşankirin ku divê rejîma Îranê bi lezgînî dawî li polîtîkaya xwe ya belavkirina narkotîkê li ciwanên li Rojhilatê Kurdistanê bîne û bang li hemû partiyên siyasî hat kirin ku li hemberî van polîtîkayan bisekinin.
Di danezana encamê de hat xwestin ku baweriya Yaresan di destûra bingehîn de bê naskirin. Di dawiya danezana encamê de hat ragihandin ku ji bo mafên zarokan ên çandî, ziman û olî li hemû qadan azad be, divê hemû aliyên polîtîk bikevin nava hewldaneke hevpar.
ANF/BRUKSEL