Cenazeyê Endamê HPG'ê Mehmet Cemîl Ozturk (Rojhat Agirî) ê ku di operasyona li Çiyayê Tendurekê yê di nabera navçeya Ebexê ya Wanê û navçeya Bazîdê ya Agiriyê de jiyana xwe ji dest da li gundê Şemî yê navçeya Dutaxê yê Agiriyê ji aliyê hezaran kesan ve hate definkirin. Parlamenterên BDP'ê Mulkiye Bîrtane û Halîl Aksoy, Şaredarê Panosê Yusuf Yilmaz, Şaredarê Konakuranê Kemal Çetîn, Alîkara Şaredarê Qaqizmanê Çîgdem Ozlu, rêveberên BDP'ê yên navçeyên û bi hezaran kes tevlî merasîma cenaze bûn. Di merasîma cenaze de sloganên “Şehîd namirin”, “Bijî Serok Apo”, “Tolhildan” û “Qatîl Erdogan” hatin berzkirin. Di merasîma cenaze de wêneyên HPG'î Ozturk û alên Konferderalîzmê hatin hilgirtin. Piştî karê definkirinê li goristanê rêzgirtin pêk hat.
Samîmiyeta AKP'ê tune ye
Parlamenterê BDP'ê Halîl Aksoy di merasîma cenaze de axivî û diyar kir ku tu samîmiyeta AKP'ê di pirsgirêka kurd de nemaye. Aksoy, anî ziman ku di 10 salên dawî de bi hezaran ciwanan jiyana xwe ji dest dan. Aksoy, anî ziman ku gelêl kurd ji bo çareseriya demokratîk gelek bi israr e. Parlementera BDP'ê Mulkiye Bîrtane jî diyar kir ku gelê kurd li hemberî zilma tê jiyîn dê di 14'ê tîrmehê de li Amedê mitîngeke dîrokî pêk bîne û bertekên xwe nîşan bide. Bîrtane, anî ziman ku saleke destûrê nadin Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike û tecrîd pêşiya aştiyê digire û wiha got: “Heke muzakere dest pê nekin dê gelek ciwanên din jiyana xwe ji dest bidin. Êdî gelê kurd cenazeyan naxwaze. Divê êdî pêşiya aştiyê bê vekirin. Ji bo aştiyê gelê kurd dê li qadan be.” Bîrtane, da zanîn ku divê demildest bi Ocalan re hevdîtin bên destpêkirin. Bîrtane, di dawiya axaftina xwe de bang li hemû kesî kir ku tevli mîtînga 14'ê tîrmehê bibin. Piştî axaftinan girse konê şînê yê ji bo Ozturk hate vekirin ziyaret kir.
Li Geverê dikan nehatin vekirin
Li navçeya Geverê ya Colemêrgê beriya cenazeyê endamê HPG'ê Adnan Tekîn (Hejar Zagros) yê li Gumuşxaneyê di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da welatî û esnaf neçûn ser kar û dikanên xwe venekirin. Esnaf û welatiyên navçeya Geverê ya Colemêrgê beriya merasima cenazeyê endamê HGP'ê Adnan Tekin (Hejar Zagros) ku li Gumuşxaneyê jiyana xwe ji dest da, dikan û derabeyên xwe venekirin. Li navçeya ku hemû dikan û kepeng girtî ne polîsan li gelek cihan nokteyên lêgerîn û kontrolê ava kirin. Cenazeyê Tekîn dê li gundê Meşganê yê Geverê bi girseyî bê definkirin.
AGIRÎ /COLEMÊRG