Civina ji aliyê rêveberiya Komeleyê ve hate organîzekirin, pêr saet 15. 00 an de li navenda heman Komeleyê bi beşdariya gelek endamên Komeleyê û Kurdistaniyan bi deqeyek rêzgirtina ji bo kesên di tekoşîna azadî û demokrasiyêde jiyana xwe ji dest dane dest pê kir.
Ji rveberiya Komeleyê Serokê Komeleyê Aziz Amed û endama rêveberiyê Silviya Talu derketin pêşberî endaman. Di civînê de, pêşî di derbarê mebesta civîn û rewşa Komeleyê de Serokê Komeleyê Aziz Amed, agahî dan beşdevana.
Amed têkildarî xabatên werin meşandin de got; "Weke rêveberiya komeleyê ya nû em îro starta kampanyaya 'Komele nasnameya me ne, pêwîste em li nasname ya xwe xwedî derkevin" û her wiha dîsa kampanya ji aliyê Konfederasyona Komeleyên Kurd A Ewropa(KON-KURD) ve ku bi drûşmeya, "Bibe endam, endaman peyda bike" didin dest pê kirin û pêwîste hemû endam û welatparêzênme li vê kampanya yê xwedî derkevin."
Di civîna hate li darxistin de, ji bo rnirxandina pêwajoya siyasi jî axaftinek hate kirin. Di axaftina siyasî de, pewajoya nû hate nirxandin û her wiha siyaseta partiya AKP ê û hikumetê a di derbarê pirsgirêka Kurde dide meşandin jî hate rexnekirin.
Piştî axaftinan civîn bi niqaşên endaman ên li ser xebatên rêveberiyê berdewam kir.
Piştî civînê şahî
Weke kevneşopiyekê di sersalan de li Komeleyê şahî û pêşbirka alavan dihate li darxistin. Îsal ji ber qatlîama li Roboskiyê ev şahî hatibû betalkirin. Lewra ev çalakiya ku hatibû betalkirin piştî civîna li kolemeyê pêk hat. Di bernameyê de pêşbirka alvan pêk hat. Her wiha goven hatin girtin.
ABDURRAHMAN KARATAŞ-STUTTGART