EHMED SEMÎR / ANHA / QAMIŞLO

Sîpan Xelîl 9 salî ye û ji bajarokê Topiz ê girêdayî navçeya Amûdê ye. Sîpan di nav hevalên xwe de bi navê Şêro tê naskirin. Dibistana seretayî de dixwîne. Her wiha Sîpan endamê Koma Şehîda Rehşan a Çand û Hunerê ya bajarokê ye.

Meyla Sîpan li ser cîhazên teknîk û elektronîk heye ku bi text û têlan ji xwe re alavên kehrebê çêdike. Ji beriya 4 salan ve ji çêkirina lîstokan û alavên kehrebê cuda hez kiriye.

Hemû alavên ku Sîpan çêdike, parçeyên weke dînamoyên biçûk ên lîstokan bikar tîne. Sîpan parçeyên ji lestîk, text û têlan ji nû ve bikar tîne û jê gelek tişt weke merwehe, betarî û çireyên xemilandinê çêdike.

Piştî Sîpan ji dibistanê vedigere, yekser parçeyên ku ji hevalên xwe kom kirine derdixîne û jê alavek nû beyî alîkariya kesekî çêdike.

 

Alavên kehrebeyên yên malê sererast dike

Şarezayên Sîpan di çêkirina alavên biçûk de neman, lê belê hemû alavên kehrebeyê yên malê sererast dike. Di vê dawiyê de pîla (çireya ku bi beterî dixebite) bapîrê xwe çêkir.

Bavê Sîpan Nimet Nehît Xelîl dibêje ew ji helekî ve wekî dê û bav ditirsin ji ber bi kehrena re pir mijûl dibe, lê ji alîkî ve kêfa wan tê ji ber ku zarokê wan bi xwe dikare tiştan biafirîne.