KNK'ê bi daxuyaniyekê, di salvegera 27. de qurbaniyên Enfalê bibîr anî û di serî de Neteweyên Yekbûyî û saziyên humanîter bang li tevahiya cîhanê kir ku li ser vê heqîqetê bisekinin û bi awayekî fermî weke tawanên jenosîdê nas bikin. Rêxistina Çavdêriya Kurdosayid (ÇAK) helwesta himetên Bexda û Hewlêrê  yadistanê ya derbarê nasandina Enfalê de rexne kir. 

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi munasebeta 27. salvegera Enfalê ku ji aliyê rejîma Iraqê ve li ser gelê Kurd hatibû meşandin û 182 hezar kes hatibûn qetilkirin de daxuyaniyek nivîskî weşand. Daxuyanî wiha ye:

"Belê îsal birîneka din li ser Enfalên Kurd û Kurdistanîyan zêde bû. Enfal û fermana 74'an a li ser Şengalê û komkujî ya destên reşên terorê terora DAIŞ'ê ye.

Dem hatiye ku Kurd û Kurdistanî bi hev re Enfal, ferman û hemû komkujî yên ku li ser gelê me hatine bi yek dosî, bi yek keys, bi yek deng û bi yek pênase bi dunyayê bidin nasîn. Ew komkujî yên han yek û yeko ji armanca jinavbirina gelên Kurdistanê hatine encamdan, ew hewl û kiryarên dijî mirovahiyê ne û divê dinya, alem, neteweyên yekgirtî û cîhana humanîter li ser vê heqîqetê bi sekinin û bi fermî weke tawanên jenosîd bên nasandin. Em Kongreya Neteweyî ya Kurdistan (KNK) ne tenê li  roja 14’ê Nîsanê ya Enfal tê bîra me, dibe ku  em her rojên salê hest bi birîn û êşên enfalan dikeyn. Herwesa ji bo gihandina wê bûyerê bo raya giştî û navdewletî û bi jenosîd nasandina Enfalan, di kar û çalakiyên me da dosyayek taybet li ser xebitîne heye, bi taybetî digel Yekîtiya Ewropayê.


ÇAK: Enfal û Jenosîda Êzîdiyan ye ke 

Rêxistina Çavdêriya Kurdosayid(ÇAK)’ê di salvegera komkujiya Enfalê de daxuyaniyek da Rojnews û diyar kir ku heta niha hikûmeta navendî ya Iraqê bi awayekî fermî biryar derbarê tawana Enfalê de nedaye û ev jî cihê xemgîniyê ye. ÇAK’ê herwiha rexne li rayedarên hikûmeta herêma Kurdistanê û hikûmeta Bexda girt û wiha pêdeçû: “Bêxemiya rayedaran li hemberî Enfal û tawanên din de bû sedem ku carekedin rê li ber Jenosîda Kurdên Êzidî were vekirin. Jenosîda ku bi serê Kurdên Êzidî jî hatiye ji aliyê heman hişmendiya ku Enfal pêk anîn de pêk hat."

Rêxistina Çavdêriya Kurdosayid herwiha piştgiriya xwe ya ji bo ku bajarê Kelarê bibe parêzgeh nîşan da ku yek ji wan bajareye ku rastî Enfalê hatibû.  


 NAVENDA NÛÇEYA