Li Rojvayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê hilbijartinên qonaxa duyem serketî bi rê ve çûn. Ji bilî pîrozbahiyên aliyan, ev hilbijartin nîşana herî darî çav in ji bo avakirina sîstemeke demokratîk li Rojhilata Navîn. Tevî vê jî gelek derdor dixwazin hem hilbijartinan, hem jî sîstema ku ava dikin ango Federaliya Demokratîk bi awayekî bê bingeh dikin armanca êrişên xwe yîn fizîkî û devkî. Di serê van hêzan de dewleta Tirk bê jî, aliyên mîna ENKS´ê bi daxuyaniyên xwe hem destketiyên Kurdan dixin tehlûkê hem jî gelên herêmê bio tehlûkeyên mezin re rûbirû dikin. Parlamenterê Yekîtî Niştamanî Kurdistan (YNK) Zana Ebdurrehman, nerazîbûn nîşanî daxuyaniya ENKS’ê ya derbarê hilbijartinan de da. ENKS´ê di daxuyaniya xwe de dibêje, Rêveberiya Xweser a Bakurê Sûriyeyê ne rewa ye û ew ê encamên hilbijartinan esas negirin. Zana Ebdurrehman li ser vê daxuyaniyê got, ENKS ziyanê li yekîtiya Kurdan dike.


Nirxandinên ne rast ên ENKS´ê

Ji bo ku hilbijartinên meclîsên rêveberiyên herêmî yên ku li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Sûriyê di 1’ê Kanunê de pêk hatin, bişopîne, Zana Evdurrehman çûbû Rojava. Li ser daxuyaniya ENKS wî got, ev daxuyanî bi ti şêwazî nayê qebûlkirin. Ebdurrehaman got, divê hemû partiyên Kurd nakokiyên xwe bi rêyên danûstandinê çareser bikin.

Ebdurrahman di nirxandina xwe de got, “Rojava axa me ye. Jixwe, me wek parlementoya Başûrê Kurdistanê piştgiriya xwe ji bo Rojava diyar kiribû” û wiha direjî da gotinên xwe: “Divê ENKS nirxandinên ne rast û ne di cih de neke. Kes ji me re nabêje neyên Rojava. Heger, pirsgirêk di navbera me de hebe jî divê em bi gotûbêjan çareser bikin. Ji ber vê, tişta ku ENKS’ê kir ne rast bû”.


Çareserî bi diyalogê dibe

Parlamenterê YNK´ê Zana Ebdurrehman di axaftinên xwe de bal kişand ser helwêstên ENKS’ê yên ji bo çareserkirina pirsgirekan û got, ew helwêstên ENKS´ê, li şûna ku pirsgirêka çareser bikin, bêhtir dixitimînin.

Zana Ebdurrehman wiha dirêjî da gotinên xwe: “Heger di navbera partiyên Kurd de pirsgirêk hebin, divê ev bi diyalogê bên çareserkirin. Ev çareserî divê li rojava di navbera hêzên siyasî de bên çareserkirin. Ji ber wê ez hêvîdar im ku ew daxuyaniya ku ji aliyê ENKS’ê ve hatiye dayîn ne ya giştî, ya şexsî be”.


‘Yekîtiya neteweyî şert e’

Zana Ebdurrehman got, ew dixwazin ku hemû gelên Bakurê Sûriyê beşdarî hilbijartinan bibin, beramberî vê daxuyaniya ENKS’ê wê neyê qebulkirin, û wê teqez ziyanê li yekîtiya neteweyî bike.

Zana Ebdurrehman di dawiya gotinên xwe de wiha peyivî: “Em bi her awayî ji bo Yekîtiya Neteweyî têdikoşin. Dibe ku hinek aliyên Kurdî rexneyan li hev bikin. Ev tiştekî pirr asayî ye. Em wek parlamenter daxuyaniyên ku ziyanê dikin li Yekîtiya Neteweyî qebûl nakin”. 


ANHA / QAMIŞLO




Îradeya siyasî wê bibe hîmê çareseriyê


KONGRA GEL diyar kir ku vîna li Bakurê Sûriyê bi rêya hilbijartinan derketiye holê wê bibe hîmê bingehîn ê çareseriyê. 

Dîwana Hevserokatiyê ya KONGRA GEL, li ser hilbijartinên li Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê daxuyaniyeke nivîskî weşand û pêkhatina hilbijartinê pîroz kir.

KONGRA GEL hemû endamên meclîsan ên hatine hilbijartin pîroz kirin, hêvî kir ku ew di karê xwe de serketî bin û got, “Hilbijartin di demeke welê de pêk hatin ku bi perspektîfa neteweya demokratîk û bi pêşengiya jinan sîstema konfederal a demokratîk a hemû gel û baweriyan tê avakirin. Meclîsên kanton, navçe û bajarokan ên hatin hilbijartin, wê weke vîna hevpar a gelan bibin hîmê bingehîn ê çareseriya pirsgirêkên civakî.”

KONGRA GEL got, encama ji hilbijartinan derkeve wê ji bo pirsgirêkên giran ên li herêmê, bi taybetî yên li Sûriyê bibe rê û rêbaza çareseriyê û wiha dawî li daxuyaniya xwe anî: “Em hemû wezîfedarên ku hiştin hilbijartin bi rengekî ewle pêk werin, pîroz dikin û gelên Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyê ku bi dayina dengê xwe vîna xwe ya demokratîk nîşan dan, bi rêzdarî silav dikin.”