Fermandarê Giştî yê YPG'ê yê Helebê Rêzan Rojhat da xuyakirin ku planên êrişên li hemberî Şêxmeqsûd, Efrîn û Ezazê li navenda rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT'ê tên kirin û got, beşek ji van çeteyên êrişî Şêxmeqsûd dikin, çeteyên ENKS'ê ne ya ku serkêşiya wê Hekîm Beşar ê ser bi PDK û Barzanî dike.

Rêzan Rojhat diyar kir ku komên çete yên ser bi Koalîsyona Neteweyî ya Sûriyeyê (KNS) û ENKS'ê li Heleb û derdora wê hem li hemberî rejîmê hem jî li hemberî hêzên wan di nava rewşeke aloz de ne û got: “Hêzên me li taxa Eşrefiyeyê, ku berê qonax bi qonax xwe vekişandibû, niha li pozîsyona xwe ya berê vegeriyane û ji berê hîn bi xurtî li herêmê bi cih bûne."


‘Êrişî tax û herêmên Kurdan dikin’

Rêzan Rojhat  diyar kir, êrişên li hemberî Şêxmeqsûd, Eşrefiye, Efrîn û Ezazê ji aliyê dewleta Tirk ve tên organîzekirin û got: “Planên êrişên li hemberî Şêxmeqsûd, Efrîn û Ezazê li navenda rêxistina îstîxbaratê ya Tirk MÎT'ê hatin çêkirin. Mikurhatinên çeteyan ketin destê me, vê yekê piştrast dikin.”

Rojhat bibîr xist, ku hemû komên çete yên li aliyê Heleb, Efrîn û Ezazê hene, bi ti awayî mudaxleyî tevgera hêzên rejîmê ya li vê herêmê nakin û got, "Li şûna ku pêşî li rejîmê bigirin û li hemberî DAIŞ'ê şer bikin, bi hemû hêza xwe êrişî tax û herêmên Kurdan dikin."


‘Dewleta Tirk ji aliyê stratejîk ve fetisî’

Fermandar Rêzan Rojhat bal kişan ser gotinên rayedarên Tirk ên ku digotin, 'Eger mudaxleyî Ezazê bikin, em ê bikevin nava Rojava'. û wiha pê de çû: “Beriya wê jî digotin, 'Rojavayê Firatê xeta me ya sor e. Eger derbasî rojavayê Firatê bibin em ê mudaxele bikin'. Siyaseta li ser Cerablûsê dimeşînin, lingê wê yê duyemîn li Ezazê, li herêma Şehba nîşan didin. Lê belê bi polîtîkayên xwe yên kûrahiya stratejîk re dewleta Tirk li Rojhilata Navîn ji aliyê stratejîk ve fetisî.”

Rêzan Rojhat got ji ber dewleta Tirk ji aliyê stratejîk ve fetisiye bombeyan li Ezaz û derdora Efrînê dibarîne û axaftinên xwe wiha domandin: “Hêzên YPG/YPJ'ê hema ji ber xwe ve dest li Ezaz, derdora wê û herêma Şehbayê wernedane. Hêzên YPG/YPJ'ê li ser daxwaza gel, ji bo gefên komên çete yên li herêmê ji holê rakin û aramiyê bînin herêmê, ketine pozîsyonê."


‘Dewleta Tirk hin mudaxeleyên nû kir’

Fermandarê YPG'ê yê Helebê Rêzan Rojhat da zanîn ku li hemberî bipêşdeçûna hêzên şoreşger li Efrîn û derdora Ezazê, komên çete yên ser bi KNS û ENKS'ê 'odeya operasyonê' ava kirine û got, "Avakirina odeyeke bi vî rengî bêtehemûliya KNS û ENKS'ê ya li hemberî pêşdeçûna wan nîşan dide. Her wiha dewleta Tirk jî hin mudaxeleyên nû kir. Dewleta Tirk bi van mudaxeleyan re desteka xwe ya ji bo komên çete yên weke Tûgaya Sultan Murat, tabûra Fatîh Sultan Mehmet, Ehrar El Şam û El Nusra, bi awayekî vekirî kir."


‘Bi hevkariya PDK û AKP’ê êriş dikin’

Rêzan Rojhat diyar kir ku rewşa îro ya li Şêxmeqsûd vê rastiyê radixe pêş çavan û got, "Beşek ji çeteyên êrişî taxa Şêxmeqsûd dikin, çeteyên ENKS'ê ne ya ku serkêşiya wê Hekîm Beşar ê ser bi PDK û Barzanî dike."

Rojhat destnîşan kir, ku komên çete yên ser bi ENSK'ê, bi hevkarî û desteka PDK-dewleta Tirk mora xwe datînin binê komkujiyên li hemberî gelê Kurd.


‘Eleqeya wan bi Sûriyeyê re nîne’

Li ser siberoja Sûriyeyê jî Fermandarê Giştî yê YPG'ê yê Helebê Rêzan Rojhat ev nirxandin kir: "Xuya ye şerê li Sûriyeyê wê di demeke nêz de neqede. Têkildarî siberoja Sûriyeyê jî,  Kurd û dostên wan hêza xwedî projeya çareseriyê ne.

Kurdan statuyek ji hemû cihêrengiyan ava kir. Dewleta Tirk, PDK û komên çete yên sextekar ên ti eleqeya xwe bi Sûriyeyê re nîne, wê di mijara siberoja Sûriyeyê de xwedî gotin nebin. Meclîsa Sûriyeya Demokratîk û Hêzên Sûriyeya Demokratîk di siberoja Sûriyeyê de wê hêza sereke bin.



MAHÎR YILMAZKAYA/ANF/HELEB