Fermandariya giştî ya YPG’ê bi daxuyaniyekê ENKS jî berpirsiyar girt ji komkujiyên li Şêx Meqsûd û binpêkirina agirbestê li Sûriyê.

Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) û Kolaîsyona Niştimanî ya Hêzên Opozisyonê ku ENKS’ê jî beşeke wê ye ji aliyê YPG´ê ve ji kiryarên komên çete yên dijî mirovî yên li dijî gelê taxa Şêxmeqsûd a Helebê, binpêkirina agirbesta li Sûriyê berpirsyar hat girtin. YPG´ê bang li Desteya Ewlekariyê, Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê û Rûsyayê kir da ku dawî li binpêkirina agirbestê bi destê Koalîsyonê û ENKS’ê bînin.


Çeteyan keysa xwe li êrîşan anî

Fermandariya Giştî ya YPG’ê  têkildarî komkujiya ku bi destê komên çekdar ên girêdayî Koalîsyona Niştimanî û ENKS’ê yên li taxa Şêxmeqsûd, daxuyaniyeke nivîskî weşand û destnîşan kir ku Komên wan ên çekdar agirbesta li Sûriyê wekî fersendekê nirxandin û keysa xwe lê anîn ku hêzên xwe li derdora taxa Şêxmeqsûd a Helebê kom bikin. Heman koman dest bi topbaranê kir û komkujî li dijî sivîlan pêk anîn.

Daxuyaniya Fermandariya Gitştî ya YPG’ê îşaret bi ragihandina agirbestê dike û dibêje: "Ji 27’ê Sibatê ve agirbest hate ragîhandin. Em wekî YPG’ê jî ji aliyê xwe ve li gorî biryarê tevgeriyan. Lê komên çekdar ên opozisyona Sûriyê yên girêdayî Koalîsyona Niştimanî ya ku ENKS jî beşeke wê ya sereke ye, tevî ku gotibûn, ew ê li gorî biryarê tevbigerin, li gorî biryarê tevnegeriyan û êrîşên xwe yên dijminane dewam kirin. Van koman çekarên xwe yên ji cebheyên din ên şer lê hate rawestandin kişandin, di heman demê de çekdarên xwe yên di xetên germ ên bi çeteyên DAIŞ’ê re jî kişandin û hemû çekdarên xwe li derdora taxa Şêxmeqsûd bi cih kirin."


Ji kuştina 12 sivlan ENKS û SNC berpirsiyar in

YPG´ê îşaret bi wê yekê kir ku li Şêxmeqsûdê zêdetirî 40 hezar kesî hene û hêzên YPG/YPJ’ê û Asayîş parastina wê dikin û i ser êrîşan jî weha dewam kir: "Komên çekdar û ketîbeyên girêdayî koalîsyonê ên wekî Tevgera Ehrar El-Şam a Islamî, Cebhe Şamiye, Lîwai Sultan Murad, Ketîbeyên Sultan Fatîh, Ketîbeyên Fisteqim Kema Emert, Ketîbeyên Nûredîn Zengî, Lîwai 13, Foca Yekem, Ketîbeya 116 û ketîbeyên Ebû Emar ku li çerxereya Cendûl, taxa Rustem Paşa, Benî Zêd, Seken Şebabî û Kastêlo bi cih bûne, taxa Şêxmeqsûd bi hewanan, fûzeyên wekî topa cuhenem topbaran dikin. Di heman demê de segvanên wan ên li ser avahiyan bicih bûne, komkuyjiyan li dijî jinan, zarok û hemû welatiyên sivîl pêk tînin. Malan li ser serê xwediyên wan hildiweşînin. Komkujiya dawî jî roja 6’ê Adarê bi destê wan koman li taxa Şêxmeqsûd pêk hat.çeteyan zêdeyî 80 topên cehenem (tûpên gaze) bi ser taxê de barandin, bi dehan malên welatî têde li ser serê xwediyên wan hilweşandin. Ji ber topên çeteyan 12 welatiyên sivîl ku jin, zarok û kesên bi temen jî di nav de bûn jiyana xwe ji dest dan. Ji ber topbarana wan her wiha bi dehan welatiyên sivîl birîndar bûn.

Koalîsyona Niştimanî ya Hêzên Sûriyê û hevalbendê wê ENKS berpirsyariya nemirovî ya wan koman û binpêkirinên wan ji biryara agirbestê re radikin. Lewma komên êrîşkar bi awayekî fermî girêdayî wan in."


Banga li civaka navneteweyî

YPG herî dawî bang li civaka navneteweyî û weha dawî li daxuyaniyê anî: "Em ji Civaka Navdewletî, Desteya Ewlekariyê û ji Dewletên Yekbûyî yên Emerîka û Rûsya jî dixwazin ku tedbîrên pêwîst bigirin da ku dawî li binpêkirinên van komên çekdar ên girêdayî koalîsyonê û şirîkên wan ENKS’ê bînin. Ji ber ku Emerîka û Rûsya agirbesta li Sûriyê dişopînin û biryara wê giritine." 


 NAVENDA NÛÇEYAN