SILAVA ABDULLREHMAN/EHMED SEMÎR / ANHA/QAMIŞLO
Şandeyek ji serokatiya ENKS`ê û têkiliyên derve di 19’ê Sibatê de bi wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoglu re hevdîtin kir. Tevî hewldan û însiyatîfên QSD`ê, gelek partiyên siyasî yên kurdî, rewşenbîr û hunermendan, li tevahî Kurdistanê ji bo yekrêziya kurdî û rizgarkirina gelê Kurd li Rojava ji komkujî, koçberkirin û binpêkirinan, ENKSê mase serûbin kir
Hevdîtina şandeya ENKS’ê ya bi wezîrê Tirk Mevlut Çavuşoglu re kirî di nava gel û rewşenbîrên Kurd de bû sedema nerazîbûnê. Rewşenbîran diyarkir ku ev serdan bi hewldana binxistina însiyatîfên yekparebûna gelê Kurd e, her wiha xiyaneta gelê Kurd ku di gef û êrişên bênavber re derbas dibin.
Hevserokê Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê Ebûd Mexso wiha got: “Mixabin serdana ENKSê ne di cih de bû. Serdana şandeyê wê bandoreke mezin a neyênî li hewldana yekparebûna Kurdan bike. Nexasim wê însiyatîfa fermandarê giştî yê QSD’ê Mezlûm Ebdî bixe zehmetiyê. Çawa tê zanîn Ebdî tevahî partî kom kirin û civîn bi hedefa pêkanîna berjewendiyên gelê Kurd li dar xist.”
Li aliyekî din nivîskar û mamosteyê Zanîngeha Rojava Xalis Mesor wiha da zanîn: “Dema em li dîrokê vegerin, dibînin ku dewleta Tirk dijminê yekemîn ê gelê Kurd e, her tim hewl dide qir bike û mafên xwe nestîne. Her wiha bi nêrîna dewleta Tirk divê gelê Kurd tune be, tenê kurdê baş ew e ku maf nexwaze û di bin fermana wê de bimîne.”
Xalis Mesor wiha pirs kir: “Çawa ENKS, gelê ku bi hezaran ciwanên xwe ji bo berjewendiya gelê Kurd dane, paşguh dike? Çawa bi dijminê vî gelî re dicive?”