Tirkiye, bi sîstem û hiyerarşiya xwe ya dewletî di nava hejandinekê de ye. Derkete holê ku bela serê Tirkiyeyê, ne ‘dijminên hundir û derve’ ne, îdeolojiya fermî ya dewletê bixwe ye. Ev îdeolojî, 80 sal in bi çavkaniya pirsgirêkên antî-demokratîk hate xwedîkirin. Ji aliyekî ve taktîk, ji aliyê din ve teorîk... Lê herdu alî jî, di destê yek hêzê de bûn û vê hêzê potansiyela civakî, aborî, hiqûqî û parlamentoyê di destê xwe de digirt.
Tirkiyeyê ji aliyê vê hêzê ve, di rengê ‘mekanîzmaya kontrolê’ ve dihate rêvebirin. Hevsarê ‘mekanîzmaya kontrolê’ ji damezrandina komarê û heta îro jî, di deste hêzên derve de ye. Hêzên derve, ji bo ku ‘mekanîzmaya kontrolê’ veşêrê, raya giştî bixapîne, sîstema parlamenterîzmê derxist holê. Nûnerên parlamentoya ‘şeklî’ jî, ji temsîliya gel zêdetir, wekî amûrên meşrûkirina’mekanîzmaya kontrolê’ kar dikirin.
Mînak: Parlamentoya Tirkiyeyê di 80 salî de, yek ‘reforma civakî’ erê nekir û ne kiriye pratîkê, hêviyên demokratîk nedane gelan. Îro jî, parlamento mertalê zindî yê pratîzekirina nijadperestiya Tirkîtiyê ye.
Mertalê hiyerarşiya burokratîk
Ev mertalê ‘mekanîzmaya kontrolê’ di heman demê de, mertalê polayî yê parastina hiyerarşiya burokratîk e. Lewma hiyerarşiya burokrasiya dewletê, weke stuna duyemîn ya pratîze kirina nijadperestiya Tirkîtiyê kar dike.
30 sal in, gelê Kurd, dibin pêşengiya Tevgera Azadiya Kurd de, li dijî vê sîstema nijadperestiya hişk û tûj şer dike. Di nava 30 salên dijwar de, Kurdistan bû ‘tewrata bûyerên dramatîk’. Piştî berdêlên giranbuha, tozika mirinê ji ser gelê Kurd hate rakirin û bawerî hate çêkirin. Di gava duyemîn de, rastiya dewleta Tirk û rûdêna rast a îdeolojiya dewletê aşkera kir. Di gava sêyemîn de, burokrasiya nijadperest û qanûnên li ser bingeha inkar û tunekirinê hatine amadekirin, ji her aliyê ve dane naskirin. Di gava çaremîn de, îradeya gel afirand. Di gava pêncemîn de, sîstemeke modern a alternatîf afirand. Gava çaremîn girîng e. Ji ber ku di vê qonaxê de, hate diyarkirin ku demokrasî, sosyalîzm, wekhevî, biratî, ne di parlamentoyê de, di kolanan de, di îradeya gel de ye û bê îradeya gel jî, temsîliya demokratîk nayê dîtin. Lewma makeqanûn a demokratîk, civaka demokratîk û siyaseta demokratîk hate dikirandin.
Dewleta Tirk û şerê gemarî
Lê dewleta Tirk, li dijî rêbazên exlaqî, însanî, li dijî hiqûqa gerdûnî, li dijî peymanên navneteweyî hereket kir û li dijî gelê Kurd şerekî gemarî, qirêj û bi jehrê dagirtî şer kir. Şerekî barbarî yê tunekirin û tesfiyekirina giştî kir pratîkê. Dîsa jî, nijadperestiya spî, li hemberî têkoşîna gelê Kurd xwe li ser lingan ne girt, têk çû.
Lê, Xwedayê statukoparêziya li ser bingeha tunebûna gelan, netewe-dewlet sazkar kirin, hêzeke nû, di rengekî nû de li Tirkiyeyê derxiste holê. Vê hêza nû, ku sembola xwe kir ‘nur’ îdeolojiya xwe di ‘ampul’ê de dîl girt, wekî qamçiyê xezebê dest bi kar kir. Rêbaz, peyman, hiqûq, ademiyet, nasnekirin; nîq, derew, teşqele, davik, demagojî, yanî her cure alavên derî ademiyetê bikaranîn û êrîşî gelê Kurd kir. Dîsa, xwe ji têkçûnê xelas nekir.
Koalîsyona qirêj
AKP, bi Fetul-munkîr re koalisyon çêkir. Dîse jî, di hilbijartinên 29. 06. 2011’an de têk çû û ji Kurdistanê hat tesfiyekirin. Lê têkçûna xwe, wekî kîneke siyasî di hinavên xwe de kir kulîlka quzelqurtê. Di encama verîşandina kîna quzelqurtê de, îradeya gelê Kurd xesp kir. Dîsa xwe ji têkçûnê xelas nekir.
Çekên kimyewî bi kar anîn, li Xakûrkê, Geliyê Tiyarê û Roboskê komkujî pêk anîn. Gunehkariyên sûcê mirovahiyê, -yên berî xwe û yên ku bi destên xwe pêk anîn, kuştina zarok û ciwanan, qanûnên taybet, rastiya gorên komî- tev veşartin. Li hemberî cenazeyên gerîlayên Kurd, kiryarên bê exlaqî û derî însanî kirin, li hemberî jina Kurd tixubên exlaq û rûreşiyê nasnekirin. Dîsa xwe ji têkçûnê xelas nekir.
Hêza ‘mekanîzmaya kontrolê’ teva di serokwezaretê de kom kirin; pratîk û teoriya îdeolojiya dewletê jî, ji qijlê derxistin di Akademiya Polîsan de bi cih kirin. Dîsa, xwe ji erdhejên siyasî xelas nekir.
Tecrîd û îzolasyona li Îmraliyê
Tecrîda li Îmraliyê, di rengên cuda yên kujerî de dane destpêkirin; hiqûqnas girtin, siyasetmedar girtin, zarok, xwendekar girtin, rojnamevan girtin. Sala 2011’an, li gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd kirin tara bêjingê. Cografyaya Kurdistanê, bi mirov, lawîr, dar û devî, av, ax û hewa bombardûuman kirin. Di destpêka sala 2012’an de, jî li riyên tesfiyekirina BDP û parçekirina Bloka Ked û Demokrasiyê geriyan û gera xwe berdewam dikin.
Gelê Kurd qîm nekir û bi 3 sloganan pêvajoyeke nû da destpêkirin. Ev pêvajo, di keyasetiya girtiyên azadiyê de derkete holê. Girtiyên Azadiyê, 4 parlamenterên BDP’ê yên girtî jî di nav de, zêdetir ji 400 girtiyên azadiyê, bi sloganên ‘tecrîd bila rabe, diyalogê dest pê bike, operasyonên siyasî û leşkerî werin rawestandin’, greva birçîbûna bê dem û bê-dorveger dane destpêkirin. Greva birçîbûnê ket roja 22’yan, ev rojên ku amûrên bedena mirovan hêdî hêdî têk diçin e.
Dîsa jî, îdeolojiya fermî ya dewletê, ku di ‘nura’(!) AKP’ê de kom bûye, xemsariya xezeblêbûyî, di rengê tolhildanê de berdewam dike.
Çalakiyên grevên birçîbûnê
Ez gotina di nivîsa xwe ya berî vê de dubare bikim: Eger, di vê çalakiyê de mirin çêbibin, cîhan tev li ser hev kom bibe û navbeynkariya Tirk û Kurdan bike, dê nikaribe li hevhatineke pêk bîne. Êdî tola xwînê wê giran bibe. Mirovên bê çek ku tenê dengê wan û bedena wan çekê wan e, di çalakiyê de ne û AKP piştî 22 rojan jî hîna yek gotin ne gotiye.
Erdoganê ku hevdîtinên çareseriya pirsgirêka Kurd li Îmraliyê, bi birêz Ocalan re, bi rayedarên Tevgera Azadiya Kurd re, di pêvajoya Osloyê de dane destpêkirin, komên aştiyê ji Qendîl û Mexmûrê anîne Tirkiyeyê, îro, xwe weke ‘Cengîzxanê şûrê Xweda’ dide naskirin. Gotineke Tirkan heye dibêjin ‘yemezler’, bi Kurdî jî bêjin, “tu xwe dixapînî.’
Îro, Enqere jî, îdeolojiya fermî ya dewletê jî di nav de, tevahiya Tirkiyeyê, di nava rêze-erdhejan de diçe û te. Civak dikele, burokrasî dikele, parlamento dikele, dadgerî dikele, kolan dikelin, saziyên pîşeyî dikelin, baro dikelin, karsazî û karbidestî dikelin, partiyên siyasî dikelin û desthilatdariya AKP’ê, hîna jî wekî mîratzadeyê ku dibêjin, ‘xwediyê miriyan kor in’ çavkaniya dijminatiya hundir û derve bi kar tîne.
Di vê dema ku Tirkiye ketiye nava erdhejên berdewamî de, dive hêzên Kurd, li başûr, bakur û rojavayê Kurdistanê şaşîtiyên dîrokî nekin. Eman haaaa!..
Enqere jî AKP jî diheje