Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê, bi daxuyaniyek nivîskî helwesta Arinç a der barê Kurdî de şermezar kir. Estîtuyê di daxuyaniyê de wiha got: "Çendî berdevk û karbidestên hikûmeta AKP'ê îdia dikin ku ew "demokrasiya pêşketî" tînin û wan dawî li "siyaseta red, înkar û asîmilasyonê" aniye jî, lê gotinên dawî yên Cîgirê Serokwezîr birêz Bulent Arinç ên der barê zimanê Kurdî de, niyet û zihniyeta bera ya vê partî û hikûmetê careke din bi awayekî zelal derxist holê. Berê Kurd tune bûn, ew tirkên çiyayî bûn û zimanê wan jî zimanekî têkel ê ji erebî, farisî û tirkî bû. Di dema vê hikûmetê de "Kurd" hene, lê îcar zimanê wan ne zimanê medeniyetê ye. Ew ên ku dibêjin 'Em ê makeqanûneke demokratîk' çêkin, xwe dispêrin Qanûna Bingehî ya berhema 12'ê Îlonê û pê li sedeman digerin. Bi vê helwesta xwe jî, jixwe niyeta bê ka makeqanûneke çawan dixwazin, nîşan didin."
Enstituyê da zanîn ku Bulent Arinç hem kesekî mafzan hem jî kesekî dîndar e û wiha berdewam kir: "Lê der heqê Kurdan û zimanê Kurdî de mixabin ku ew jî xwedî van fikiran e. Ev raman, ramaneke gelşdar e, biçûkdîtina ziman û çandan jî herhema zihniyeteke paşmayî ye. Em wek Enstîtuya Kurdî ya Stenbolê bi tundî vê helwest û zihniyeta hanê şermezar dikin û dibêjin ku hemû mafên Kurdan wekî şîrê dayikê ji wan re heq û helal e."

ANF/STENBOL