Mamosteyên mezin û navdar yên jenyarên wê amûrê li Kurdistan û Îranê zêdetir Kurd in û yên herî baş, Erdeşîr Kamkar, Keyhan Kelhûr, Seîd Fercpûrî, Suhrab Nazêrî, nemir Mucteba Mîrzade û Elî Ekberê Şikarçî ne. Yek ji wan kesatiyan ku wek mamosteyê kemançeyê dihat nas kirin û li Kurdistanê zêde nedihat nas kirin, Elî Ekber Şikarçî ye. Şikarçî di sala 1949’an de li gundê ‘Çem Senger’ navçeya Pap a Loristanê ji dayik bûye û di beşa hunerên bedew a zanîngeha Tehranê de xwendiye û zêdeyî 40 salan, li heman zanîngehê ya Sûreyê û navenda huneriya Çeng û Çawuş, fêrgeha mûzîkê ya Areş li bajarê Tehranê wek mamosteyê kemançeyê şagirtan fêrî jenîna amûra kemançeyê dike û ji kesên din bêhtir kariye huner û muzîka resen a Lorisatnê bi xelkê Îran û cîhanê bide nasandin. Ew mamoste li welatên Ewropa û Amerîkayê kemançeya Loristanî dijene û gelek caran keça xwe ya hunermend jî ku nave wê Asare ye bi awayê duet heman amûrê lêdide û heta niha bi hev re çendîn kasetên hunerî amade kirine.
BASNEWS