
Welatiyê bi navê Rifeet Kibe ji şêniyên bajarê Minbicê ye, Mereq û dildariya wî ew e ku maûr û berhemên sifr, krîstal û camên kevin kom bike ku li gelek welatan hatine çêkirin. Hin ji van berheman ji Baxdayê, hin ji Şamê, Umanê, hin ji Yemenê, Misrê, Hîcazê û hin jî Rûsiyayê ne.
Rifeet piştî 15 salan ji parçeyên entîqe yêb ji gelek bazarên kevin, kesên xwedî tiştên bi vî rengî, kirrî, kargehek ji xwe re vekir da ku tiştên dîrokî yên bi nirx tê de bide pêşandan.
Parçeyên sifr yên ku Rifeet komkirine û di kargehe xwe de nîşan dide ji du cureyên madeya sifr pêk tên, sifra zer û ya sor. Hin parçe hene ji sifrê sor in lê bi qilê hatine spîkirin.
Ji welatên Ereban ta Rûsiyayê tablo
Rifeet da xuyakirin ku komkirina entîqeyan li ba wî meraq e û ji bazirganiyê wêdetir e. Wî got, ev 15 sal in bi berhevkirina van tiştan mijûl e û dilê wî heta çênebûye ku bazirganiya wan bike. Lê beriya bi 7 mehan li Minbica azad bi armanca bazirganiyê kargehek ji xwe re vekiriye. Li vî cihî gelek tiştên cihê yên pirr kevnar tên dîtin.
Rifeet dest nîşan kir ku parçeyên sifr ên wek sêniyên sifrî bi kîloyan tên firotin û yên wek peykeran jî yek bi yek têne firotin û ew jî li gorî şêwaza çêkirina xwe têne firotin.
Rifeet li kargeha xwe dest nîşan kir ku, hin parçeyên ji madeya sifrê sor û hin îskanên bi rengê spî yên qilê hatine veşartin jî hene. Her wiha hin camên wek nergîleyan ku tenê bi destan hatine çêkirin jî hene. Li cem Rifeet tabloyên bi destan hatine çêkirin jî hebûn. Rifeet diyar kir ku ew tablo ne yên Ereban e, dibe ku li Rûsya yan Çeçenistan hatibin çêkirin.
Ji xenceran heta mertalan
Li kargehê diyar e ku hin berhemên ji sifrê zer û kevnar, li dewletên Ewrûpayê hatine çêkirin. Satileke Şamî ku di serşokên kevin ên Şamê de dihate bikaranîn û beroşên dişibin yên kargehên nok û sifrkeran jî hebûn , lê hinekî biçûk bûn ku tenê di metbexan de ji bo xemlê, hebûn.
Di dûkanê de her wiha mertal jî hebû, ku berê di şer de dihat bikaranîn. Lê di demên dawî de wek xemlê di dawet û şahiyan de dihatin pêşandan (di semayên şêniyên Helebê û Şamê de ), her wiha xençereke ku li paytexta Urdin Umanê hatiye çêkirin jî li kargehê heye. Li ser xençerê navê kesê çêker û dîroka wê 1956 hatine neqişandin.
Berhemên bi nav û deng
Li cem Rifeet, qehwedank jî hebûn ku li dewletên cuda yên Ereban hatine çêkirin, hin ji Baxdayê, hin jî ji Şamê ne. Ji madeya sifrê zer, sor in û hin jî bi rengê spî hatine qilêkirin. Cureyên fîncanên qehweya teel jî hebûn. Rifeet got, “Welatê Şamê ji aliyê çêkirina qehwedankên teel bi nav û deng e, bi taybet a El-Mizel. Qehwedanka El-Mizel ya herî baş e ji nav qehwedankan. Kargeheke li bajarê Dêrezorê ya Sûriyê heye van qehwedankan çêdike. Li ser asta welatên Ereban pir bi nav û deng e.”
Qehwedank û îskanên ji bo ava zemzem
Rifeet Kibe diyar kir ku her taximek qehwedankên ku ji 6 parçeyên di ser hev re pêk tê ji ber ku baş hatine çêkirin bi 1000- 1500 Dolarî têne firotin. Yek ji van qehwedankên El-Mizel jî li gel Rifeet heye.
Di nav parçeyên sifr de hin îskanên biçûk ku li Hîcazê hatine çêkirin hene. Dema xelk diçû hecê bi xwe re ji welatê Hîcazê, Meka pîroz û Medîne Minewere dianîn, da ku tê de ava zemzemê ji mêvanên hecaciyan re pêşkêş bikin. Her wiha, hin parçeyên sifrî yên ji Misrê bi şêwazên Fironî û hin camên kevin ku hin ji wan Krîstala Şamî ya kevin in û temenê wan vedigere zêdetirî 50 salî, hene. Her wiha Kirîstalên Belçîka û destarê qehwê û xençereke serê çekan a Çerkezî jî li kargehê peyde dibin.
Tiştên dizî nakire
Rifeet diyar kir ku xençera Çerkezî nevekî xwe taybet heye lê li bîra wî nemaye û anî ziman ku Ermenan li bajarê Helebê di demên dawî de, çekên wiha çêdikirin û got, “Ev xençera Çekan resen e û li ba Çerkezan hatiye çêkirin.
Di dawiyê de, Rifeet Kibe da zanîn ku ew entîqeyan ji her kesekî nakire, heger navê nasnameya wî nas neke û nizanibe ji ku derê aniye, wan tiştan ji kesên anî, nagire. Da ku bizanibe ka ew parçe ji ti cihan nehatiye dizîn.
KAMÎRAN XOCE / ANHA/MINBIC