Bi xwezayî, di şanoya Kurdistan’ê de belavbûnek jî çêbû. Ji ber ku her kesên ku dilê xwe dida şanoyê, li her ciyan, li her şêwazî karên şanoyê dikirin. Ev jî pirsgirêk bû. Ji ber ku gelek şano tên nivîsîn, lîstin, bi zehmet kar û barên şanoyê dihate çêkirin lê, wek arşîv, qeydeke tevahî tune bû.
Îja vêcarê li ser vê pêdiviyê xebatek hate kirin. Ji Şermola Mîrza Metîn, ku xwe Şanonûs, lîstikvan, derhêner e, di pirtûkekî de temam şanoyên Kurd kom kir. Bi pirtgiriya Şaredariya Bajara Mezin a Amed ê ev xebat tewa bû. Li ser vê xebatê û berhemê derketiye holê em bi Mîrza Metîn re axivîn…
Pêdiviya nivîsandina pirtûkete bi vî rengî ji ku derket?
Wekî em zanin çanda arşîv çêkirina me Kurdan kêm e. Gelek sedem hene ku me ji çandeke nivîskî-arşîvî dûr xistiye. Gava şanogerek bixwaze li ser şanoya Kurdî lêkolîneke bike, birastî wê/î pir zehmetiyê bikişîne. Ji ber sedemên wisa min du sal berê dest bi berhevkirina afîşên şanoya Kurdî ku li Tirkiyeyê hatine afirandin kir. Di Gulana 2012’an de di 1. Mihrîcana Şanoyê a Amedê de bi qasî ku ez gihîştim wan, min afîşên lîstikên Kurdî ku di navbera salên 1991 û 2012’an de li Tirkiyeyê hatine çêkirin berhev kirin û min pêşengeheke afîşên şanoyê amade kir bi navê „JêrZemîn“. Dû re jî min agahiyên wan lîstikan jî da ber hev û pirtûkek wisa derket holê. Yek ji armanca vê pirtûkê ev bû ku şanoya Kurdî li Tirkiyê xwe zêdetir bide xuyakirin. Ji ber wê jî pirtûk ji bo hin akademîsyen, rexnegirên şanoyê, derhêner, nivîskar, pirtûkxane û zanîngehan wê were diyarîkirin.
Xebateke bi vî rengî bawerim ji bo şanoya Kurd yekemîn xebate re wisa?
Li Kurdistana bakur yan jî li Tirkiyeyê ez dikarim bêjim li ser şanoya Kurdî cara yekem xebatek wisa tê çêkirin. Li pêş min mînakên wisa tunebûn lê ez zanim ku li dinyayê xebatên bi vî rengî hene.
Şanoya Kurd a modern di çi aste de ye?
Ev pirs li gorî min riya nîqaşekî pir dûr û dirêj vedike. Mirov nikare bi hevokeke bibersivîne. Fikra min bi kurtasî ev e: Ez nikarim bêjim astek heye an tuneye ango di vê astê de ye. Bi dîtina min vêga şanoya Kurdî ku li Kurdistana bakur ango li Tirkiyeyê tê çêkirin riya xwe digere. Ji bo min lêgerîn hertim ji bi hatina astekî baştir e. Di piratîka şanoya Kurdî de gelek mînakên cuda hene êdî. Folklora Kurdan, jiyana Kurdan bi formên cuda cuda derdikeve ser dikê. Lîstikên azmûngerî tê çêkirin, lîstikên muzîkal tê çê kirin. Di lîstikan de reqsên folklorik jî reqsên nûjen jî tên bikaranîn. Di hin lîstikan de teknîkên sînemayî jî tên bikaranîn. Dikên alternative, mekanên alternative dibin şano. Mihrîcan û pêşpirkên şanoya Kurdî tê çêkirin û hwd. Wan tiştan nîşan dide ku şanoya Kurdî ketiye rê û zimanê xwe digere. Lêgerîn asteke baş e ji xwe.
Kedkarên şanoya Kurdî, lîstikvan, derhêner, nivîskar an jî çêker xwedî potansiyeleke çawa ne?
Ez nikarim û naxwazim bi giştî binirxînim. Ji ber ku ez xebatên her komên şanoyê baş nizanim. Li gorî min potansiyel girêdayî xebateke bi disiplîn û afirîner e.
Tekiliya şano, sînema, tv û beşên din ên hunerê çi ye?
Helbet şano di nav xwe de cureyên din ên hunerê jî dihewîne. Şano xebateke pircureyiye ye. Wek min got tê de reqs jî heye, sînema jî heye, wêje jî heye, folklor jî heye, resim jî heye. Tekiliya şanoyê bi cureyên din ên hunerê re baş e. Bes tekiliya cureyên din ên hunerê bi şanoyê re qels e. Mesela em wek şanoya Destar di xebatên xwe de bi sînemageran, reqswanan, ressaman û bi grafîkeran re dixebitin û ji wan gelek tişt hîn dibin. Ev pir cureyî ji bo şanojî ji bo hunerên din jî tekiliyek baş e.
Di navbera akademî û şano de tekiliyeke çawa hege?
Ji bo Kurdistana bakur û Tirkiyeyê dikarim bipeyivim. Bi qasî ku ez zanim vêga ji xeynî çend mînakên piçûk tekiliya şanoya Kurdî bi akademî re tuneye. Daxwaza me şanogeran jî ev e ku zimanê Kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û xebatên akademîk bê destpêbikin.
Wekî din bi navê “Dîwan/Di navbera dengbêj û lîstikvanê de ‘Ez” xebateke min a lêkolînî heye li ser lîstikvaniyê. Ev xebata atolyeyî, di derdora dengbêjî, çîrokbêjî û reqsên gelerî de lêkolîna hereket, nefes, deng û teknîkên vegotinê dike. Ev du salin ez li ser dixebitim. Ehtîmalek heye ezê di meha îlonê de li Amedê atolyeya “Dîwan” çêbikim. Du re jî ezê di çend zanîngehan de workshopan çêbikim. Ehtîmalek heye zanîngehek wek ders jî qebul bike vê xebata min. Ku xebatên akademîk hebe akademî heye, ne hewceye ku ev der zanîngeh be.
Gelo li perçeyên din ên Kurdistanê rewşa şanoyê çiye?
Di van salên dawî de bi riya mihricanên şanoyê haya me ji xebatên perçeyên din ên Kurdistanê çêdibe. Wisa texmîn dikim ku li wan deran jî şanoya Kurdî riya xwe û zimanê xwe ya şanoyê digere. Ez rastî lêkolîneke wisa nehatim ku xebatên şanoyê her çar parçeyên Kurdistanê nîşan bide. Riya hevnaskirina me, mihrîcan û civîn û konferansên li ser şanoya Kurdî ye. Ev derfet jî di destê saziyên Kurdan de ye. Lê tekiliya şanogerên Kurd û siyasetmedar û rêvebirên Kurd piçekî sosret e. Xweseriya ku gelê Kurd û siyaseta Kurd dixwaze ji bo hunerê jî divê. Huner divê xweser be. Ji ber ku siyaset her roj diguhere. Wê siyaseta hunerê jî her tim biguhere emê çawa cudahiya wan fam bikin ku ew siyaset e yan huner e?