Li Navenda Çand û Hûnera Feqiyê Teyran a Colemêrgê jin rengê xwe didin hûnêrê. Li Navenda Feqiyê Teyran, gelek xebatên hunerî hene û gelek estrumanên muzîkê tên hînkirin. Yek ji estrumanên herî zêde jin elaqeyê nîşanî didin û herî zêde li jinan tê, erbane ye. Jixwe li ser kevanên erbaneyan jî piranî wêneyên jinan hene. Ji bo wê jî herî zêde weke ku estrumana herî nêzî jinan e tê qebûlkirin, di lêdanê de jî herî xweş li destê jinan tê. Di piraniya şahiyên Colemêrgê de jinên ciwan bi koma xwe ya erbanê beşdar dibin. Niha jî li navendê 20 jin perwerda erbanê dibînin. Jinên perwerda erbanê dibînin, dibêjin: “Çanda Colemêrgê bi me jinan, dewlemend dibe em dengê Colemêrgê ne.”


‘Em jin bi erbanê hestên xwe didin derve’

Mamosteya li Navenda Çand û Hûnera Feqiyê Teyran mamosteya erbanê Hulya Durgun diyar kir ku jinên Ciwan ên Xwendekar bi coşeke mezin tevlî perwerda erbanê dibin û Delîlayan ji bo xwe weke efesaneyeke erbanê dibînin û wiha axivi; “Ez destpêkê li vir xwendekar bûm. Min ji erbanê hez kir, li gorî min erbane herî baş li jinan tê û enstrumaneke gelekî kevnar e. Niha jî li vê derê perwerdê didim. Niha miracaetên ji bo perwerda erbanê pirr hene, zêdetir jî jin miracaet dikin. Jinên vê derê erbanê nêzî xwe dibînin. Niha li vir 20 xwendekarên min ên jin hene hemû jî bi dildariyeke mezin tevlî perwerdeya erbanê dibin. Em bi hev re tevlî hemû şahiyên li vir dibin. Ji ber wê jî em pirr dixebitin, em wê demê dibin dengê civaka Colemêrgê. Çanda Colemêrgê bi me jinan dewlemend û rengîn dibe. Ji ber wê jî em ê her tim bi coşeke mezin li erbanê bidin ji ber ku erbanê lorîna me jinan e. Em jin bi erbanê hestên xwe tînin ziman.”


‘Erbane ji bo min dengê Delîlayan e’

Jina li Erbanê dide ya bi navê Zozan Akdogan (18) jî da zanîn ku ew bi erbanê hestên xwe tîne ziman û got: “Ji ber erbane ji bo min qêrîna jinê ye, ango qêrîna jina Kurd e. Ji bo min erbane bihîstina dengê Zarifeyan, Sakineyan û Delîlayan e, qêrîna jina azad e. Dema ku li erbanê dixim weke ku dengê wan dibihîsim. Li Kurdistanê pêdiviya herî mezin bihîstina dengê hunera jinê ye. Ez dikarim bibêjim ku azadiya jinê azadiya hunerê ye. Jinên Kurd dîroka Kurdistanê bi lorînan li ser piyan hiştine.”


‘Erbane ji bo min hezkirina hunerê ye’

Xwendekara bi navê Vîyan Kurt ji anî ziman ku ger huner azad bû wê demê ew ê karibin dengê civakê bi hunerê bidin bihîstin û wiha peyivî: “Jin niha bi her awayî di her warê jiyanê de cih digirin. Huner ji bo civakekê dewlemdiya herî mezin e, lê mixabin pergal destê xwe diavêje hunerê jî. Di hunerê de jinê weke amûr dide pêş, lê em baş dizanin ku pergal ji dengê jinê ditirse ji bo wê bi awayê xasûk û planger bi ser wê de tê. Li ser jinê dixwazin hûnera kurdewarî bikujin. Erbane bi rasti gava ez lê didim, weke ku ji nû ve wateyê didim jiyanê, weha mezin lê dinêrim. Li gorî min amûra hûnerê ya herî bi bandor erbane ye. Jixwe, bi pirranî jin lê dixin. Li vir derdikeve holê ku jin di hûnerê de cihekî çiqas giring digire. Em niha xwedî li mirasên Delîlayan derdikevin, ev ji keyfxweşiyeke pirr cuda ye ku mirov xwedî li dîroka jina Kurd derkeve, kêfxweşiya herî mezin e. Ez li vir xwendekar im niha, lê ez ji xwe bawer im ku ez ê bi dengê xwe dîroka jinê û dengê jinê bidim bihîstin. Erbane heskirinek e, çawa ku jiyan evîndarê biharê ye, em jî ew qasî evîndarê erbanê ne.”


ZEYNEP DURGUT/JINHA/COLEMÊRG