
Li kolana dewleta Tirk navê Cumhuriyetê lê kirî, li bajarê Wanê du zarok ji ber ku li erbanê dixistin û stranên Kurdî digotin, hatin binçavkirin. Ha ew zarok niha dîsa li kolanê ne û dîsa stranên xwe dibêjin.
Şêniyên bajêr bi kêfxweşî li muzîka zarokan guhdarî dikin. Hinek welatî bi çepikan stranan bi zarokan re dibêjin. Du zarok li erbaneyê dixin û stranan dibêjin, zarokê sêyan jî ji bo careke din nekevin dest polîsan çavdêriyê dike.
Zarokên bi navê Ç.A. û D.K. 20’ê Tebaxê hatibûn binçavkirin û heta berê sibehê di nezareta polîsan de hatibûn ragirtin.
WAN