Mamsoteyê erbanê Alî Gezer, li Antalyayê bi navê “Stêra Erbanê” komek ava kiriye û ev demeke erbanê hînî jinan dike.
Gezer, di demeke kurt de erbane hînî 70 jinî kiriye. Gezer wextekê di Şaxa NÇM’ê ya Êlihê de jî xebitiye. Ev 2 sal in ew hatiye Antalyayê û dibêje, koma wan Stêra Erbaneyê bala jina kişandiye û her diçe eleqeya ji bo erbaneyê jî zêde dibe.
Xwendekara zanîngehê Dûrdûr Yildiz ku hînî erbaneyê dibe, dibêje, gava hatiye zanîngehê erbane nas kiriye û ji hingê ve hîn dibe: “Bi ya min erbane qîrîna jinan e, bûye sembola berxwedanê.”
ç