
Dewlemendiya erdnîgariya Kurdistanê li ser awaz û dengên dengbêjên Kurdan bi bandor e. Dengbêjên Kurd ên çiyayî bi awazên xwe û dengbêjên herêmên deştê jî bi dewlemendiya gotinên xwe çanda Kurdî xemilandine. Hunermend û lêkolînvan Axîn Biro dibîje, ji ber ku niha civakbûn û dîwan nemaye, hunermedên Kurd ji civakê dûr bûne, nikarin biafirînin.
Bi sedan sal in ku hêzên desthilatdar qirkirina çandî, civakî, erdnîgarî û siyasî li ser Kurd û Kurdistanê didin meşandin. Di cîhanê de yek ji gelên ku herî zêde êş kişandî gelê Kurd e. Lê vî gelê bi salan li ber xwe dayî, çîrokên êş, berxwedan û qehremaniyên xwe bi dengbêjiyê derbirîne. Ji ber wê jî dengbêjiya Kurdan pir dewlemend e.
Erdnîgariyê tesîr kiriye li awaza dengbêjan
Erdnîgariya Kurdistanê bandor li awaz û dengê dengbêjên Kurd kiriye. Ji ber ku erdnîgariya Kurdistanê dewlemend e, li gorî herêmên Kurdistanê hevsengiya deng û şêwazê dengbêjiyên Kurdî jî ji hev cuda ne.
Herêmên Serhed, Behdînan û Botan herêmên çiyayî û zozanî ne. Dengên av, ba û baranên herêmên çiyayî bilind û xwedî ekoyê ne. Dengbêjên herêmên çiyayî jî neçar in dengê xwe bilind bikin, ji bo dengên xwezayî dengê wan danequrtînin. Ev jî bandora xwe li ser qirik, deng û awazên dengbêjên herêmên çiyayî dike. Dengbêjên herêmên çiyayî bi dengekî bilind û gotinê stranan ji hev dûr distirin. Dengbêjên herêmên çiyayî diyaframê bi kar tînin û dengekî rasterast derdixin. Dengbêjên weke Şakiro, Gerapêtê Xaço û Kawîs Axa ji dengbêjên herêmên çiyayî mînak in.
Herêmên weke deşta Amed, Qoser, Mêrdîn heya Rojava û Şengalê herêmên deştî û derdor vekirîne. Her çend devokên van herêman ji hev cuda bin jî awaz û şêweyê qirikê weke hev in. Herêmên deştî xwedî xwezayeke aram û bêdeng in. Av, baran, ba û xwezaya van herêman bêdeng e. Ji ber wê jî mirovên van herêman bi dengekî kêm dipeyîvin û distirin. Dengbêjên van herêman stranan bi awayekî aram û dengekî nimz di nava dev û diranên xwe de dihêrin. Dengbêjên van herêman xwedî dengekî biçûk û teng in.
Li şûna lorînan TV zarokan dike xewê
Hunermendê lêkolînvan ku li Navenda Çand û Hunerê ya Dîcle û Firatê dixebite Axîn Biro diyar kir ku dengbêjiya Kurdî bi xwezayê ve girêdayî ye. Biro got, hûnermendên Kurd ên nû ji ruhê çand û hûnera Kurdî dûr ketine û wiha axivî: "Ji ber ku ji ruhê xwezayê dûr in, nikarin weke dengbêjên berê biafirînin û qirikên Kurdî bi kar bînin…" Biro destnîşan kir ku hûnermendên Kurd di ber kar û xebatê de ji bo afirandina sebrê, bi êş û keyfxweşiyên civakî re stran çêdikirin û ew hest bi wan re peyde dibûn. Biro da zanîn ku dayîkên Kurdan bi lorînên xwe zarok di temenê biçûk de fêrî stranê dikirin. Biro got, lê niha li şûna lorînên dayîkan TV mejiyê zarokan bi rêve dibe. Biro anî ziman ku niha bi derketina amûrên teknolojiyê re kar û xebat nemaye, civakbûn nemaye, ezezîtî peyde bûye û got: "Hûnermendên Kurd piştî ew qas kedê, bi şev jî dicivîn, dîwan digerandin û stran diafirandin. Lê niha ne civakbûn maye û ne jî wateya kedê. Ji ber vê jî hunermendên niha nikarin weke yên berê biafirînin."
Biro diyar kir ku ji bo ew nifşek bi hunera Kurdî biafirînin, divê li ser hunera Kurdî, civaka Kurdî û dîroka dengbêjiya kurdî lêkolînê bikin û ragihînin nifşê nû.
DÎHA / AMED