
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê gundê Bîr Saîd ê Reqqayê ji çeteyan rizgar kir û dor li gundê mişrafa girt. Di şerê li gundê Bîr Saîd de gelek çek û cebilxane, her wiha cenazeyê 17 çeteyan ket destê şervanan.
Pêngava Sêyemîn a Xezeba Firatê di roja xwe ya sêyemîn bi hemû hêza xwe didome. Li gorî agahiyên ji nûçegîhanên ANHA´yê yên li bereya şer, şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê piştî şerekî dijwar doh danê sibê gundê Bîr Saîd ji çeteyan rizgar kir.
Şervanan piştî rizgarkirina gund derhal dest bi xebatên lêgerîn û paqijkirina mayînan kir, di encamê de 50 mayînên çeteyan hatin bê bandorkirin. Her wiha cenazeyê 17 çeteyan ket destê şervanan.
Di şerê li heman gundî de şervanan her wiha 3 BKC, 3 B7 û gelek muhîmata wan jî di nav de gelek sîleh û cebilxane dest ser kir.
Dor li Mişrafa hat girtin
Şervanên Odeya Çalakiyan a Xezeba Firatê dor li gundê Mişrafa (Bîr Fewaz) jî girt, û dema nûçeya me dihat amadekirin li derora gund şerekî dijwar diqewimî.
Li baskê Pêngava Sêyemîn yê ji Xinizê ve hatiye destpêkirin, şervanan dor li gundê Mişrafa (Bîr Fewaz) girt.
Gundê Mişrafa 23 kîlometreyan li bakurê bajarê Reqayê ye û şervanan li vir gelek sivîlên herêmê ji çeteyan rizgar kirin û ew gihandin cihên ewle.